Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Welatê me:

Di vê mijarê de lê bigere:   
[ Here Serûpelê | Mijareke Nû Hilbijêre ]

Gotar: (Mîrname) ya Ehmedê Xanî û hûnandina Jan Dost


Zara Salih 

Romannivîsê kurd Jan Dost di vê romana xwe de ya bi navê (Mîrname), bi þarezayî û tevneke ku di wî asoyê iþqa Xanî de roman hûnandiye.  jiyan, raman, felesefe û iþqa þairê mezin Ehmedê Xanî ku ji beriya 300 salî ve ye, bi teknîk û þêweyek ristesazî hatiye nivîsandin. 
Bêguman, Jan Dost, li ser bingeheke dîrokî, ku bi jiyan û berhemên helbestvanê kurd yê navdar ve girêdayî ye, bi wê xeyala xwe ya romansaziyê, yê xwendevan derbasî civaka Xanî û wê serdema wan heyaman dike, û tayibet dîrok û civaka kurdan û êþ û pirsgirêkên ku heta roja îro jî berdewam in.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Roja zimanê zikmakî - Xwendinek di rewþa Zimanê Kurdî de


Hiþmend Þêxo

Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêþxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê de heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi þanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew yek jî di dewlemendiya zimên de ya hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan þaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewþên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.

Bixwîne... Gotar

Helbest u pexþan: Ji girî ta girî


Demhat Qasimlo

Min qîr dikir û girî li derdora minjî kêf û þahî bû ,dema ji dayik bûm ,yekemcar ku min nerî li vê jînê û dinyayê ,ez ketim xewke giran û her bigirî radbûn ,lê min nikarî bû wêçaxê bikim pirs û bêjim ,gelo ez li vir çi dikim !

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: REWÞA ZIMANÊ KURDÎ DI ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ YÊ CÎHANÎ DE


Hiþmend Þêxo

Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêþxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê welatên ku Kurdistan dagîr kirine ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi þanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew yek jî di dewlemendiya zimên de ya hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan þaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewþên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Lawê cawbir û nirîna me.. Ji folklora kurdî


Dr.phil.Ebdilmecît Þêxo

Di demek pir kevin de cotariyek biçûk û belengaz li gundekî hebû,ewî sê þevan li serhev xewnek weha didît:Tîrêja rojê xwe davêje ser êþîka malê û êþîk jî pir ronahiyê dide,lewra jî cotarî  diçe cem dadgirê bajêr ta ku ew ji wî re vê xewnê þirove bike.Cotarî xewna xwe ji dadgir re got,lê dadgir tavildanê têgihîþt ku zêr di êþîka xaniya cotarî de hene,ewî niyaz kir wan samanên buha ji xwe re bibe,lewra ewî bi cotarî re got:Tu zû vegere mala xwe,beriya ku mala we bi ser we de hildiweþe û divê hûn ji wê malê derkevin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Rizgarbûna Êzidîxan girêdayî azadiya tevahî Baþûrî Kurdistan e


Idrîs Hiso

“Serjêkirina 50 jinên êzidî li Baxozê, berdewamiya cînosayda li dijî êzidiyan e”

Li Baxozê dawî wargehê Dewlet û Xîlafeta muslmanên DAIÞê, hat ragihandin ku termê hejmarek jinên Êzidî bê serî hatin dîtin.
Wê dîrok hovîtiya herî mezin di vê serdemê de qet jibîrneke, em dê zarokên xwe jî li ser van bîranînên tahil û bi azar perwerede bikin, çendî em bikin em heyfa xwe ji tawanbarên wisa nastînin.
Jinên kurdên êzidî kirin kole, destdirêjî li ser xwehên me kirin, divê em vê yekê jibîr nekin û tola wê bi hemû rengî bistînin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Qamiþlo û 119 Saliya Rojnamegeriya Kurdî


Konê Reþ
 
Ho bajarê Qamiþlo.. Xelkên Qamiþlo.. Bihara Qamiþlo.. Azadiya Qamiþlo..! 22ê nîsanê ye, cejna rojnamegeriya Kurdî ye.. 119 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..  Bajarê Qamiþlo, xelkên Qamiþlo! Werin em silavê li giyanê wan pêþengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin.. Werin em silavê li canê mîr Miqdad Medhet û Abdulrehman Bedirxan bikin, yên ku çira ronahiyê li pêþiya me vêxistin..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ji dîroka Kurd: Kes û helwest.. Xelek 3. Þah Keyxusro, rizgarkirê Med


Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Amadekariya þoreþê:
Pistî kuþtina Xeþterît, kurê wî Keyxusro / Key Exsar þûna wî girt (di navbera salên 625 – 585 b. z de hukudar bû), Key paþnav e, û wateya wê þah e, û wateya navê wî þahê wêrek e[1]. Ewî taybetiyên rêvebiriyê hebû; hizra steratîcîk û dîplomatîka piragmatîk û rêvebiriya hiþkber berztirînên wan taybetiyan bûn. Ewî pirojeya Med bo rizgarkirina ji bin destên þahniþîna Aþûr bi dawî hanî, û sê destkeftiyên giring pêk hanîn:

Bixwîne... Gotar

Gotar: Cegerxwîn, û nivîsandina dîrokê


Xalis Misewer:

Dîrok ji du jêderan tê girtin û nivîsandin.
Yek- Nemaze dîroka kevnar, ji kolana giran û lêkolînên erkiyolocî têne girtin. Du - Ji devê þahid û dîtinên yekser, û ji pirtûk û nivîsarên dîrokzanan, mîna Þerefxanê Bedlîsî, Ibnilesîr, Ernold twînbî…hwd têgirtin. lê ez nabêjim ku nivîskarê dîrokê nikare nerînên xwe di bûyerke dîrokî de bide xuyakirin, belê ev maf jê re heye, lê divabe bi delîl û zanistîbe.

Bixwîne... Gotar

Þano: Gorî ... Þanoyek kin


Ehmed îsmayîl îsmayîl

wergerandin ji erebî ÞÊRO DALÎNÎ


_  1  _
 ( meydanek e giþtî : û di nîviyê meydanê de peykerekî gewd mezin , kumek li ser serê wî ye û pozê wî ber bi jor de hildayî ye , û destê rastê bi pêþde dirêjkirî ye wek ku bi germî silav dikê , du dergevan li dora wî diçin û tên û her yek ji wan bi tifinga xwe girtiye wek ku di þer de ne , dem nîvê þevê ye )
Dergevanê yekem  : ( bi pistepist ) tu tiþtekî dibînê ?
Dergevanê duyem  : ( bi pistepist ) na , û tu ?
Dergevanê yekem  : ne tiþtek .
Dergevanê duyem  : ( piþtî bê dengiyekê ) ji xwe heydar be . dibe ku hinek pêrgî me werin .

Bixwîne... Þano

Gotar: STRANEK PESIN JI VÊ ROJÊ RE


Konê Reþ

   Her roj em kar û barên xwe dikin… Her roj em hev dibînin û di kêleka hev re derbas dibin.. Carna silavê li hev dikin, bi hev re xeber didin û carana ji ber qerebalix û xirecira kolanê, bargiraniya lazimyên rojane, em di ber hev re derbas dibin bêyî ku em silavê li hev bikin… Her roj navê bav û kalikên me li ser zimanê me ye, em pesnê xwe bi wan didin û xwe bi wan paye dikin…
   Her roj xelkên me kar û barên xwe dikin; Hin firax û miraxên xwe tev didin, kom dikin, karê xwe û çûna Þam, Heleb û Beyrûtê dikin..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Derwêþê Mele Silêman Kî bû ?


  Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

Derwêþ, bavê Cengê, di sala  1934 an de li gundê Mûsa Gewra li bakûr û rojhilatî bajarê Tirbespiyê ji dayka xwe re bûye. Bavê wî melayê gund bû, ji ber vê yekê jî Derwêþ zû dest bi xwendinê kir, li gundê Girkê Xelo çend sala xwend. Ji girkê Xelo Derwêþ berê xwe da bajarê Qamiþlo û li wir xwendina xwe berdewam kir ji ber ku malbata wî li gund bû ew li mala Emerê Zero dima li taxa Qidûrbeg.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Mizgefta Meshefa Reþ Û Mizgefta Mezin Li Bajarê Cizîra Boran e


Konê Reþ

   Bajarê Cizîra Botan ji kevntirîn bajarên dinyayê ye. Jixwe wek tê zanîn piþtî tofana Nûh pêxember, mirov li bajarê Cizîrê bi cih bûne û di piþt re li cîhanê belav bûne. Di nav çerx û dewranên salan de gelek þaristanî li bajarê Cizîra Botan hatine ava kirin û pêmayê wan lê mane. Û wiha mora wan þaristaniyan li gelek avahiyên cur bi cur ketiye û hêjî kavlên wan diyarin wek: Gora Nuh pêxember, Medreseya Sor, Gora Mem û Zîn, Burca belek, Mizgefta Mezin û Mizgefta Meshefa Reþ... Belê ji heyamê Kevin ve û ta roja îro taybetiyek xurt bajarê Cizîra Botan û kurdan bi hev ve girêdide û Cizîra Botan bûye kaniya rewþenbîriya Kurdî ya ku na miçiqe..Werin em ê bi hev re berê xwe bidin Mizgefta Mezin û Mizgefta Meshefa Reþ.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Kurd nêzîkî çarenûsa xwe dibin


  Arþevê Oskan

Tiþtekî dûrî aqil û piransipan e ku netewek bi mezinbûna netewa kurd, ne tenê bê welat e, lê bi ser de jî ziman, çand, mûzik, kevnetor... jî bi têlên qedexekirî dorpêçayî ne. Ji bo bidestxistina van hemû mafên jiyanê û xwezaya mirovatiyê, ji berê de guh û çavên dunyayê ji dîtin û guhdanê re xetimî bûn. Ne ku kurdan doza mafê xwe nedikirin, ne ku bi dehan þoreþ ranebibûn û bi deshezaran qurbanî nedabûn, lê belê ev hemû tiþt jî kiribûn û ji her aliyan ve jî diyar bû. Ji pêxemberê ku em ji wan re nimêj dikin bigre hetanî saziyên mafê mirovan û yekîtiya netewan. Berovajî wê, kurd bêhtirîn gelê ku bi axa xwe ve hatibûn girêdan. Hemû nirxên jiyanê ji parastina vê axê, vî zimanî û vê nasnameyê re kiribûn gorî. Kurdan li çiyan bi salan þer kirin û li kolanên welatên rojavayê jî qîriyan, lê mixabin dengên wan aso derbas nedikirin û nedighaþt guhê kesî. Çi bi mebest û çi jî bê mebest.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ji kelepûrê kurdî.. Fatmayê, û qiralka reþ


Xalis Misewer

Fatmayê, ewa ku )Elzehra( jêre tê gotin. Ku keça (Mûhemed) pêxemberê ola islamêye , û jina (Elî kurê Ebî Talibe) .
Efsana Kurdî dibêjê: Fatmayê rojekê ji rojan radihêje werîsê xwe, û derdikeve çolê, ku ji xwe re li nav pirêzan pûþ û pelaxê bide hev. Dunya jî havîne germeke bi himhim li dunyê belav bûye, genim û ceh nû hatine çinîn, pirêze mane li dar, hê pûþ û pelax li erdê rêzin. Xelk jî diçin ji xwe re pûþ didin hev û êmê kullekên xwe yê salê hiltînin.  Bi westandin, û bi zor û heft belan Fatmayê jî, dikarîbû li ber vê germa havîna bi þewat, ji xwere piþtîyekî pûþ mezin bide hev.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Helîma Gozê, mastfiroþa bê deng


  Abdulqader Bedredîn

Di kezeba spêde, bi bangdana limêja pêþî de, bi qêrîna dîkan re, bi derketina Firmano bi çend mî û pezên xwe re, dema berê xwe dida Sebaxa Hemo, bi gurgura matorê Namo û Emîn yên sê lingo, û bi derbuna Hecî Sedîq ji malê dema berê xwe bi ber mizgefta gund ve dida, di wê çaxê de, Helîmê kar û barê xwe dikir û herdu satilên mastê çêleka zer, ko ji þevêdîve hatibun meyandin, yek li ser serê xwe rast dikir, yan dinê jî bi destê xwenî rastê bi cî dikir û skakên gundê Cimayê yên teng badidan, geh bi tozin yan jî bi çirav û herya reþe,û berê xwe dida cada Qamiþlokê û herweha di ber pirka Mihsin, pirka Yogo û pêrgî kêzîna ziravî bê mirad û ya mezin jî dihat û di gundikê Dalînan de diburî û di ber Enteriya Miradê Kinê, Musa, Ibrahîm û Evdilo yê dengbêj re derbas dibe,bi zelal buna rojê ve dighe arasa Qamiþlo.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Miletekî bi zirav û rêxistinên newêrek


Melevan Resûl

Jiyana miletê kurd bi tevahî þîn û girî ye , ji bilî rojên reþ û tarî li bîra tu kesî nayên , jiyana wî bi tevahî bûye seyr û nimûne ji ber vê aramiya dûvdirêj ka çawa dikare bikþîne û bi derdoran re rêkeve , heme ji xwe miletê kurd bi tevahî hîn li qiraxa jiyanê maye û li ber koserên gerdûnê tele wela bûye . vî miletî hemî tiþtên xwe winda kirine ji bilî çend deziyên xav pêve di navbera wî û jiyanê de nemaye , ya rast ewe ku miletê kurd miriye yan heme saxekî li ser lingaye li benda pifeke bayê maye da bibe tûzavek û li ser xelkê belav bibe , dibe ku hinek ji me di ber xwere herin û li dijî vê rastiyê derkevin , lê wan ji xwe nepirsiye : ma gelo mirov çawa jiyan dibin ?

Bixwîne... Gotar

Gotar: Bajarê Cizîra Botan Bûka Mezopotamyayê Ye (Ji giyanê Mîr Celadet Bedirxan re)


Konê Reþ

   Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc, û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek þaristanî têre derbas bûne û her þaristaniyekê bermayê xwe, þop û þûna xwe lê hiþtine. Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye(Orþelîm) e. Ji ber ku hêjî ew bajarê Kurdî yê orjîmal e; Kurdîtiya xwe parastiye, zimanê kurdî di kolan û çarþiyên wê de tê axaftin û yê bazarê ye.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Qedere hilbijartinê pirsa kurd tayîn kir…


Îbrahîm GUÇLU
ibrshimgucl21@gmail.com

Di 29’ê Adara 2009-an de hilbijartina herêmî pêk hat. Di encama hilbijartinê de partiyên dengên xwe zêdekirî û partiyên dengên xwe kêmkirî diyar bûn. Partiya hikumetê deng wenda kir. Partiya DTPê, SPê, CHPê û MHPê dengên xwe zêde kir. Ev yeka bi hejmar û rekeman çend roj in ku di rojnameyan û telewîyonan de tên weþandin. Ji bona vê ez naxwazim ku di nivîsara xwe de van hejmaran careke din biweþînim û xwendevanan bi hejmaran meþgul bikim. Ez dixwazim, ku encamên hilbijartinê þirove bikim û sentez bikim û ji wan encaman derxim û ji nûha þunda divê çi bê kirin wan mijaran diyar bikim. Nexþa Hilbijartinê bi gelek aliyan û awayan de derxim holê.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Cizîra Botan Û Medreseya Sor, mîr Evdal, Gora Nuh, Mem Û Zîn Û Burca Belek*


Konê Reþ

   Bajarê Cizîrê ji kevntirîn bajarên Mezopotamiyayê ye. Þetê Dicle xwe li vî bajarî dipêçe û ji kevin  ev bajar bi sûr û beden bû, hêjî kavlên bedena wê di gelk cihan de maye... Ji sê rexan ve dergeh di sûrê de hebûn, ew dergeh jî bi nav bûn: Dergehê Çiyê, dergehê Torê û dergehê Deþtê.. Hem jî ev bajar, ji mej ve û ta roja îro bi çend taxan bi nave wek: Taxa Kelehê, taxa Mîr Elî, taxa Torê.. Lê vê paþiyê hin taxên din hatine ava kirin wek: Taxa Sûrê, taxa Cûdî, taxa Þaxê û taxa Nûrê… Di vî bajarî de bingehê rewþenbîriya kurdî hatiye danîn û gelek þûnewarên dîrokî lê hene ji wan:

Bixwîne... Gotar

Gotar: Diziya Berhemên Celadet


Luqman silêman
Luqman_silêman@ live.se


I
Pêþgotin:  Pir xweþ e dema ku nivîskarên me li kevnê xwe bi xwe dî derkevin, bi kêmasî li ser wa tê nivîsandin, ne xasim malbatek wek malbata Mîrê Botan, û bi taybetî yekê weka Mîr Celadet  hêjay e ku mirov li ser gera wî çûn û hatinên wî nivîsandina li ser dîroka wî û lêkolîna çêbikê.
Ez bawerim ku nivîskarê her miletî bi vê rolê dirabin, û gereke rabin ji ber ku ev karê nivîskara ye û ev di hemî qûnaxê jiyanê de çêdibê, û di paþerojê de jî çêbibê. Nabê ku nivîskarê miletekî pêþiyên xwe ji bîr bikin. Ji lewma dema ku min didît Konê Reþ li ser malbata Mîrê Botan dinivîsand ez pê þa dibûm û min ji xwe re digot mala wî ava li ser vî karî.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ntewparêzî (ibrahîm Guçlu) nimûne


Melevan Resûl

Li ber çavan ji layê deronî ve xuyaye di dinyayê de ku her tiþt bi du ruyan û zêdetir hene , her weha ji layê teyorî ve jî ev pîvan heye , eve jî dibe delîvek baþ ji bonî peydakirina riyên çareseriyê ji alozî û gengeþiyên di jiyana mirovan li rû didin , çi kesên vê rastiyê destek nekin yan pê nebawerbin ew xwe dixin nava þik û gomanan de.
Mirovahî ew qûnaxên hiþk û ziwa , tund û tûjîtî heta bi radeyekî derbas kirin e , ango deriyên qeptkirî li ber bîr û baweriyê hatin e vekirin û her yek bi azad dikare ramanê xwe pêþniyar bike , bi taybet dergehên gilobalîzmê hinek derfet dan wan kesên bê deng yan dengketî , heta bi radeyekî qoþme û pêþbirkên renga reng di hemû mijaran de þopandin , miletê kurd yek ji wan miletên ku karî sûde ji vê teknîka serdem wergire.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Newroz û Ala Kurd û Wêneya Berzanî û Erîþa DTPê…


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Newroz li hemû beþên Kurdistanê û li Ewrupayê bi çoþeke mezin, gelek plankirî, girseyî hat pîroz kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî Newroz, ji her salê zêdetir bi coþ û bi beþdarbûna kîtleyeke mezin li hemû bajaran, bajerokan, gundan hat pîroz kirin.  Li Amedê gorî çapemeniya tirkan 500.00 hezar kes beþdarî mîhrîcana Newrozê bû. Eynî çoþ û girseyî li metropolan bajarên ku kurd lê dijîn jî qewimî û li Stenbolê gorî çapemeniya tirkan 200.000 kes beþdarî pîrozkirina Newrozê bû.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Sed carî gorî we bibim û carekî gorî xwe bibim


Melevan Resûl
Ez bi te û te bi wan , em hemî bi hev hene , bi sala ne ev gotin di mejyaê mede digijmijê û hîn em dubare dikin , eva jî yekek ji baþî û qenciyên serpêhatiya me kurda ne û dihêle hestê netewî gurr bibe , lê hinga ev dilsozî bikeve þik û gomanan  ? derewçî zûbizû kevelî ser xwe tavêjin û ji buçeya hevgirtin û hevdadanê bi sûdeyên kêmketî û bi gomanên nediyar wê soza komelgeyî binpê dikin û hêviyan berba dikin .

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ez lêbûrînê ji xelkê Amedê naxwazim!


Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Birastî, li kûdê û çi çaxê dema ku navê kurdistanê dihate gotin Amed dihate bîramin, Ez nizanim çima hewqasî min ji Amedê hezdikir, yanî Amed li ber dilê min pir þêrînbû, Netenê navê Amedê, min wesa ji xelkê Amedê jî hesdikir.
Ez nizanim çima baþiqeyî  ji hemî bajarê kurdistanê yên dîtir min wesa ji vî bajarî hesdikir.?

Bixwîne... Gotar

Gotar: wê ji nû dîrok we re nivîsandin


Azer Osî

Avdarê dîsa xwe di vê salê de û di 21 yekê de rengekî mîna rengê xwezaya Kurdistanê û rengê xweyî xwezayî yên, kesk, sor, û zer   li çar perçeyên kurdistanê dest nîþan kir û diyar kir ku sînorên çêbûyî ti wateyên wan tûne ye..kurdan tevî her cûreyên dagikeran Newroza xwe bi coþeke mezin pîroz kirin. hemû tiþt didin xuyanîkirin ku wê ev sal bibe sala kurdan yanî bibe dest pêkeke giran biha ji boyî çareseriya pirsgirêka kurd û bi taybet li perçeyê kurdistana bakur:

Bixwîne... Gotar

Gotar: Xwîndarê....! nameyek ji buhiþtê


Qadir Egîd

Durûvên matbûnê di kolana geþ de digindirîn ta ji pirsa ku destê xwe mîna qamçîbazekî Ereb xistiye qirika min de birevin:
Keko.. Tê min wek van zarokan di cejna newrozê de li kolînka xwe bike û li kolanan bigerîne…?  Wê tu kes xelata li me bigerîne?
 Tê agirê newrozê geþ bike û ez ê cilên rengîn li bejna xwe bikim; em ê jî wek wan li dora agirê xwe herin û werin û govendê ji stêr, çivîk û dilhejaran re li ser avê bigerînin..!

Bixwîne... Gotar

Gotar: Dixwestin agirê Newroza 2009an vemirênin.


 Selah Beyro

Bê goman vê salê weku hmî salan kurdistanîyan xwe berhev kiribûn ji bo Pêþwezî kirin û gêrana aheng û þahîya bi helkefta cejna newrozê(cejna sersala kurdî) ya ji berî hezara ha sal ku Kawayê Hesin kar gelê kurd bivê cejina netewî xelat kiribû .
   lewra dema peyva newroz û avdarê tê gotin,wêneyê Kawa û xetîra agirê    rizgarkirin û bi dûmahîya çerxê stemkarî û tund û tûjîya ezdehakê nexweþ û dirinde dijî gelê me kirî tênê hizir û bîrên me .

Bixwîne... Gotar

Gotar: NEWROZ: Cejna neteweyî- Sembola azadiyê û serxwebûnê…


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Sibê Newroz e. Rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike. Newroz,  cejna kurdan ya neteweyî ye. Sembola azadî, serxwebûnê, xweþî, vejînê, têkoþîn û efirandinê ye. Ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest ,roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.
Rojên beriya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundiyên, rewþenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Baþurê- Rojhialatê-Rojavayê Baþurê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Þev û nivîsandin


  Ciwan Nebî
ciwannebi@hotmail.com

Dibe ku nivîsandin karekî qedexe be di rojê de,lewra  di þevê  de dibe qena di dawî  de þev valahiya tewrî  fireh be ji henteþiya nîgaþê re, ji xemgîniya ku bitenê þev  ji wê re dibe neynikek re. Þeva ku bi tevî pilêtên sor, yên hildana lingên helbestê hildayî  ew bar nake, ew e  yezdana nivîsandinê, tozê  ji ser karên rojê didaweþîne, ji ser þaþîtiyên wê yên ku em li wan nabûrin.  Þev bi rambûn û bêdengiya xwe asoyên xweziyan nêzîktir dike, nivîsan tijetir pirs û gihandin dike, ew hêviyek e ji dîtinên bihêztir re, ji xwendina derdora me re, hundurê me re û ew e dema çavdarî û ramiyariyê. Hevsaran ber dide ji nivîsandinek e serhiþk re qena li tiþtên pêwar bigere û  yên henteþ bixwîne. Þev xweþik be, çiqerû be, þev çi be, di dawî de ew  seqa nivîsandinê ye.

Bixwîne... Gotar

X

Helbest