 |
|
 |
 |
 |
 |
 |
Çîrok: Ji çîrokên vê berhema min a çapkirî |
  Bi weþandina van kurte çîrokan, wê çîrok nivîsek bi nav bibe, ew e: Lewend Dalînî (Sêf Dawid)! Ev ne propagend ye, an jî rêklame ke, na! ew rastiyeke, dema ku xwendevan sêzdeh, çîrokên vê pirtûkê bixwîne. Ev bi xwe ne merceke, lê belê daxuyaniyek wêjeyî ye. Brahîm MehmûdÇîrok 1. HÊVÎYÊN QURMIÇÎLewend Dalînî
Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo, ma çi qewimîye!?Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi rexê sinceqê ve dagerim! ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî, ku bi deynê xwe çend qurûþekî bidê min, bi hêvî me ku ezê bikaribim kirya þandina van pirtûkên xwe bînim û rêkim welatê biyanî yê?
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Wehîd keleþ Rojîn di nava destê wî de dilerizî, mîna çûkeka þil, di bin wê baranê de ava baranê bi cotê keziyên wê ve dihat xwar. Rojîna þazde salî, temenê wê mîna temenê gula bû, hîn ne dizanî mirin çiye, ne dizanî mirin wesaye. Tenê yê bavê xwe winda kirî, hew ew dizane çiqasî gotina babo þêrîne. Bigirî Rojîn girî ne þerme, girî hedara dile, ew dilê tê kuvaþtin, dilê te ye Rojîn. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Dr. Xelîl Omar Dengê reyandina Tûjo ji hewþa baþûr hat û pê re dengê Eliyê Keleþ hat: – Malê, ma qey kesek tuneye, ko vî kûçikî ji min raqetîne? – Tîdî mîrato, ma tu bavê Sînan nasnakî? Nofê ji hundur derket û bi kûçik re xeyidî. – Ev ne kûçik e, ev gurê har e, nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re derbasbe! Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey bi gopêl kûçik ji xwe diqewrîne. – Fermo kirîbo, wextî Hecî ji êþ bê, fermo derbasbe, serçavên xwe biþo û firreke ava cemidî vexue! ..Xêre, vê qiyalê, tu ketiye rê? Kevaniya malê ji bavê Sînan pirsî û kurtêlkeke nan avêt ber Tûjo. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Çîrok: ((AHRÎMAN Û FER`EWN)).. KURTE ÇÎROK |
Sedîq Melladibêjin: Ahrîman bihîst ko Fer`ewn ji miletê xwe re dibêje: (ez xwedayê we me!) Ahrîman xwest vî xwedayi bibîne. ...!!!! Hilkiþiya ber dergehê eywana fer`wen û li dergeh da. Fer`ewn pirsî ew kî ye? Ahrîman deng ji xwe ne anî û bersiv neda . lê dîsa li dergeh da. Fer`ewn pirsî : Ew kî ye? Ahrîman dîsa bersiv neda . |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Zîlan Hemo
Min xwe dabû piþt dîwarekî ji kevirên reþên çeqmaqî, qasî min bi kerb destê xwe li dîwar quveþtibû xwînek henarî diniqutî nav her du lingên min ên ku ev sê sal in xwîn di wan de neherikiye, lêvên min dilerizin...qirika min dêþiya...dilê min bi min diþewtî bihtirî dilê min bi wî zarokê ku beriya çend rojan pêlî mayînê kirî biþewite, wî jî weke min her du lingên xwe hûnda kiribûn lê hîna dilê xwe hûnda nekiribû. Min digot xwezî dema ez weke te zarok bûma min lingê xwe hûnda bikirana , xwezî min meþ taim nekiriba, xwezî min xweþiya bazdana nav zeviyan nedîtiba, xwezî min xeyal nekira wê rojekê ez bi destê wê bigirim û di daweta xwe de serê govendê bigerînim, xwezî beriya min dilê xwe daba min her du lingên xwe ji destdabana, xwezî dilê min jî weke dilê te bi kirîna kursiya astengdariyê kêfxweþ biba, nizanim çawa dilê zarokekî pêlî mayînekê kirî dikare bi kursiyeke astengdariyê kêfxweþ bibe, wekî ku bavê wî jê re lîstokek kiriye bi kursiya xwe re dilîze û xwe ji hevalên xwe bextewartir dibîne ji ber ku kursiya wî heye û yên wan tenê pêlavên wan yên qetiyayî hene.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Alan HemoZingilê demjimêrê, li ser katî 5-ê sibeha lêdixe, Cengo ji nav nivînên xwe, çeng dibe, bilez dest diavêje þerwal û dikþîne xwe, bikufteluft li odê diçe û tê, ta ko xwe ji çûnê re amede bike. Li hêwanê diya xwe li ser cilka nimêjê dibîne, pê re diaxive û dibêje: Xwedê nimêja te qebûlke yadê, ez dikim herim, îro gelek kar li ba min hene. Îro wê xwepêþandaneke mezin lidarkeve, û divê em amediyên baþ jê re bikin, hêviya diua(lavijan) ji te dikim yadê. Diya wî bidengekî berz dibêje: Alahû Ekber, (Xwedê gewre ye) nîþana erêniyê dide. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
((dibê ku riyek din çêtir hebê .. lê bigerin))
Edîson
Dîtin ku yek darekê dibrê
vêre gotin: çima?
bersiv da: ji ber ku min li cem wê palte dît.
jê pirsîn: ma te nikarî pê xendekek bikola da ku av têra
bighîþta koka darê?
got: dibû.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Çîrok: Ji Vî Welatî Dernakevim |
Vejîna
Kurd
Rojê
bersiva xwe ji pirsên avahiyên bêdeng û bajarê xulmaþbûyî re dadimalî, û þevê
hêdî hêdî konê xwe yê tarî vedigirt. Di odeyeke biçûk de ku tenê textek, masek,
du piyal û çar dîwarên tazî dinalîn, Þiyarê bîstûçar salî xwe li ser têxt dirêj
kiribû û bi piyala êþên temendirêj diponijî. Di xwelîdankeke hesinî de termên
cixareyên rêzkirî baweriya mirov bi jiyanê avêtibûn piþt xwe, li ser masê mûmek
mîna dilê evîndarekî dilguvaþtî diçûrisî, û li aliyê din jî pênûseke ku ji
nalîna tîp û bêjeyan westiyabû û lênûseke ku di hindur xwe de çîroka evîniyeke
bê dawî tomar kiribû, hebûn. Li her êvarekê Þiyêr xwe mîna nasikekî bi ser
rûpelên lênûsê de xwar dikir û hestên xwe yên têrêþ û çîroka evîniya xwe ya
bêdawî li ser xêz dikirin.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Dr.Cuwan Heqi
(Balkêþî: Di vê çêrokê de ezê gotinên
jargon, qelew, gotinê sûkê û yên wek sixêfan, bikar bînim û herweha bi gotinan
bilehîzim.
Sedema vê yekê ew e da ku ew gotin
bibin wek ”xwê û buxaratên” vê çêrokê.
Ji ber vê yekê di pêþiyê de efûya
xwe dixwazim.)
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Çîrok: KURDO Û SOLPAQIJKAR |
Merwan
Berekat
Bêkariyê
û gera li kolanên ew bajarê avahîbilind demên wî bê haydarî di zikê xwe de
winda dikirin, û carina ji bandora bîranînên welêt wî riya mal þaþ dikir. Erê..
ew bajarê ewropî pir xweþ e, lê mabûna wî li wir þaþ e. Çima çû, koç kir, revî,
doza regezxweziyê dike…… Pir kes bersivê dizanin, lê carina tirs dihêle ku
bersiv di berîkên mejû de birizin.
Li danê
piþt nîvro, li kolana nimre ``24`` ji meþa pir kabên Kurdo sist bûbûn, qatek
toz li solên wî yên kevnar girtibû, û rengê wan guhartibû. Çûkên zikê Kurdo
hawara birçîbûnê dikirin, di ber wan hawaran re wêneyê dêpîra wî û þîvên wê yên
xweþ dibûn kesreke kûûûr û ew di xeyalê de radigerandin.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Reþad
Þeref
Bizinek
ji keriyê pez ma li çolê, wê çi bike çi nake, ji xwe re xaniyek avakir û têde
jiya.
Piþtî
demekê du karik jê re çêbûn, navê yekê xiste Þeng û navê yan din xiste Peng.
Herdu
karikan gelekî ji hev hezdikirin û gelkî ji diya xwe jî hezdikirin û diya wan
jî zehf ji wan hezdikir û li ser wan ditirsiya!
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Çîrok: Qurf (kurte çêrok) |
Welîd Me`mo
Memo pala xwe çinî û bi dumahí kir , û sapê xwe
kiþand ser bêderan , þixrecíyên wî jî kirîfbûn .
her yekî ji wana cihêrek yan dudu vêra hebûn .
di ber þixran re karê qurfê dikirin ,
seriyên cehe û genim yên bi rê de weþîne ji
xwe re biref dikirin û dixistin cihêrên xwe .
Memo , li dawiya rojê hat ser bêdera , çavên wí li
cihêrên kirîfan ketin , dît ew miþtin ji seriyên dexlê .
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
[Ji çîrokên sînor -3]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê
derbask ê)
Lewend Dalînî
Di paþîya cemseyên leþkerî, ew tevde ber bi Nisêbîn ve
birin…Nisêbîna kû weke wan di bin bandora granîya wê șeva bi çavên melûl li bendey
mêvanê xwey wesîyayî dima? ew șeva ku nema li wan di qedîya? Di dîmahîkê de û di
bin dengê reqe reqa tavên buharê û baranê kû ew tev di șûștin bi dîmahîk dibû?,
ramanên wan jî di wê rewþa bi xezeb de dîsa tevlî hev dibûn, geh șan vedidan
weke tavên berqê û geh jî melûl û mest dibûn û diketin șînek kûr û bê dawî di
bin bandora êþkenc, êþ û jana canên wayî bê semax û bê berxwedan kû ber bi pêþerojeke
bê hêvî, tarî û ne zelal ve di meþîn.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Lazgîn Dêrûnî
Rovîkek hebû li derdora Gundekî ,demek bi ser de hat nêçîra wî kêm bû û
gelekî biçî bû ,halê wî nexweþ bû,Rovî fikirî wê çi bike da ku xwe ji mirinê
biparêze, pîlanek hat bîra wî ,bilez rabû û berê xwe da gund ,rastî Dîkekî hat
,Dîk jêre got:xêre tu dilezînê Rovî?Rovî lê vegerand got:bêje min Hecî Rovî,Dîk
got:ma tu çûyî Hecê?Rovî got na lê berê min li Hecê ye,Dîk got:ma tu min jî bi
xwe re nabê Hecê?Rovî bilez lê vegerand û got:ji xwe ez li hevalekî wek te
digerim ku bi min re bibê heval ,de fermo were em herin.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
|
 |
|