 |
|
 |
 |
 |
 |
 |
Rêber HebûnMa em li pêþ sawêrbûna civakê ne, ma em dikarin bêjin ku civak ew sawêreke di hiþên me de, ma hebûnek jêre heye?! Em nîþanên takekesî bi gelek tiþtan ve dibînin , li pêþ me biservediçin, mirov li dijî wan derdikeve, tevî ku me civakê mîna hêzekê bi rêya mirovê takekes dîtibû, qet çênabe em wê bi pergalê takekesên cudatemen û alî bibînin, di nav girtinheviyên ku dizên û ranawestin de, ji ber vê em wan deziyên tevderabasbûyî û di jiyanê de ne li hev dibînin, yê ku di çarçoveyê bîrdoziyeke sînordar de naye qalibkirin, ji ber ku dikeve di perwaza belavkirina gotinan û veþartina niyazan de, ji ber ku armanca girtinheviyan û binema civakê li ser ramana zeftkirin û serdestbûnê hatiye damezrandin, yê desthilata serwer ji bo dûrxistina berbozan pêktîne, |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Zanîngeha Rojava û Tezeke Nû li Dor Berhemên Min |
Konê Reþ Berî 4 salan Semîra Mistefa qutabiya ( Zanîngeha Rojava/ Beþa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: ( Min Konê Reþ Evîndarekî Welat Dît), pêþkêþî mamosteyên xwe di Zanîngehê de kir û bi pileyeke baþ teza wê hat pejirandin. Sala derbasbûyî 2022, Sîlva Þêxê jî ev teza xwe bi navê: ( Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî; Konê Reþ), ji zanîngehên Zanîngehê re pêþkêþ kir, teza wê jî bi pileyek zor baþ hat pejirandin. Sîlva Þêxê jî di pêþgotina teza xwe de wiha dibêje: (..Kêfxweþ dibim ku min karîbû çîroka nivîskar, helbestvan û heskerekî ziman û çanda kurdî bi xwendekaran bidim nasîn. Herwiha di riya hevpeyvîn, çavpêketin û xwendina pirtûkên nivîskar û helbestvan (Konê Reþ) re, evê ku xema wî her dem di xizmeta Kurd û Kurdistanê deye, min keda wî, di riya nivîs û helbesên wî de bi we daye naskirin. Konê Reþ; ev ê ku bi hewildan û berdewamiya xwe a dor 40 salî xizmeta ziman û çanda gelê xwe kiriye û dike.. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Pêþengê hunerê netewî (1948-1989). |
 Nizar YosifNasnameya hunermend ya hunerî, beþek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beþek jê ye. Hunermendê bi bandor nîþanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye. Têkiliya mirov ya spehîtayî bi zemînê re, mijara taybetkirî ya hunerê ye, û peywira (mohme) wî wênekêþiya hunerî ya cîhanê ye. Têkiliya hunermend bi rastiyê re û rûbirû bi ciwaniyê ve, sedemin ku hunermend hilgirê nazikiyan û barkêþê spehîtayê be, her dem bi verêj û çîkirinan derdorê xwe dixemilîne, di navenda her karê hunerî de ye. Jiyan bi kar û barên xwe ve, mijara hunerê ye, li ser hunermend serdeste. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Helwestek ji wefadariya Barzaniyê nemir beramber Þehîdê Fermande Mihemed Hesen Bacilorî. |
Bedel BacilorîPiþtî þehîdbûna babê min bi çend heyvekan, li sala 1984an, li dervera Silîvana li Rojhilatê Kurdistanê min seredana rêzdar Mesûd Barzanî kir. Cinabê wî pirsyar ji min kir, got: Tête bîra te li sala 1978an dema bîvelerzê(erdhej) li bajarê Tebes Gulþen daye? Min gote wî belê li bîra min tê. Cinabê wî got ez li welatê Emrîka bûm li dev Barzaniyê nemir ku wî demî yê nexweþ bû, çareseriya wî dihate kirin. Cinabê wî gotî: Em li pêþ televizyonê bûn, me guhê xwe dida deng û basan… demekê gotî ku bîvelerzê li îranê li bajarê Tebes Gulþen daye. Nêzîkî 25000 hezar kesan yêt hatîne kuþtin. Bihîstina vî deng û basî Barzanî zor nereht kir. Gotî: Ya rebî Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî diparastî bin. Ew du sal û nîv bûn ku mala me li bajarê navbirî bû. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Bûbê Eser! Ez Cahda xwe ji Beriya Mêrdînê, Dêrika Çiyayê Mazî û Çiyayên Barzan Tînim |
Konê Reþ Di roja 21/2/2023, 24 sal di ser banga Saziya UNESCO, ku 21ê Sibatê ji her salê “ Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, derbas bû. Bi vê helkeftinê min careke din ew gotarê ku nivîskar Bûbê Eser, bi navê: ( Konê Reþ vê cahdê ji ku tîne?), nivîsandibû, xwend.. Bi xwendinê re, ez pêre pêre li bajarê wî Dêrika Çiyayê Mazî, vegeriyam; Qedrî Can -nûxuriyê kovara Hawarê- û herdu nivîsên wî, di hejmarên 1-2/ 1932an de ku, dûrbûn û bêrîkirina xwe ji Dêrikê re diyar dike û Apo Osman Sebrî lê vedigerîne, di ber çavên min re derbas bûn.. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Zanyar di rû tirsê de li rojavayê kurdistanê |
Rêber Hebûn Nexweþî ew nîþana lawaziyê ye û bi xwe jî ji xuristiya mirovan e ji dema rêyên cuda girtin ji bo jiyanakirina kêliya demî ta roja mirinê hembêz bikin, û tirs mîna baweriyeke qayim e ji xelekeke ji reftar û reweþtên civakî hatiye, mirov birêve dibe ji bo nehestbûna xwe bikarbîne, û bermayê civakî bimije, ji çaxê zaroktiyê ve , ji ber ku zarok pêsîra diya xwe dimêtê û tiliyê xwe jî piþt re û bes nake, lê bi hizr û hestê xwe ve bi derbasbûna mezinbûna ramanê xwe dimije, ji ber vê yekê em keda afrênerî dibînin bi rehjenên mirov û berketiyên wî re bi heman demê derbas dibe, ji bo vegirtina nirxa herî baþ di rûbirûbûnê de , û diyarbûna rastiya wê a daxwaza jiyaneke bêhtir dadmendî û xweþî dike, |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: PENa Swêdî hejmarek taybet li ser Lîtertûra Kurdî bi sê zimanan weþand. |
Dilþa Yûsûf –SwêdKovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP)di hejmara xwe ya 16 þubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weþand. Kovar bi sê zimanan weþana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin. Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê weþandin. Di xeleka yekemîn de gotareke nivîskar û serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez bi sernivîsa ( Parastina zimanekî tê wateya parastina tevayî zimanan)hatiye weþandin. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Ez Avakirina MakPirtûkê Li Almaniya Pîroz Dikim |
Konê Reþ
Nameya MakPirtûkê bo min: Ev dem û hemû demên we xweþ bin. Em bi kêfxweþî radigihînin ku li Almanyayê pirtûkfroþek bi navê https://makpirtuk.de/ vebûye û niha em wekî MakPirtûkê bo we dinivîsin. Hêjayan bi vê peyamê mebesta me ew e ku em haya we ji xwe çêkin. Her wisa em dixwazin bidin zanîn ku heta ji me hat, hemû pirtûkên kurdî yên li ber destan heyî me komkirin û em dê hewl bidin wan bigihînin xwînerên we/me yên li ewrupayê û li sernaserê cîhanê. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Çîrokek Fêrkirina Zarokan Ji keleporê Kurdî Hebê Lebê! Hebê Bi Çenda? |
Konê ReþEm zarok bûn. Apê me Birko (Hecî Îbrahîm), kalekî Heyþtê salî bû, nîvmela bû, baþ zanîbû çîrokan bibêje û gelek serpêhatiyên wî hebûn.. Dema ku dihat odeyê û zilamên xerîb nebana, tenê yên malê bana, me doza çîrokan lê dikir.. Ji me re digot; qehwê ji min re gerim bikin.. Bi vexwarina qehweyê re çixareyek ji kîsê tûtina xwe dipêça, çend miz jê dikiþandin, dûyê çixareya wî bi ser serê me de bilind dibû û ji nû dest bi çîrokan ji me re dikir.. Belê dema ku wî ev çîroka (Hebê lebê! Hebê bi çenda?) digot, berî ku bêje, ji me re digot; ji Yekê heya Duwazda hûnê bêjin: (Hebê lebê! Hebê bi 1-12), ezê bersiva we ji Yekê heya Duwazda bidim û wiha destpê dikir: |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Zanyarî baweriya tek hebûnê ye |
Rêber HebûnRastiya zanyarî tune dibe dema em xwe radestî tundirwiyê dikin, ew kelem metirsîdar e û dibe asteng pêþ zanyaran ta negihin hebûneke ji wêranî vala, û tundirewî ji navdariya pîrozbûnê hatiye, û hêzên xwedî berjewendî di civakên devgirtî de wêna belav dikin , û hêzên serdest sûdê ji vê digrin bi rêya siyaseta afirandina alozoyên bidûhevdû , û belavkirina tundirewiyê bi rengekî kirdeyî xizmeta berjewendiyên diravî û malgirtina sermedarî dike,û derfeta qezenc û kedxwariyê zêde dike, ligel bicîkirina ne aramî û zorenga comî an partîtî an netewî ,û ev yeka berdewam rê vedike ji mîrên cengê û dewlemendên wê re bi rêya mijolkirina gelên paþdemayî bi awayekî siyasî û herwisa dûrxistina wan ji rêxistina civakî ji bo afirandina kortên kûr û berdewam, û wisa jêre hêsan dibe pêvajoyên malgirtin û sepandina raspêrîkirin û destwerdana biyanî, |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Cîhangêriya zanyarî |
Rêber HebûnArmanca a ku divê bi rêya wî hinirên zanyarî ji bo hebûnê bi yek bin ewa bi dîtina þêweya rêxistinî a giþtî ye, û ewa destika gerentor e ji berdewamiya pêþveçûnê bi rêya berdana cîhangêriya zanyarî, ji ber ew destpêka zengila dawiya aloziyan e ,yên gelan dorpêç dikin û wana di warê aborî de diwestînin, û wana jî li cengên vala û berdewam dehf didin , û rêxistina sertî ,birçîbûn û zordariyê bi rêya cîhangêriya zanyarî wêran dibe, û kelemên yên di nav zanyar de li warên hebûnê bi dawî dibin, di bin siha vê cîhangêriyê de jiyana hevbeþ û destdanhevî di navbera cudahiya desteyên dewlet û herêman de pêktê , ji bo pîlankirina pêþerojek e gulî ji hebûna bedew re, û tunekirina malgirtin û têgehên wê yê bi aliyê ezezî, nezanî û zorê diçe. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
|
 |
|