 |
|
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: DAXUYANIYA DAWÎ YA XEBATÊN KONGIRÊ ÇAREMÎN YÊ TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ - SÛRIYA |
 Di 27.1. 2023an de, Tevgera Çaksaziya Kurdî - Sûriya kongirê xwe yê çaremîn li bajarê Qamiþlo bi beþdariya nûnerên hevrêzên tevgerê li derveyî welat (Herêma Kurdistanê – Tirkiye – Ewropa) bi rêya sê platformên serhêl di bin duruþmên jêrîn de lidar xist: - Ji bo avakirina Sûriye weke dewleteke federal û xwedî gelek netewe û ol ji bo hemû gelên wê. - Efrîn,Serê Kaniyê Parçeyeke nayên veqetandin ji herêmên kurdî li Sûriyê. - Mafên gelê Kurd û demokrasiya li welat ji hev nayên veqetandin. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Daxuyaniya dawiyê ya konferansê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya |
 Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, li roja þemiyê 3/4/2021, yekemîn konferansê xwe li ser tora Online, ji ber ku nikarî rûbirû lidar bixe ji ber rewþa tenduristiyê ya tirsnak li cîhanê ji encama belavbûna bela Korona, ku bi giranî ziyan gehandiye gelek welatên cîhanê, û hin bendên tund li her kesî hatine standin. Þerê felaketî yê ku rejîmê li ser miletê Sûrî bi giþtî û gelê Kurd bi taybetî sepand, û paþî encamên trajîk yên li pey wê, tevî ku herêmên kurdî rastî çend êrîþên terorîstî û dagîrkirina herêmî hatin, ku bûn sedemên koçbarkirina bi mîlyonên sûriyan, di nav wan de bi sedhezaran mirovên Kurd, ku welatê xwe çolkirin û penaberî welatên Ewropa bûn, ji wan bi dehan kesên nivîskar û rojnamevan, ji ber vê yekê Yekîtiya Nivîskaran xwest ku nûnerayetiyekê ji bo nivîskaran li welatê diyasporayê ava bike, bona rêxistinkirina kar û xebata nivîskaran li gorî îmkanên heyî ji bo pêþkêþkirina xizmetkariyên rewþenbîrî û zimanî, her wisa nivîskaran xwest ku konferansê xwe lidar bixin ji bo timamkirina karûbarên duyemîn kongirê Yekîtiyê yê þeþ salan dereng ket ji ber amadenebûna piraniya endamên wê yên li welatên Ewropî. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Daxuyaniyek bi helkefta koça dawî ya Seydayê Tîrêj |
 Îro, 19 sal di ser koça dawî ya Seydayê Tîrêj re dibûrin, Seyda weke îro, di 23.03.2002an de serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veþartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî, û ew roj, li Rojavayî Kurdistanê, bû rojeke bi nav û nîþan …. Seydayê Tîrêj, di sala 1923an, li gundê Nicim, ê ko dikeve rojavayî
bajarê Qamiþlo, ji dayik bûye, ew heþt salî bû, li gundê Sêmitikê Newaf,
û li ser destê Mela Ibrahîmê Golî, Quraan û çend pirtûkên ayinî
xwendin, piþtre li Amûdê di dibistana fermî de pênc salan xwend; |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Ji Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye |
 Gelê me li Rojavayî Kurdistanê çavên wan her li guftûgoya Kurdî-Kurdî bûn, û li hêviyê bûn ko di demeke nêzîk de rêkeftin di navbera herdû aliyên guftûgoyê pêk bê, û yekîtiya rêza tevgera Kurdî encam bide, lê ev bûyerên dawî ko li Rojavayî Kurdistanê çêbûn, didin xuyakirin ko pêvajo ber bi rêyeke nebaþ de diçe, û metirsiyê dixe dilê herkesî, nemaze ko çend nûsîngehên partiyên ENKS, bi destên kesin tûndrew ko her çendakî xelkê ditirsînin, hatin þewitandin, û heya niha kes ji wan nehatiye girtin, lê hemû kes zanin û dibêjin ko ev tawanker ser bi PYDê û PKKê ve ne, ji ber ko berî niha jî bi van karan rabûne, û rêvebiriya xweser heya niha deng jê nehatiye, û tiþtek derbarî van kiryaran nekiriye; |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Daxuyanî Ji bo 36 saliya koçkirina seydayê Cegerxwîn |
 Me, wek Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, her sal di vê rojê de, û bi taybetî li bajarê Essen, li Elmanya, me ahenga roja helbesta Kurdî li dar dixist, ko heman roja koçkirina helbestvanê mezin û behremend, helbestvanê herî navdar li Rojavayî Kurdistanê, seydayê Cegerxwîn e, xwediyê rola fireh û gelekî bi bandor di þiyarkirin û xurtkirina hestê netewî di nav gelê Kurd de, ew bixwe di gelek senger û çeperan de dixebitî, û têkoþînek bê rawestan dikir, çi di warê wêje û helbestê de, û çi di warê siyasî de, loma gelek caran hatiye zindan kirin, û sergon kirin jî, xweragir bû li himber rêjîmên diktator ên herî dijwar, û herdem di pêþiya xwepêþandanên dijî wan de bû ... |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Sipasî û Daxuyanî |
Ibrehîm ÞitloBerêz Konê Reþ di Nivîsara xwe ya di Rojnama Welatê me de bi navê: Gera lipey Þopa Dr. Nûrî Dersimî çapbûye gelek ji Dil û xwîngermî nivîsandiye. Sipasiya min jê re hene ji bo Bîranîna Qehremanê Serhildana Dêrsimê û bi taybet ew Rêzên giranbiha û hêja ku li dawiya Lîkolîna xwe û Bîranina 47 Saliya Koçberiya Dr. Nurî Dersûmî. Lê ji ber Giranbuhaya Têkoþîna Dr. Nurî Dêrsîmî û ji bo diyarkirina rastiya Koçberiya wî ez dixwazim van Bûyeran diyarkim û hinek Gotinan rastkim: |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Amerîka lihevkirina pêþîn ya Kurda weke pêngavek girîng a dîrokî ber bi lihevkirinên mezintir û hevkariya pratîk pêþwazî dike. |
 June 17,2020 Di 16 Hizêrana 2020 de, li bajarê Hesekê,Sûriye, andeyên Meclîsa Nitimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Nitimaniya Kurd qonaxa yekemîn ji danûstandinên yekîtiya Kurdî bidawî kirin. Her du ؛andeyan –bi serokatiya PYD û KDP-S- ji dezgehên ragihandina herêmî re pitrast kirin ku gihitin lihevkirinên pêîn da ku Peymana Duhokê ya 2014 bikin bingehek ji bo berdewamkirina danûstandinên yekrêziya kurdî, ku dê Hevkariya خdarî, Serwerî û Parastinê tê de binirxînin. Herdu aliyan li ser nêrînek siyasî ya hevbe li hev kirin û tekez kirin ku ew dê berdewam bin danûstandinan de bi mebesta ku peymanek berfireh di pêeroja nêz de îmze bikin. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Rewþen TV dest bi weþanê dike. |
 Roja înê, 29ê gulanê 2020an, Rewþen Tv bi rêya Internet û medya civakî dest bi weþanê dike. Rewþentv kenaleke serbixwe û azad e, ne bi ser aliyekî siyasî, partî, rêxistin û dezgehan ve ye, bi karînên kesane dest pê dike, sûdeya samanî ji dûv tune û jê nayê girtin, ew ê dengê bêdengên Rojavayê Kurdistanê be, dengê gelê kurd be li Rojavayê Kurdistanê, daku em hemû bi hevûdu re berjewendiyên giþtî yên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê biparêzin û bidin pêþ. Ew ê hewl bide yekrêzî û hevgirtina siyasî û civakî biparêze, þaþî û kêmasiyan destnîþan bike, daku çareseriyan jêre bibîne. Ew ê qet dijîtiya aliyekî siyasî, grûpek civakî, ol, kêmnetew û baweriyên xelkê neke. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: DAXUYANÎ derbarî roja rojnamegeriya Kurdî |
 Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û didoyê meha Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîþankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, ê ko Mîr Miqdad Midhet kurê Mîr Bedirxan Paþa pê rabibû, bi derxistin û weþandina yekemîn rojnameya Kurdî, û bi zimanê Kurdî, bi navê Rojnameya (Kurdistan), li bajarê Qahire, paytexta Misrê, di roja 22.04.1898an de; û li bêtirî bajar û herêmên Kurdistanê belavkiribû, di gel ko, di wê serdemê de derfet gelekî kêm û hindik bûn, û rewþ û merc jî gelekî sext û zehmet bûn, rê û alavên ragehandin û çûn û hatinê jî gelekî hindik û bi zehmetî bûn, û gelek dem dixwarin; di wê serdemê de, ne firoke hebûn, ne Berîda bi lez hebû, ne Radyo, ne televizyon, ne Internêt, ne jî E-Mail û Fêsbûk û hemerengên wan ên din, hebûn; çapxane û çapemenî jî, li gorî roja îro, gelekî destpêkî, seretayî, kevn û li paþketî bûn; di gel van hemû rewþ û mercan de, Mîrê rojnamegeriya Kurdî ew rojname derdixist û belav dikir, çi lê diçû jî ji kîsê xwe, ji bêrîka xwe, dida, buhayên hejmarên ko belav dibûn hindik lê vedigeriyan, ango jêre dihatin; ji loma, bi rastî, hêja bû ko ew ciwanmêr, weke Mîrê Rojnamegeriya Kurdî bê naskirin, û herweha hêja bû ko ew roja derçûna rojnameya wî (Kurdistan), li seranserî Kurdistanê, bibe Roja Rojnamegeriya Kurdî. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Daxuyaniyek ji Komîteya Xelata Seydayê Tîrêj |
 Weke îro, di roja 23.03.2002an de, li bajarê Hisiça, Seydayê Tîrêj serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veþartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî, û ew roj, li Kurdistana Rojava, bû rojeke bi nav û nîþan …. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Kurd rûmeta dostên xwe diparêzin Xelata Osman Sebrî ji MELÎKE MEZZAN re çû |
 Komîta xelata
Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan, sala 1998ê ji hêla gurûpek nivîsevan û
rewþenbîrên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de hate damezirandin, û ji wê demê de heya
îro sê dostên Kurd xelat kirine, ew jî ev in: Civaknasê Tirk Dr.Îsmaîl Bêþikcî,
xanima Feransa Danyal Mîtêran û yasanasê Îraqî Dr. Munzir El-Fedil.
Vê carê jî
endamên komîtê, ji ber ku hinek li hundir welêt in, û hinek jî li derveyê
welêtin, di riya Messengerê re, pêþniyara hevpîþeyê xwe Heyder Omer, ku
helbestvana Emazîx MELÎKE MEZZAN, wek
kandîdat pêþniyar kiribû, gotubêj kirin, û hemiyan ev pêþiyar pejirandin.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Daxuyanî: Dîtina me li ser serkeftina HDP |
Di serî de, em serkeftina gelê xwe, di her parçeyekî Kurdistanê de, pîroz dikin û wekî serkeftina teviya neteweya Kurd dinirxînin. Lê wekî hêzeke ramiyarî, em mafê xwe di dîtina xwe ya azad de ji dest nadin. Baþ bû, ku partiya Erdogan AKP xewna standina piraniya dengan bi tenê xwe ji dest da, da ku serdestiya an „hegemonya“ wê û piþtgîriya wê ya veþartî ji bo Apociyan, ji niha ve, jar an „qels“ dibe. Di vê yekê guman tun ye, ku HDP projeyeke dewletê ye, da gelê Kurd ber bi Tirkbûnê ve bibe. Û ew îro bi serket, ji ber ku gelê Kurd li bakurê Kurdistanê, ta niha jî, raza ye û gora xwe bi destên xwe dikole!
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
|
 |
|