Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Dilovan Tu Y

 



Gulistan Awaz

Ji du salan de!
Sibehên bê te
Her ku bi ser rêya hilhatinê dikevin
Pirsa tîrêjên çavên te
Tava dengê te dikin
                    Rê, a û winda dibe...
Cejn û ahiyên bê te
Her ku dikin canê me bixurînin
Li kêfxweiya dilê te
ekirpeyvên te dipirisin
                     Can, sar û sar dibe...


Anê!
Ku te zanîba!
Ji wê Çaremê de
Bi hesreta peyva Anê
Liyan in stûyên rojan
Axînkê in
Û hestên me
Di nava êlepên biyaniyê
Li ber bahoza sarwelatan
Tiliyên dûriyê bi çi êî dicûn...
Di valahiya ku te li pey xwe hîtiyî
Sal li pey salê
Demsal li pey demsalê
Keserên henasewitî zîl didin..
Lê Anê!
Ku te zanî ba!
Ji wê rojê de
Mûmên rojbûna Zeynebê
Bi ahiyeke beravêtî
Girnijîneke ne ji dil
Bi lêvên cirifandî vedimirin
Û peyalên cejneke nîvçe
Di diltengiya kêliyên bê te de
                                    Vala dibin..
Li te digerin
   Li bîranînên te
      Xwezimanê te
         Li wêneyên te vedigerin
            Di dil û aneyan de zindî yî tu
Bihna te dipelînin
Destmala ku hîn jî, bihna porê te
Di nav de xewkirî ye
Fîstanê ku hîn jî, bihna canê te
Di nav de parastî ye
Mekin hembêz dikin
Kûûûr bihin dikin
                Aram nabe ev dil...
Carekê
Hewil didim
Bejna rojan
Bi cawê hêviyan perspan bikim
Bi meqesa demê
Cilên bikeser û derdgiran bibirim
Û pirî caran
Hewil didim
Devê birîna me xwîk û birayan
Bi dilovaniya ku te bi dilekî germ
Di canê jiyana me de çandiye
Derman bikim.

11.05.2024

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark