Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger




 Efrîna min! Girî li bejna te netê            Helepçe            Serpêhatiyek:            Agahî            Berê nuh: “Mihmed Þêxo huner û jiyan”. Ji nivîskar Qado Þêrîn.            Ey Felek            Nivîskar û Helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî.. Mijarên wî bigiþtî li ser Riyalîzim (rasteqîne) û carnan bi þêwazê Romantîk hatine nivîsandin:            Sawêrbûna civakê            Zanîngeha Rojava û Tezeke Nû li Dor Berhemên Min            Pêþengê hunerê netewî (1948-1989).            Dil diþewitî wêranbû Maraþ Gurgum            Amed Spor            Helwestek ji wefadariya Barzaniyê nemir beramber Þehîdê Fermande Mihemed Hesen Bacilorî.            Barzanî; 44 sal ji Oxirkirinê û 62 sal ji Þoreþa Îlûnê            Supasnameyek bo Komara Federal ya Almanya û serokê wê

Gotar: Serpêhatiyek:


Hesen Xalid

Di Newroza sala1994 an de, heger hiþ min nexapîne, xweþ tê bîra min, ez þagirtê dibistana çaksaziyê bûm ya li bajarê "Dêrika hemko", roja berî cejna Newrozê (Roja gurkirna Agrê Newrozê) min berê xwe da gund, wekî her sal gundiyan hûr û gir jin û mêr xetîra Agirê Newrozê pêdixistin, xetîre "Agir" ji çend dolaban pêk dihat, ku berî vê dîrokê bi mehekê ya jê bihtir amade jêre dihate kirin çi diziya dolabekî ya jê dîtin ya jê xwestin ji xwediyê alavên çûn û hatinê, pêxistina agir li du deveran dihate gurkirin, her du dever li baniya gund digerin di navbera wan de 400 ta 500 mitir hebûn bi al û wêneyên her du serokan "Barzanî - Ocelan" û bi silogan û sitranên cuda ahinga êvara berî Newrozê bi rêve diçû ...

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Agahî


Bavê Zozanê

Berî her tiþtî ez cejna Newrozê li dost û heval û tevahiya gelê xwe pîroz dikim li welat û li dervî welat .

Lê li  Europa li welatê penaberiyê tiþtê herî balkêþ ku merov matmayî jê dimîne ew e ku li va welatan her girûpek  her komelek her tîmek her komek her partiyek her saziyek evê cejna pîroz ne di roja wê de lidardixin.

Bi mehna karê milet heye ,dibîstana zaroka heye û gelek eger û çîrokên pûç û vala,çime ez qurban qê li welat karê milet  nîne yan jî dibîstana zarokan nebû???

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Berê nuh: “Mihmed Þêxo huner û jiyan”. Ji nivîskar Qado Þêrîn.


Nizar Yosif

Keda nivîskarê birêz Qado Þêrîn di durv kirina pirtûka li ser hunermendê bê hempa nemir Mihemed Þêxo de cihê rêzê û syanetê ye.
Ev ked û lêkolîn û dayînhev bi awayek hostayî ji birêz Qado Þêrîn, encam da, bû verêjek saxlem giha nava lepên xwêneran. Kedek wisa di derbarê hunermend ê xwedan helwest, ku jiyan û hemî xweseriyên xwe ji dozê re terxan kirîn û surgûn bûyî, ji me re cihê romet û bextewerî û þanaziyê.  
Min bi lezgînî bergê wê vekir, li naverokê temaþe kir û sernav xwendin, di nava wan de pêjna cefa û zehmetkêþiyên ku nivskar têre derbas bûyî dîtin, ta radeyekê pê serwext bûm.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ey Felek


Bavê Zozanê
 
Bi rastî dema navê hunermendê bala Mihemed Þêxo tê gotobêjkirin yek ser deþt û  çiyayê Kurdistanê tê ber çavê me, yan jî - ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn – dikeve guhê me

Bêguman merov tar û mar di be di bin wî barê kul û xemên ku Mihemed Þêxo çil salî bi xwîn û rondikê xwe av didan  wisa bi bihna wan þêniyan wan kulan wan xeman awazên xwe di hûna û dirêst ,bihna kezeba wî tevlî endekoyên kurdistanê dibû loma me serxweþ dike di wê kelaha xwede..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Nivîskar û Helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî.. Mijarên wî bigiþtî li ser Riyalîzim (rasteqîne) û carnan bi þêwazê Romantîk hatine nivîsandin:


Birahîm Qasim

`` Derdên me pir in û giran in li min bibûrin ez tê nagihim çawa mirovekî  kurd  û hez ji kurdan dike û  ji binî guh nade zimanê kurdî.``

      Mûsa Oskê Zaxuranî:

Helbestvan û Nivîskar e, li gundê Litêfiyê ku dikeve  herêma Qamiþlo, ji binemaleke cotkar û welatparêz, li sala 1955an jidayik bûye.
Bavê wî Osê Zaxuranî (Osmanê Xelef): Mirovekî naskirî bû bi comerdî û welatparêziyê, ew ji gencîniya xwe ve tevlî bizaf û tevgera kurdî bûbû, wesa bandora wî li malbat û hemû dost û kesên wî dinasî  hebû.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Sawêrbûna civakê


Rêber Hebûn

Ma em li pêþ sawêrbûna civakê ne, ma em dikarin bêjin ku civak ew sawêreke di hiþên me de, ma hebûnek jêre heye?!
Em nîþanên takekesî bi  gelek tiþtan ve  dibînin , li pêþ me biservediçin, mirov li dijî wan derdikeve, tevî ku me civakê mîna hêzekê bi rêya mirovê takekes dîtibû, qet çênabe em wê bi pergalê takekesên cudatemen û alî bibînin, di nav girtinheviyên ku dizên û ranawestin de, ji ber vê em wan deziyên tevderabasbûyî û di jiyanê de ne li hev dibînin, yê ku di çarçoveyê bîrdoziyeke sînordar de  naye qalibkirin, ji ber ku dikeve di perwaza belavkirina gotinan û veþartina niyazan de, ji ber ku armanca girtinheviyan  û binema civakê li ser ramana zeftkirin û serdestbûnê hatiye damezrandin, yê desthilata serwer ji bo dûrxistina berbozan pêktîne,

Bixwîne... Gotar

Gotar: Zanîngeha Rojava û Tezeke Nû li Dor Berhemên Min


Konê Reþ
 
  Berî 4 salan Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava/ Beþa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor min bi navê: (Min Konê Reþ Evîndarekî Welat Dît), pêþkêþî mamosteyên xwe di Zanîngehê de kir û bi pileyeke baþ teza wê hat pejirandin. Sala derbasbûyî 2022, Sîlva Þêxê jî ev teza xwe bi navê: (Çîroka Nivîskarekî Ziman û Çanda Kurdî; Konê Reþ), ji zanîngehên Zanîngehê re pêþkêþ kir, teza wê jî bi pileyek zor baþ hat pejirandin.
Sîlva Þêxê jî di pêþgotina teza xwe de wiha dibêje:
  (..Kêfxweþ dibim ku min karîbû çîroka nivîskar, helbestvan û heskerekî ziman û çanda kurdî bi xwendekaran bidim nasîn. Herwiha di riya hevpeyvîn, çavpêketin û xwendina pirtûkên nivîskar û helbestvan (Konê Reþ) re, evê ku xema wî her dem di xizmeta Kurd û Kurdistanê deye, min keda wî, di riya nivîs û helbesên wî de bi we daye naskirin. Konê Reþ; ev ê ku bi hewildan û berdewamiya xwe a dor 40 salî xizmeta ziman û çanda gelê xwe kiriye û dike.. 

Bixwîne... Gotar

Gotar: Pêþengê hunerê netewî (1948-1989).


Nizar Yosif

Nasnameya hunermend ya hunerî, beþek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beþek jê ye. Hunermendê bi bandor nîþanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye.
Têkiliya mirov ya spehîtayî bi zemînê re, mijara taybetkirî ya hunerê ye, û peywira (mohme) wî wênekêþiya hunerî ya cîhanê ye. Têkiliya hunermend bi rastiyê re û rûbirû bi ciwaniyê ve, sedemin ku hunermend hilgirê nazikiyan û barkêþê spehîtayê be, her dem bi verêj û çîkirinan derdorê xwe dixemilîne, di navenda her karê hunerî de ye.  Jiyan bi kar û barên xwe ve, mijara hunerê ye, li ser hunermend serdeste. 

Bixwîne... Gotar

Gotar: Amed Spor


Ezîz Xemcivîn

Li Rojavayê Kurdistanê 12 adara 2004an Tîma Dêra Zorê û hogirên wê bi hemû kîna xwe berê xwe dan bajarê Qamiþlo, di kîjan bajarê Kurdan re dibuhirîn ji Kurd û serok û nîþanên Kurdan re xiber û dijûn didan..
Li lîstgeha Qamiþlo hogirên herdu aliyan pevçûn, sê Kurd pakrewan bûn..
Roja din ji Dêrika Hemko heta bi Kobanî û Efrînê hemû bajar, bajarok û herêmên kurdî rabûn ser xwe û xwepêþindan û girseyên herî bi hêz û tund pêkanîn..
Rojava hemû vêket di encamê de bi dehan Kurd pakrewan bûn..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Helwestek ji wefadariya Barzaniyê nemir beramber Þehîdê Fermande Mihemed Hesen Bacilorî.


Bedel Bacilorî

Piþtî þehîdbûna babê min bi çend heyvekan, li sala 1984an, li dervera Silîvana li Rojhilatê Kurdistanê min seredana rêzdar Mesûd Barzanî kir. Cinabê wî pirsyar ji min kir,
got: Tête bîra te li sala 1978an dema bîvelerzê(erdhej) li bajarê Tebes Gulþen daye?
Min gote wî belê li bîra min tê. Cinabê wî got ez li welatê Emrîka bûm li dev Barzaniyê nemir ku wî demî yê nexweþ bû, çareseriya wî dihate kirin.
Cinabê wî gotî: Em li pêþ televizyonê bûn, me guhê xwe dida deng û basan… demekê gotî ku bîvelerzê li îranê li bajarê Tebes Gulþen daye. Nêzîkî 25000 hezar kesan yêt hatîne kuþtin. Bihîstina vî deng û basî Barzanî zor nereht kir. Gotî: Ya rebî Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî diparastî bin. Ew du sal û nîv bûn ku mala me li bajarê navbirî bû.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Barzanî; 44 sal ji Oxirkirinê û 62 sal ji Þoreþa Îlûnê


Konê Reþ

   Di 44 saliya koçkirina Barzaniyê Nemir de, bi min xweþ e li destpêka Þoreþa Îlûnê vegerim û vî rûpelê windayî ji we re bînim ziman; Di 11ê Îlûna 1961ê de, dema ku Þoreþa Îlûnê bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, berpirsyarên rêjîma Sûriyê di parêzgeha Hesekê de dest bi civînên piþtgiriyê ji bo rêjîma Abdulkerîm Qasim, dijî þoreþa Barzaniyê nemir kirin.. Destpêkê, civînek li gundê Rimêlana Paþê pêk anîn û di wê civîne de ji Þêx Reþîdê Dêrþewî xwestin ku gotinekê dijî þoreþa Barzanî bibêje.. Þêx wiha li wan vegerand:

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Supasnameyek bo Komara Federal ya Almanya û serokê wê


Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di 20ê Reþmeha 2023an de li paytexta Almanya Berlînê li ber dergehê dîrokî Brandenburgê bi zimanê kurdî peyameyeke sersaxiyê þand bo malbatên qurbaniyên erdheja wêranker ya ku di 6ê Reþmehê de li herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê qewimî, bi taybetî li Mereþê li Bakurê Kurdistanê û bajarê Cindêrisê yê girêdayî herêma Efrînê.
Di demê ku em helwêsta Serokomarê Almanyayê û herwiha piþtevaniya mirovî ya hikûmet û gelê Almanyayê bilind dinirxînin û zêdebarî pêþkêþkirina alîkariyên zêdetir û þandina tîmên rizgarkirinê bo navçeyên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, 

Bixwîne... Nûçe

Daxuyanî: Daxuyanî û þermezarkirin ji bo raya giþtî.


Brûsk Þêxo

Min berê jî naveroka wê pirtûkê red kiribû, ku ji aliyê kesên ku xwe wek nivîskar û helbestvan didine diyar kirin, weke yê bi navê Miþeal Osman û hevalê wî Îbrahîm Ebdî, derbarê Mihemed Þêxo û hunera wî de.
Her wiha beriya çend salan min bi Miþeal Osman re pêwendî danî û jê re got ku naverok û babetên pirtûka ku ew dixwaze li ser jiyan û hunera Mihemed Þêxo biweþîne ne rast û durust in, û gelek þaþî tê de hene, û tê de delîl û belgeyên rasteqîne li ser jiyan û hunera Mihemed Þêxo tune ne.

Bixwîne... Daxuyanî

Çîrok: Ji çîrokên vê berhema min a çapkirî


Bi weþandina van kurte çîrokan, wê çîrok nivîsek bi nav bibe, ew e: Lewend Dalînî (Sêf Dawid)! Ev ne propagend ye, an jî rêklame ke, na! ew rastiyeke, dema ku xwendevan sêzdeh, çîrokên vê pirtûkê bixwîne. Ev bi xwe ne merceke, lê belê daxuyaniyek wêjeyî ye.
Brahîm Mehmûd

Çîrok 1.
HÊVÎYÊN QURMIÇÎ

Lewend Dalînî

Diya Bêkes dixuyê ku qedandin li vî bajarî nemaye bavo, ma çi qewimîye!?Ka fincanek qehwe vê sibehê bide min û peyre ezê bi rexê sinceqê ve dagerim! ji dostekî, ji hevalekî yan jî mirovekî, ku bi deynê xwe çend qurûþekî bidê min, bi hêvî me ku ezê bikaribim kirya þandina van pirtûkên xwe bînim û rêkim welatê biyanî yê?

Bixwîne... Çîrok

Gotar: Bûbê Eser! Ez Cahda xwe ji Beriya Mêrdînê, Dêrika Çiyayê Mazî û Çiyayên Barzan Tînim


Konê Reþ

Di roja 21/2/2023, 24 sal di ser banga Saziya UNESCO, ku 21ê Sibatê ji her salê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, derbas bû. Bi vê helkeftinê min careke din ew gotarê ku nivîskar Bûbê Eser, bi navê: (Konê Reþ vê cahdê ji ku tîne?), nivîsandibû, xwend.. Bi xwendinê re, ez pêre pêre li bajarê wî Dêrika Çiyayê Mazî, vegeriyam; Qedrî Can -nûxuriyê kovara Hawarê- û herdu nivîsên wî, di hejmarên 1-2/ 1932an de ku, dûrbûn û bêrîkirina xwe ji Dêrikê re diyar dike û Apo Osman Sebrî lê vedigerîne, di ber çavên min re derbas bûn..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Zanyar di rû tirsê de li rojavayê kurdistanê


Rêber Hebûn

Nexweþî ew nîþana lawaziyê ye û bi xwe jî ji xuristiya mirovan e ji dema rêyên cuda girtin ji bo jiyanakirina kêliya demî  ta roja mirinê hembêz bikin, û tirs mîna baweriyeke qayim e ji xelekeke ji reftar û reweþtên civakî hatiye, mirov birêve dibe ji bo nehestbûna xwe bikarbîne, û bermayê civakî bimije, ji çaxê zaroktiyê ve , ji ber ku zarok pêsîra diya xwe dimêtê  û tiliyê xwe jî piþt re û bes nake, lê bi hizr û hestê xwe ve bi derbasbûna mezinbûna ramanê xwe dimije, ji ber vê yekê em keda afrênerî dibînin bi  rehjenên mirov û berketiyên wî re bi heman demê  derbas dibe, ji bo vegirtina nirxa herî baþ di rûbirûbûnê de , û diyarbûna rastiya wê a daxwaza jiyaneke bêhtir dadmendî û xweþî dike,

Bixwîne... Gotar

Gotar: Tahir Silêman û 20 Saliya Rojnameya Dîplomat!


Konê Reþ

   Wek ku diyare ji ber perçebûna Kurdistanê û qedexebûna zimanê Kurdî, çapemeniya Kurdî di sirgunê de avis bûye û zaye..! Ew avisbûn û zabûn bi saya serê welathez û ronakbîrên kurdan yên bi xîret û rûmet destpê kiriye.. Wek Bedirxaniyên ku gelek kovar û rojname di sirgunê de weþndine ku, rojnameya (Kurdistan/ 1898) yak u li Misrê derçûye yek ji wa ye. Jixwe Mîr Celadet Bedirxan yê ku bi navê bavê alfabeya Kurdî latînî di Kurdistanê de hatiye naskirin, wî jî di sirgunê de li Þamê kovara xwe (Hawar/ 1932), bi kurdiya latînî çap û belav kiriye..

Bixwîne... Gotar

Gotar: PENa Swêdî hejmarek taybet li ser Lîtertûra Kurdî bi sê zimanan weþand.


Dilþa Yûsûf –Swêd

Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP)di hejmara xwe ya 16 þubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weþand.
Kovar bi sê zimanan weþana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin.
Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê weþandin.
Di xeleka yekemîn de gotareke nivîskar û serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez bi sernivîsa ( Parastina zimanekî tê wateya parastina tevayî zimanan)hatiye weþandin.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Spasnameyek vekirî


Ji serokê gelê Kurd û P.D.K  Rêzdar  KEK MESUD BARZANÎ re.
Ji serokê hukumeta herêma Kurdistanê Rêzdar NÊÇÎRVAN  BARZANΠ  re.
Bi navê (komîta xelata Osman Sebrî)  li Rojavayê Kurdistanê .
Bi navê gelek (nivîskar û rojnamevanên  Kurdên Çiyayê Kurmênc) silavên niþtimanperwerî ji navenda bajarên we EFRÎNÊ û CINDIRÊSA zamdar ji we re diþînim.
Em ji bo alîkariya niþteciyên Çiyayê Kurmênc we pir spas dikin û em bi we re  dibêjin:         Hûn RÛMETA GELÊ KURDISTANÊ NE.

Bixwîne... Nûçe

Daxuyanî: Daxuyaniya Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) derbarê Erdheja li Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê


Bi dilekî pir xemgîn em nûçeyên erdheja ko li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê çêbûye diþopînîn, di evê derbarê de bi navê Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê þilêswîgê (birêveber û endamên) komeleyê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û em hêvî dikin rewþa birîndaran saxlem û çareser bibe û ew kesên li jêr wêraniyê mane bi lez rizgar bibin..
Hêjayî gotinê ye, evê sibeha 06.02.2023 li bêtir ji 20 bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê erdhejeke mezin bi pleya 7.7  bi pîvana Rexter çêbûye û navenda wê bajarê Mereþê ye, di encamê de hejmara qurbaniyan bêtir ji 1500 kesan mirine û bi hezaran birîndar û bi sedan li jêr wêraniyê mane..

Bixwîne... Daxuyanî

Daxuyanî: DAXUYANIYA DAWÎ YA XEBATÊN KONGIRÊ ÇAREMÎN YÊ TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ - SÛRIYA


‏Di 27.1. 2023an de, Tevgera Çaksaziya Kurdî - Sûriya kongirê xwe yê çaremîn li bajarê Qamiþlo bi beþdariya nûnerên hevrêzên tevgerê li derveyî welat (Herêma Kurdistanê – Tirkiye – Ewropa) bi rêya sê platformên serhêl di bin duruþmên jêrîn de lidar xist:
‏- Ji bo avakirina Sûriye weke dewleteke federal û xwedî gelek netewe û ol ji bo hemû gelên wê.
‏- Efrîn,Serê Kaniyê Parçeyeke nayên veqetandin ji herêmên kurdî li Sûriyê.
‏- Mafên gelê Kurd û demokrasiya li welat ji hev nayên veqetandin.

Bixwîne... Daxuyanî

Nûçe: Komeleya Kurdî-Elmanî (Þilêswîg-Flenisburg) hate damezirandin


Di 27ê rêbendana (Çilê Paþî) 2023an li bajarê Þilêsvîg - Elmanya damezrandina Komeleya Kurdî-Elmanî Schleswig-Flensburg e.V. hate ragehandin.
Komele ji aliyê siyasî, nijadî û olî ve bêlayen e.
Armanca komeleyê piþtgirîkirina Kurdên ku li Elmanyayê li herêma Schleswig-Flensburg dijîn.
Vekirina waneyên zimanî, civînên hevpar, çalakiyên perwerdeyî û danûstandinên li ser jiyana Elmanî-Kurdî, pêþvebirina çanda Kurdî, alîkirina giþtî ligel komeleyên Herêma Kurdistanê (yên bê qezenc) ji bo baþtirkirina rewþa Kurdan li seranserê cîhanê ye.
Li bajarê Þilêswîg ev yekem car e Komeleyeka Kurdî-Elmanî bi beþdarbûna kesayetiyên Kurd û Elman hate damezirandin..

Bixwîne... Nûçe

Nûçe: Essen û YNRKS û Sînema kurdî


Bavê Zozanê

Roja  21.01.2023 li centera Yekîtiya giþtî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Suriya- komela Hêlîn- li Essen a Almanî, YNRKS siminarek e xweþ û geþ li dar xist ku nêzîka 3 katjimêran berdewam kir.

Filimên hatin nîþandin di wê þevê de sisê bûn , ji dahêner a Ekrem ê Sîtî bûn:
1- filmê yekem :Siya ziwa,bo festîvala  kurtefiliman hatiya hilbijartin.
2- Filmê duyemîn:Terorîzim, bi zimanê elmanî  hatiye wergerandin.
3- Filmê siyem:Hup û pif , pêkenî ye ,li ser pêbestê giyayê hiþbir e.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Daxuyanî ji nerîna giþtî re


Di dîroka 20 / 1 / 2018an de balafirên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kirin. Herwiha hêzên dagîrkeriya Turk û nandozên artêþa niþtimanî ya Sûrî bi hemû çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîrkirin di encamê de bi sedan pakrewan û bi deh hezaran ji gelê me koçber bûn ji ber tpobarankirina beyalî û ezmanî bi ser herêmê de.
Piþtî Pênc salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên kurd de di kiryarên xwe yên ne mirovî de berdewamin ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , herwiha girtin , revandin û kuþtinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîþan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke firehtir di nav kurdan re were kirin û guherîna dîmixrafî li herêma Efrînê pêk bînin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Kuþtina 13 Kesan Li Gundê Xerabkortê


Konê Reþ

Gundê Xerabkortê jî, di Beriya Mêrdînê de wek gundê Hazda Jorî gundekî sînorî ye. Anku di navbera Serxet û Binxetê de ye. Di wî heyamê de ev gund wek paytexta eþîra Temika, bi serokatiya Tahirê Mehmûd pismamê Mûsa Anter dihat naskirin.
Di wê serdemê de nav û dengê Elîkê Bettê bi mêranî û cegerdarî di nav civaka xelkên çiyayê Bagokê, çiyayê Omeriya, Beriya Mêrdînê û Aþîta de belav dibû ku ji hebsa Xarpêtê revya ye, Cimoyê Hêþtrekî kuþtiye û heyfa apê xwe Haco hilaniye..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ez Avakirina MakPirtûkê Li Almaniya Pîroz Dikim


Konê Reþ

 Nameya MakPirtûkê bo min:
Ev dem û hemû demên we xweþ bin. Em bi kêfxweþî radigihînin ku li Almanyayê
pirtûkfroþek bi navê https://makpirtuk.de/ vebûye û niha em wekî MakPirtûkê bo we
dinivîsin.
Hêjayan bi vê peyamê mebesta me ew e ku em haya we ji xwe çêkin. Her wisa em
dixwazin bidin zanîn ku heta ji me hat, hemû pirtûkên kurdî yên li ber destan heyî me
komkirin û em dê hewl bidin wan bigihînin xwînerên we/me yên li ewrupayê û li
sernaserê cîhanê.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Komkujiya Gundê Hazdê/ 1926


Konê Reþ

Beriya Mêrdînê bi bûyerên xweþ û nexweþ dagirtiye.. Li gor salên dîrokê gelek rûdan û bûyerên wê nehatine nivîsandin. Bi min xweþ e ku ez vê bûyera komkujiya gundê (Hazda Jorî), ya ku di sala 1926an de lê qewimî ye, hema wilo bi kurtî, ji bo we bêjim. Erê ev bûyer gundê Hazdê yek ji bûyerên Beriya Mêrdînê ye. Ev gundê ku dor 5 km Rojhilatî Amûdê dikeve û dor 20 km Rojavayî Qamiþlo ye. Sala ku ev bûyer lê qewimî ye, gundekî ava bû.. dor 60 malî têde hebû.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Zanîn rastiyeke di siha hebûnê de


Rêber Hebûn

Kombûna gendeliyê hîþt tofên pelixî di heyecaneke berdewam de bimînin, taku ji baskên yên ku hêzên nezanî û ezezî  sepandibûn rizgar bibin,û  dema dadmendî û maf di saziyên dewletan de nebin bangên þoreþ û xwepêþandanê dibin destikeke bi sûd ji bo danasîna bi zordarî û sertiya a ku wêranî xiste di hebûna welat de, û dîrok li ser serdemên mirinê  yên desthiladaran  wekî vekirokan wê binav kirin dibû  baþ  çavbînekî , û van pêngavan wekî talankirinên bêdad bûn ji bona lêdana hevrista nirxî û reftara jêrîn ji civakan re ên rastî pelixandinê hatibûn , û wisa ziyan gîha heyîn û hatinên wê yên jîndar, û van talankirinan dibûn asteng li pêþ gîhabûna civakan li zanînê, û bi nebûna dadmendî û ewlehiyê hebûn rastî gefê tê û herwiha bangên zordariyê belav dibin û vexwendina wê  û bidestxistina tofên barketî ji mafên xwe yên xuristî re a ku hebûn ji wan re parastibû, û rêya ku bêdadî û nezanî li ser be ticar nabe rêyekê ji evîn û zanînê re.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Çîrokek Ji Folklorê Kurdî; Ez diçînim û tu diçîne ma wê kî bixwe?!


Konê Reþ

    Ji sala 1980î û vir de, her ku ronakbîrekî kurd dihat Qamiþlo min xwe digihandê û li gor xwe alîkariya wî dikir.. Di encam de min sûde ji þîret û serboriya wan werdigirt.. Di Havîna 1982an de dema ku Prof. Celîlê Celîl ji bo danheva zargotina Kurdî hat Sûriyê, bajarê Qamiþlo, min xwe pê ve gîhand û wek xelkên din alîkarî pê re kir.. Alîkariya min, min dengbêj, çîrokbêj û kalemêrên rîhspî jê re hazir dikirin wek: Demir Elî, Silo Koro, Hizniyê Selîm, Zêdan Bavê Ferîd û gelek ji kalemêrên folklorî..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Çîrokek Fêrkirina Zarokan Ji keleporê Kurdî Hebê Lebê! Hebê Bi Çenda?


Konê Reþ

Em zarok bûn. Apê me Birko (Hecî Îbrahîm), kalekî Heyþtê salî bû, nîvmela bû, baþ zanîbû çîrokan bibêje û gelek serpêhatiyên wî hebûn.. Dema ku dihat odeyê û zilamên xerîb nebana, tenê yên malê bana, me doza çîrokan lê dikir.. Ji me re digot; qehwê ji min re gerim bikin.. Bi vexwarina qehweyê re çixareyek ji kîsê tûtina xwe dipêça, çend miz jê dikiþandin, dûyê çixareya wî bi ser serê me de bilind dibû û ji nû dest bi çîrokan ji me re dikir..
Belê dema ku wî ev çîroka (Hebê lebê! Hebê bi çenda?) digot, berî ku bêje, ji me re digot; ji Yekê heya Duwazda hûnê bêjin: (Hebê lebê! Hebê bi 1-12), ezê bersiva we ji Yekê heya Duwazda bidim û wiha destpê dikir:

Bixwîne... Gotar

Gotarên kevin

25.01.23
· Essen û YNRKS û Sînema kurdî
· Þagirtê Dibistanê
20.01.23
· Daxuyanî ji nerîna giþtî re
16.01.23
· Kuþtina 13 Kesan Li Gundê Xerabkortê
· Ez Avakirina MakPirtûkê Li Almaniya Pîroz Dikim
14.01.23
· Komkujiya Gundê Hazdê/ 1926
· Zanîn rastiyeke di siha hebûnê de
11.01.23
· Çîrokek Ji Folklorê Kurdî; Ez diçînim û tu diçîne ma wê kî bixwe?!
09.01.23
· Çîrokek Fêrkirina Zarokan Ji keleporê Kurdî Hebê Lebê! Hebê Bi Çenda?
· Zanyarî baweriya tek hebûnê ye
08.01.23
· KOÇA BARKIR
31.12.22
· ”Pênûsa Nû” hejmara (102) derket!..
· Nameyek Ji Kurê Min Mîro (Celadet) Re!
25.12.22
· Pirojeya zanyarî û reþpêþkirina rewþenbîrî
20.12.22
· Hejmara Þazdemîn a Kovara Þermola Derket
19.12.22
· Ka em destê xwe li rengan bixin qene kes wî çavînî nekê
18.12.22
· ez nizanim.
15.12.22
· Mizgînîya - Makpirtuk.de
13.12.22
· Bazarên bajêr
09.12.22
· Li te digerîm
· Cîhangêriya zanyarî
· Waneyek li ser Rêveçûna Diktor Nûredîn Zaza li Helebê
06.12.22
· Xelata Cegerxwîn ya dahênanê îsal 2022 giha helbestvanê kurd Bedirxan Sindî
02.12.22
· Xilxalê Hozanvanekî
· Avabûna zanyarî pêþeroja heyînê ye
29.11.22
· Ronahiya Bîrdankê
25.11.22
· Nivîskarê Kurd Qado Þêrîn, pirtûkek li ser «Mihemed Þêxo» derxist
23.11.22
· Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Þerefnameyê ya sala 2022yen Dîyarî romannivîsê kurd Firat Cewerî kir
21.11.22
· Daxuyanî ji herdu partiyên Yekîtî û Pêþverû di derbarê êrîþkirina Tirkiyê de
13.11.22
· Agirê Sînema Amûdê di bîranîna 62an de

Nûçeyên Kevin

twitter

Helbest