 |
|
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Du berhemên bi kurdî ronahiyê dibînin: |
 Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko bi du berhemên din tête pêþberî hezkiriyên helbestê û zimanê kurdî ê wêjeyê. * Surperiya zîvê sihirdar- Çapa duyemîn. Tîrmeh 2023 Ji weþanên Na li Izmîrê/ Turkiye/ Berg: Saif Daoud Hejmara rûpelan: 80 rûpel Hejmara helbestan: 21 Helbest. Çapa Yekemîn: Weþanên SerSera. Avdar 2022. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: RAMÎNA “METROYA HELEBÊ” BI KURDÎ DERDIXE |
 Ji nûtirîn weþanên (Weþanxaneya Ramîna), romana “METROYA HELEBÊ” ye. “METROYA HELEBÊ” ya romanivîsa Kurd a ji Efrînê (Meha Hesen) e. Ji aliyê lêkoler û wergêr (Xalid Cemîl Mihemed) ve, ji Zimanê Erebî, hatiye wergerandin bo Zimanê Kurdî (Kurmancî) û ji 300 rûpelên mamnavend pêk tê. Yekemîn çapa romana “METROYA HELEBÊ” bi Zimanê Erebî, li jê navnîþana (مترو حلب), sala 2016yan, ji aliyê li Weþanxaneya El-Tenwîr, li Beyrûtê, hate çapkirin û belavkirin. PUXTEYA “METROYA HELEBÊ”: Romana “METROYA HELEBÊ”, behsa çîroka (Sara) dike. Ew keça ku ji niþkê ve jê re tê gotin, xaltîkeke wê bi navê (Emîne) li Parîsê dijî û dixwaze di zûtirîn dem de wê bibîne. Piþtre (Sara) ji Helebê diçe Parîsê, lê dibîne (Emîne)ya tûþbûya penceþêrê, di rojên xwe yên dawî de ye, êdî bîranînê xwe jê re tomar dike û (Sara) jî wan bîranînan di du pirtûkan de dinivîse: “Du pirtûk li cem min hene, di wan de dinivîsim: Pirtûka Xewnan, ji bo ez bawer bikim li Parîsê me. Pirtûka Cengê, ji bo bê bîra min ku ne li Helebê me. Gelek caran, di xewnan de dibînim ez li Helebê me. Lê di xewnên Parîsê de, bi piranî, hest dikim di nav þer de me. Her bi bihîstina terqînekê, nikarim dîmenên ku digirine ser min dûr bixim.” |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Nivîskarê Kurd Qado Þêrîn, pirtûkek li ser «Mihemed Þêxo» derxist |
Xalid Cemîl MihemedEbdulsemed Mehmûd
Nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Qado Þêrîn, pirtûkek bi navê `Mihemed Þêxo - Huner û Jînenîgarî` belav kir. Hunermendê Kurd, Mihemed Þêxo, ku wek Bavê Felek tê naskirin, yek ji kesayetiyên ku pencemoreke wan a berbiçav, li ser rûpela dîrok, kultûr, huner û dengbêjiya Kurdî hebû û hîn jî heye. Di çarçoveya bilindnirxandina rola Mihemed Þêxo de, nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Qado Þêrîn, piþtî keda 3 salan ji kar û lêkolînê, pirtûkek bi navê `Mihemed Þêxo – Huner û Jînenîgarî` belav kir. Di vê pirtûkê de, Qado Þêrîn stranên Bavê Felek û gelek zanyarî derbarê huner û jînenîgariya wî nîþan dane, ew jî bi mebesta belgekirin û ronîkirina çend aliyên girîng, ji jiyana û hunera Mihemed Þêxo ye.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Pirtûka«Stranek ji dûr ve» |
 "Stranek ji dûr ve" nav û nîþana pirtûka çîroka ya yekemîne ya nivîskar Wehîd keleþ ji aliyê weþanxana Ronya ve li Wanê di dawiya sala 2021 derketiye. Pirtûk ji 26 çîrokên kurt pêktê,kesatiyên di çîrokan de dikevin di bin bandora netewî, heskirin, xizanî û zordariyê de. Kurte pênasîn Wehîd Keleþ ji rojavayê Kurdistanê ye, li gundê Quldûman yê dikeve herêma koçera ji dayik bûye, niha li Swêdê dimîne. Berhemên xwe wekî çîrokê kurt, çîrokên zarokan û helbest di kovar û malperan de belav dike, niha çend dest nivîs li ber çapê amadene. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: HEJMARA HEFTEMÎN YA KOVARA BERNAMEGEH DERKET |
 Di vê hejmara me de Ýkram Oðuz bi Kurmanciya xwe ya zelal behsa zarokatiya xwe û dengbêjên bavê xwe kiriye, Occo Mahabad mijara damezrandin û pêþketina çapxaneyên kurdan ji do heta îro nirxandiye, Nihat Gültekin bala xwe daye li derdora Çiyayê Elegezê û rewþenbîrê me yê dilnazîk Maksîmê Xemo, Lokman Polat bi pirs û vegotinan di edebiyatê de mijara trajedî, romantîz û erotîzmê hildaye dest. Di vê hejmarê de gellek gotar, çîrok û helbest li benda xwendin û nirxandina we ye. Hûn dikarin di vê hejmarê de van nivîsan bixwînin: |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Xalis Misewer û Pirtûkek Nû |
Konê Reþ
Vê carê jî, mamoste (Xalis Misewer), pirtûkxaneya kurdî bi vê pirtûka xwe ya nû: (Li Rojava Nerînek Rexnesazî li Xwenasîna Netewî di Helbesta Kurdî de), dewlemend kir û cihekî vala têde li gor zanîbûna xwe di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava zelal kiriye.. Ev pirtûka wî, ji bilî pêþgotina wî, li ser zîlana van helbestvanên kurd li Rojava digere.. Ew jî evin: Dildarê Mîdî, Diya Ciwan, Seydayê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Seydayê Keleþ, Rezoyê Osê, Konê Reþ, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Mele Ehmed Namî, Mele Ehmedî Palo, Mehmûd Sebrî, Mihemed Elî Heso, Ferhad Içmo, Ebûdê Mexso..
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: „ Were „ tu bi xêr hatî |
Elî CeferBerhema hevpêþeyê me Dr. Rojnamevan û lêkolîner Ebdilmecîd Þêxo ya bi sernavê ( Were ) derçû, û wek mêvanekî delal, xwîn sivik hate li deriyê mala me da. Berhem ji 52 helbestan, û 104 rûpelan pêk tê, ( were ) jî yek ji wan e. Bi hevokine hindik û rindik, zimanekî kurdî hêsan û þêrîn Dr. E. Þêxo helbestên xwe hûnandine û pêþkêþî me dike. Em li vir naxwazin li ser naveroka helbestan rawestin, me ev yeka ji hevpêþeyên xwe yên rexnevan re hêþt, bila ew vê berhemê li bêjingê xînin. Dema mirov van helbestan dixwîne, hestekî weha li ba peya dibe; ku her helbestek encama serborî û serpêhatiyekê ye, çimkî peyvên wan ji kûraniya dilê wî derketine. Û raste rast di dilê mirov de cihê xwe digrin. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Konê Reþ û Pirtûkek Nû bi Navê: (Ez û Cegerxwîn) |
Ev pirtûka çara ye ku Konê Reþ li dor lehengekî ziman û peyva kurdî berhev kiriye.. Berî vê pirtûkê, min sê pirtûkên din, li dor sê lehengên welatê xwe berhev kirine, ew jî evin: Mîr Celadet Bedirxan: (Jiyan û Ramanên Wî), Þam 1992 û Stockholm 1997, Osman Sebrî 1905-1993: (Jînenîgarî û Çend Nivîs û Helbestên Nû), Qamiþlo 2017 û pirtûka Dr. Nûredîn Zaza; (Kurdê Nejbîrkirinê), weþanxaneya Sîtavê 2019. Konê Reþ ev pirtûka xwe; (Ez û Cegerxwîn), diyarî Kesrayê Cegerxwîn: 1936-2020), kiriye. Yê ku di þeva 26/3/2020an de li Stockholmê, ji ber hala koronayê (Covid-19), canê xwe ji dest daye û li wir hatiye veþartin.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Pirtûka nivîskara kurdistanî Mizgîn Hesko ya nû derket |
  Nuhtirîn berhema helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko û ji nav weþanên Sersera ronahî dît. Hêjayî gotinê ye ku ev hejmara 9- an ji berhemên ku Mizgîn Hesko wan dide çapkirin. Di Gulana 2019- an de ew ê berhema xwe Rêgehên keskîn û li ba Sersera dabû çapkirin ku ew jî gurzek ji helbestan bû. Navê berhem: Nexþeya rewanê bêdengiyê ( Helbest ). Dema çapê: Avdar 2021. Tabloya Berg: Jehan Ibrahîm. Hejmara helbestan: 30 Helbest. Hejmara rûpelan: 92 rûpel. Çapxana: Sersera ( Dr. med. Bashar Moustafa). ISPN: 9 78-3-96640-144-9. E-Mail: sersera@sersera.com mizginahesko@hotmail.com. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Pirtûka nû ya helbestvan Nizar Yosif «Hêlîna Xewnan» derket |
 Piþtî pirtûka Bêdengiya Þevê di sala 2019an de, dîse aferên berdewame. Pêncem pirtûka helbestan Hêlîna Xewnan, li weþanxaneya SerSera çap bû, ji bûyî hezkiriyên helbest û wêjeya kurdî va ye em diweþînin. Hunermend û helbestvan Nizar Yosif bi hestên corbicor (Evînî û Netewî û Civakî) li pêþberî xwênerên zimanê kurdî dakete meydana çandê. *Pirtûk a Hêlîna Xewnan: Ji 189 rûpelan pêk tê û naverok 61 berhemin. Pirtûka pêncemîn: Hêlîna xewnan. Helbestvan: Nizar Yosif. Lêveger: Nivîskar û helbesvan seyda Cankurd. Wênekêþ: Seyda Meksîm Îsa. Amadekirin û derhêner ê Bergê: Seyda Mehmed Ünver. Derhêner: Seyda Idrîs Omar. Çapa yekem: 01.2021. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Rojnameya Agirî Hejmar 387 derket |
 Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giþtî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weþandin. Hejmara nû 387 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket: 1- Ewlehiya hilweþiyayî / Agirî 2- Sergotar (Veqetiyan, bihevrebûn, heliyan) /Kerîm Perwîzî 3- Peyama Mistefa Hicrî, lêpirsyarê giþtî yê PDKÎ bi helkefta 16ê Sermawezê 4- Parvebûn, sedema windabûnê ye / Nûredîn Sofîzade 5- Yekîtiya Partiya Demokrat, hewcehiyek bona Îranê / nivîsandina Mesûd Mihemed (Beyrût) Wergerandin ji Erebî bo Kurdî: Hêriþ Palan |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Rojnameya Agirî Hejmar 386 derket |
 Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giþtî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weþandin. Hejmara nû 386 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket: 1- Salek piþtî kuþtarê -Agirî 2- Sergotar (Herifîna Îranê) /Kerîm Perwîzî 3- Peyama PDKÎ bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Firset Sofî”. 4- Maka terorîzm a cîhanî /Nûredîn Sofîzade 5- Zinîdkirina rêkkevtina “BERCAM”ê jî bi hewara rejîmê nayê! / Dara Natiq |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: ”Pênûsa Nû” hejmara nû (93) derket |
 Hejmara 93 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanan hatiye weþandin. naverok Nivîsara sereke: Çend bûyerên hemdemî/Ebdulbaqî Huseynî Nerîn û Gotar: Jînengeriya Dr. Nûredîn Zaza / Bonîye Cegerxwîn ..... Cegerxwînê nemir / Xorþîd Þûzî ..... Bila welatê mero hebe/ Xemgîn Remo ..... Dermanê Zindîbûnê /Mamoste Baqî ..... Pîrozbahiyeke vekirî / Elî Cefer ..... Bîrjenên xewnedar + Dil perestgeha evînê ye/ Mihemedê Seyid Hisên ..... Pirtûka Mizgîn Hesko a nû- 2020. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Agirî hejmara 385 derket |
 Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giþtî ye, ji aliyê PDK Îranê her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weþandin. Hejmara nû ya Rojnameya Agirî bi van çend gotaran derket: 1- Xala dijberê Tehranê - Agirî 2- Sergotar (Kurd û Amerîka)- Kerîm Perwîzî 3- Navenda Hevkarî: “Celal Melekþa” bi sedema azadîxwazî û nivîsînên xwe hezkiriyê tev xelkê Kurdisanê bû". |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Ji Bexçika Jiyanê. Tazetirîn berhema helbestvan û nivîskareka kurd Mizgîn Hesko. |
 Bê guman û heyanî vê gavê em Mizgîn Hesko weko helbestvan nas dikin, herweha wê bi dehan ji Gotarên xwe belavkirine û her berdewa me. Lê di vê berhema di nav destên me de, Mizgîna helbestvan, bi wêrekiyeke bê hempa beþdarî pêþbirka pirtûkên bi kurdî dibe,. Weha bi mijarên cuda, ramanên cuda û bi hin ji dîmenên jînenîgarî, çîrok û çîvanokên rastteqîn ê jiyana xwe Tête meydana nivîsîna bi kurdî û bi awayekî vekirî û hiþkere nerîn, dîtinên xwe li qelem dide. Pirûka Ji Bexçika Jiyanê, Mijdar 2020 , di riya çapxaxana SerSera - çapa yekem ronahî dît. Berhem ji 220 Rûpelan pêk tê û 186 ji bexçikên( nivîsên ) reng, rengo tê de cî digirin. Amadekirina bergê Pirtûkê: Dr. beþar Mustafa. ISBN- 9783966401302.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: KOVARA BERNAMEGEH BI HEJMARA XWE YA DUYEMÎN DERKET |
 Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya duyemîn derket pêþberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de gellek nivîskar bi gotar û helbestên xwe li ber we ne. Konê Reþ li ser êþ û jiyana Celadet Bedirxan, Occo Mahabad bi nivîsa xwe ya ser helbestvan Qanî, Nîhat Gûltekîn behsa Salihê Biro, Ayhan Erkmen li pey Qedera Hevpar, Îkram Oguz ser Hezkirina ji jîyanê û tirs û xofa ji axîretê û Yaqûb Kurmanc qala Ola Zerdeþtiyê dikin. Di vê hejmarê de hûn dikarin van nivîsan bixwînin. - Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de / Konê Reþ - Helbestvanekî azadîxwaz, welatperwer û sosyalîst: Qanî / Occo Mahabad - Þikeft / Omer Dilsoz - Vê Sibehê Sivik Wekî Per im / Mervan Serhildan - Rivîna Dilê Min / Laleþ Qaso |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Agirî hejmara nû 384 derket |
 Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giþtî ye, ji aliyê PDK Îranê her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weþandin. Hejmara nû ya Rojnameya Agirî bi van çend gotaran derket: 1- Rejîma Îranê çavkaniya gefê ye li deverê -Agirî 2- Sergotar "Merg û Erk" Kerîm Perwîzî. 3- Peyama pîrozbahiya PDKÎ bo “Misefa Ozçelîk”. 4- Gelo Kurd tenê bes e ji Kurdbûna xwe xwedî derkevin? Nûredîn Sofîzade 5- Çima alaya Kurdan rasî bêrêziyê tê? Dara Natiq 6- Gelo bila xelk li cihê nan kêkan bixwin? Elî Munezemî |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Hejmara Heftemîn A Kovara Þermola Derket |
 Hejmara Heftemîn a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weþandin, derket. Dosyaya hejmara Heftemîn “Girîngîya romanê” ye. Ji ber ku Yên vê hunera wêjeyî diþopînin ji girîngî û bandora wê ya mezin haydar in, roman dikare mijar û fikarên cihêreng ên civakê eþkere û ronî bike. Di Hejmara Heftemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewþenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beþên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyvîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî. Hejmara Heftemîn a kovara Þermola bi 188 rûpelan bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin. |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: KURD Û WARGEHÊN WAN DI PIRTÛKA SÛRETU `L-ERDYA IBIN HEWQEL DE |
 Ibrahîm Ibrahîm Berg: Xelîl Ibrahîm Çapa yekem: 2020 - Stockholm Çap: Apec Tryck & Förlag AB ISBN: ISBN: 978-91-88333-65-0 |
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Konê Reþ û Dehemîn Pirtûka Helbestî bi Navê (Qamiþlo-Pol) |
Cemþîd Bagokî Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reþ bi navê (Qamiþlo-Pol: Helbest û Pexþan), bi çapeke taybet û xwemalî li Qamiþlo hatiye çapkirin. Berî neh, sisê dîwanên wî ji mezinan re bi navê: Welato!: Beyrût/ 1998, Dergehê Jîn û Evînê,: Beyrûrt/ 2001 û Þîhîna Þevbuhêrkên Dîl: Duhokê/ 2010 hatine çapkirin û Sê dîwanên wî ji zarokan re jî bi navê Sîpan û Jîn: Beyrût/ 1993, Þagirtê Bedirxan im, Beyrût/ 1996 û Helbestên Zarokan: Amed (Diyarbekir)/ 2013 hatine çapkirin. Digel ku Sê dîwanên wî jî, ji zimanê Kurdî hatine wergerandin bo zimanê Erebî bi navê; Cûdî Çiyayê Mirada: wergerandina Hejar Îbrahîm, Þam/ 2004, Dara Çinarê: wergerandina Îmad Elhesen, Þam/ 2006 û Gurzek Êþ: wergerandina Xalis Musewir, Qamiþlo 2017, hatine çap û belavkirin.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
helbestvan ê bi xerîbiyê ve girêdayî, li vê parzemînê li " Swêd" Adnan Hassan, dîwan a xweyî yekem, bi navê XERÎBO derxistiye , Xerîbo qeftek ji helbestên kurdî rengarenge, tê de helbest a dirêj, helbest û çirûskên helbestî hene, bî þêweyekî bedew û têr, bî zimanê kurdî hatiye nivîsandin . Tevlî ko yekem dîwana helbestvan ya çapkiriye lê xuyaye ko kevnare û karekî wî dirêj di nivîsandina zimanê kurdî de heye. Tê bîra min di salên heþtêyî de ji sedsala çûyî, li Qamiþlê ez þevbuhêrkek helbestê ya wî û hin helbestvanên wê demê amade bûm. XERÎBO di ser 120 rûpela re ye, bi çapek çênî xweþik ji çapxana J&J li Istanbol ê çap bûye.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: Pêþgotina Pirtûka «Qapût» |
  Nêzîk ne dûr Qapûtê Gogol bi zimanê Kurdî emê li xwe bikin ji weþanên çapxana serSera .
Daner: Niqolay Gogol wergerandin: Bavê Zozanê. Pêþgotin: Brahîm Yûsif
Gogol bi þal û þapik ê Kurdî yanjî Kaka Ekakî Ekakîvitþ Nivîsarên nivîskarê Rûsî Nikolai Gogol1809-1852 di warê çîrok û þano yê de dengek herî mezin veda ne tenê li welatê wî belê wisa li seranserê cîhanê tevayi ji ber wa babetên wî yê herî giring ku wek pijîþkekî li ser êþa miletê xwe disekinî û bi hesanî derman û çareser dikir. Ku xwîner di wan karên wî de mîna neynikê hemî miovikê jiyana xwe têve didîtin.
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
|
 |
|