Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Piçûkê Janê

 



Ezîz Xemcivîn

Çirayeka êþ ji canê te dirêsim..
Deftera tundûtûjiyê ji dîroka kirêt çi dibêje?
Li welatê te jî, kînxincera tundrewan xwînê dirêje!
Ho..
Piçûkê janê,
dilê nazik kê bêhna jiyanê ji sihikên girnijîna te birrî?
Havîna evîna te,
ji bo çi hetav li bejna xwe ne kiriye!


Zimanê ahîneka nû vebû,
destê çepel agirê cegerê dada ye!
Sêwiyên nesaz li kolanên aramiya we strî û kelemxar in..
Peya û koleyên "Reþkên Þevê û Pîretewtan"
her xakê çepel dikin!
Dilopên xwîna Pakrewanê dilsoziyê ji hebûna we diveriþin!
Tundrewên nepak,
bi nepakiya xwe girnijîna xameya min dagîr dikin..
Ez dê çi ji bo mûmdana mirovîniyê binivîsînim,
gazindeya zuhakirina ximavê ji kê re binihwirînim?
Birîna peyvê kûr e,
çîrok pir dirêj û dûr e,
êþa ji evê êþê kambaxtir
Mêvankirêt kulîlkan berî guldankên aþtiyê diçelpînin!

 04.06.2024
Têbînî: Ev efserê Elmanî Rouven L. (29salî) roja 02.06.2024 bi destê tundrewekî Efganî hate kujtin..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark