Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Du helbestên Alexandra Nicoud

 



Ji Îngilîzî: Çiya Kurd

TEBAX

Ne girîng e ku lêvên min
nîgarkirina dengdêrên navê te
bêyî ku bersivekê werbigirin berdewam bikin.
Ne jî girîng e ku serê tiliyên min
daxwaze daketina ser çermê te berdewam bikin.
Pir dûr e…


Ne girîng e ku hemû êşên min bimirin
û di nav destên te de aram bibin.
Niha tune ne…

Na,
yek ji wan ne girîng e
dema ku dil û can hov bin…
Şewitandin.

REH

Ez ji laşê xwe derketim
mîna kesekî ku ji maleke şewitî derkeve.
Laşê min êdî ne cihekî ewle ye.
Êdî ew nabe...

Ji nişkêve hemû çivîk,
di nîvê firînê de, ji asîman ketin
çivîkên spî û yên reş,
yên gewre û yên biçûk,
yên ku bilind difirin
û yên ku nizm dizivirin ser rûyê erdê…
Ewr dibare,
roj xwe vedişêre,
heyv xuya nake...
Otombîl radiwestin,
rêveçûn hişk dibin,
banê malan hildiweşin
û di cih de hemû keç dişewitin,
keç û neviyê keç,
xwişk û keçên xwişkan,
dotmam û xwedawend…
Hemû keç di malên xwe,
di odeyên xwe,
di nivînên xwe de tên şewitandin.  
Li her malekê,
li her gundekî,
li her bajarekî agir li pey agir vêdikeve,
agir alîkariyê dixwaze...
Û tu dibihîzî
û tu hewl didî ku biqîrî...
Lê tu tenê keçek e û keçên di nav agir de
nikarin biqîrin....
-------------

Alexandra Nicod helbestvan û lîstikvana şano û sînemayê ye, ew Swîsrî-Spanî ye. Ew nivîskara gelek şanoyan e, û herwiha ew xudiya pirtûka helbestan "Deshielo" ye. Ew beşdarî xwendin û festîvalên helbestê yên navnetewayî li Swîsra, Îspanya û Marokkoyê û hinek welatên din bûye. Hinek ji helbestên wê di kovar û antolojiyên helbestî yên navnetewayî belavbûne û hatine wergerandin zimanên din.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark