Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



Welatê me:

Di vê mijarê de lê bigere:   
[ Here Serûpelê | Mijareke Nû Hilbijêre ]

werger: Romantîka“ Rheine“ û mîtosa ( Afsaneya) çemê Rheine ê navîn.



*Wergrandin ji Almanî: Mizgîn Hesko.

Derazînkek ber bi beþên wergerandî û hin dîtinên taybet / Ji aliyê Mizgîn Hesko /.

Bêguman, rola mîtos û avsaneyan di wêjeya miletan de, pir bi hêz û balkêþ e. Ew yekek ji mîrateyên mirovan ên bingehîn in û bi derbasbûna demê re û di pêvajoya dîroka mirovaniyê de, ew ji devekî ta devekî din û ji nifþekî û ta bi nifþên din, bi riya ezberkirnê hatin parastin. Li hin kavilên wêran û jibermayên þaristaniya miletên kevnar jî û wekû dastana Gulgamiþ, hin beþên nivîskî jê hatin dîtin û tevî hezarên salan, wan tabloyên nivîskî, dikarîbûn pir agahiyan rabigihînin.

Bixwîne... werger

Helbest u pexþan: Hîn di rê de.



Mizgîn Hesko

*Ji bo bîranîna komkojiya Ermeniyan.

Wê gavê...
Perên pelatînkan
Di paþila mijê de!

Ji janê û ta destên janê
Mijê...
Tevnên bêdengiyê ristibûn...?!

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: Roja rojnamegeriya Kurdî li hemû pênûsên Kurdî Pîroz be ! 22.Nîsan 1898-2024


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Xwendevanên welatparêz!Bi bûneya cejna rojnamegeriya Kurdî ez dixwazim we hemûyan pîroz bikim û gelek silavên niþtimanî ji we û ji hemû desteyên rojname,kovar û dezgehên ragîhandinê  re ji (Çiyayê Kurmênc)û ji nav zeviyên  darên zêtunê ji we re biþînim û herweha jî ez  hezdikim bi dilekî geþ û bi wireyên bilind wêneya mamosteyê me yê her mezin,damezrênerê rojnama(KURDISTAN) Mîr Miqdad Medehet Bedirxan û rûpela yekê  ji hejmara yekê û rûpela yekê  ji hejmara dawiyê  ji rojnamê wek rêzgirtin  ji bîranîna vê cejna pîroz re li vir biweþînim.  

Bixwîne... Gotar

Helbest u pexþan: Weke hev ne weke hev



Brahîm Mehmûd

Gula darê   ji bo min ne kuleke
Dar kula mine
Lê dema ki gul rû geþ dibe
Dizanim ku dar li ser xwe ye
Geþbîn dibim

Rûbar li ber min dibawiþke
ji xwe piþt raste
ku avrêjiya  wî misogere
dikeve xweneke þêrîn
di himêza dada kaniyê de

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: KESERÊN BUHARÊ



Þêrîn Sado. Parîs

Dema siruþt bi hatina
Bûhara nû ve
Girnijî
Kirasekî gulgulî
Li bejna bilind
Hejî
Xuncên þahiyê
Di damarên dil de
Vejiyan
Û ji gulþana
Hest û nestan

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Rastiyek




Brahîm Mehmûd

Ez dikenim bi te re
Asoyekê lihevhatî
Bide min
Daku asîmanekî bilindî bilind dime te
Hemî steyrikên wî
Bi navê te ronî dibin

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Di payîzê de



Klaus Grothe
Wergerandin Ji Elmanî: Tengezar Marînî


Payîz jidil e.
Û dema pel diweþin,
Dil jî dikeve nav xemgîniyek bi êþ de.
Hêwan bêdeng e,
Û têperî baþûr bibin
Dengbêj, lal, mîna g di gorê de.

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Ferman



Brahîm Mehmûd

welatê  ku xwîna min bike av
min Kewsera wî navê

welatê  ku dengê min neke
min zimanê wî navê

welatê  ku li min nenêre
min asoya wî navê

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: TAVIYA VÎNÊ



Xemgîn Remo

 
Bi hatina hechecûka re
Yekem taviya vîna te
Li beyarê dil baranê lê kir ...
Dar jîna min nû ciwan bû
Þax bi kulîlka xemilîn
Dîsa buharê destpê kir ...

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Pirs in sivik



Brahîm Mehmûd

Jêre dibêje:
Dilê te kevire
Gelo çend kevir li dilê wî ketine?
Çend þev çavsorî wî kirine?

Jêre dibêje:
Loo tu guh nade min
Gelo ew guhdarî li çi dikir?
Çi guh dûrî  dil dike?

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: DILO



Ehmed Tahir

Dilo negrî,nelorîn e
Yarê naz û xwîn þêrîn e
Dêm gewher û por zêrîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo þabe bilîlîn e
Yarê bo te xweþ hêlîn e

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Xweziya Bi Dilê Te



Tengezar Marînî

Rojeke bi serê xwe bû,
roja min tu dîtî,
ji bo yek dilopa baranê:
neynikê demên teng,
demên kurt, ji axê re vala kirin.

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN


Konê Reþ
 
   Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paþ xwe hiþtiye û berê xwe daye Qahîre.. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê/2an, ji bo pêþketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku di rojek wek îro 22.4.2024an de, berî 126 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weþandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe þûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..).
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Qahîre/1898.

Bixwîne... Gotar

Helbest u pexþan: Ez ne ez im



Brahîm Mehmûd

Ez li welatekî geriyam
Kesayetiya min diyar bike
Min ew nedît  

Min  li sînorekî  pirsî
Mrovahiya min bi nav bike
Min ew nedît

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Asîman


Brahîm Mehmûd

Asîman….
Asîmanê bilind
Asîmanê nizim
Asîmanê dûr
Asîmanê nêzîk
Asîmanê þil
Asîmanê zuha
Asîmanê vekirî

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Min jî bêriya helbestê kiriye.



Tengezar Marînî

Eve jî hin pîj.
Sîber ên teniþtrêkan Sînorên bêdawî ne.
“Pîj ên Bîreweriyên þeveke ji hiþketî”
Hizirkirin,
destpêka lêpirsînê li kilîta xwezindanîkirinê ye
naxwe kî dikare ewqas bi hêsanî
min bavêje himbêza te?

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Helwestek ji mêj ve



Brahîm Mehmûd

Dar  çiquliyek avête min
Gote min:
Sîbera min demûþiye
Xwe ji min dûr bixe

Rêkê xwe li min tengkir
Gote min:
Xwe bide alî
Dûmahiya min poþmaniye

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Diçim Laliþê




Ezîz Xemcivîn

Va ye diçim serdana warê pîroz

Miletê resen, dilovan û dilsoz

Mistek av ji kaniya spî vexwim

Canê xwe mor bikim bi peyman û soz

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Gul, dar, ba



Brahîm Mehmûd

Gul verþiya
Dar keniya
Ba xwe lê gerand

Gul çilmisî
Dar melisî
Ba  jî nawirand

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: ÇI JIYAN E



Ehmed Tahir

Çi jiyana pîs û gemar
Pîsê milet li me siwar
Me qet nekir qîr û hewar
Ne sinc hene,ne jî wijdan
Ne ol hene,ne jî îman
Pîs bûne bi zar û ziman
Mêrge ji bo gur û keftar
Bûne tajî li cem neyar

Bixwîne... Helbest u pexþan

Helbest u pexþan: Perî



Alan Hemo

I

Bûye mîtolojiya jiyana min
Ne jê bawer dikim
Ne dihêlim kes li derewê biqelibîne
Li piþt tiþtan maye
Ne dibe tiþt
Û nedihêle tiþt azad bin
Wilo wekî her roj
Bi eynî wateyê xwe vedigerîne
Niza’m tu çawa xwe vedijînî
Te av nadim, -ji zû ve min mey nenoþiye
Û min axa li dora te mist nedaye
Yeqîn rehên te di hestiyên min de biþkivîne
De bela wekî te be Periyê
Ku wekî te be, wê her jî wekî dilê min be.

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: Dirûtineke bê ta di Qapûtê tev pîne de

 
Bavê Zozanê- Merwan Mistefa-

Qapût çîroka Nikolay Gogol e, ku di dawiya sala 1841yê de bi dawî bûye. Bi rastî vê çîroka kin cîhan tev hejand, ku wisa bi zelalî dûrî romansiyetê civata Rûsî serhevde û vekolîn û wêne kir.

Berevajî þêweyê wê demê, Gogol karîbû ser jiyana rojane ya perîþanan bi herî hûrikî bisekine, wisa jî ser xewnên wanî rewa ji bo jiyaneke herî xweþ yên ku timî rastî keleman dihatin, nivîsand.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Bidawîhatina nirxandina pêþbirka kurteçîroka kurdî


Komîteya "Nirxandin û Biryardanê" ya pêþbirka kurteçîroka kurdî karûbarên xwe di dawiya meha adarê de tewaw kir û endamên wê encamên nirxandina xwe þandin ji komîteya rêvebiriya pêþbirkê re, ji bo ku ew jî rabe bi rêkxistin û rêzbendkirina encaman û piþtre careke din ji wan re vegerêne bo belgekirin û piþtrastkirina encaman da ku ti tevlîhevî peyda nebe.
Hejmara çîrokên beþdarî pêþbirkê çil û du ne, ku dê lîsteyek ji sêzde kurteçîrokên nimre herî bilind û di nav de her sê çîrokên serketî were amadekirin ji bo weþandina wan di kovara "Pênûsa Azad" de û herwiha wergerandina wan bo zimanên din, li gorî nirxandina komîteya nirxandin û biryardanê ku pêkhatiye ji sê nivîskarên kurteçîroka kurdî yên ne endam di Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya de.

Bixwîne... Nûçe

Helbest u pexþan: HINASÊN BÊ CAN



Þêrîn Saado - Paris

Wekî dawiya þevê
Li kenarên berbangê
Dema heyv û sitêr
Ji azmanan bar dikin
Belav dibin

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: ZABÊL, EZ ERMENÎ ME!


Þîlan Doskî

Her laperekê ku diqulipînim…metirsî, eþkence, gef û sêdare, çavên min bi xwendina tîp û risteyên bi jan bi nemirovaniya dîrokê re dibin karwanî…
Serkîsê Kêvo(Hilûç) biþkojên hêviyên temenê ciwaniya wî ku bi þûrê Osmaniyan li ser dêmê jiyanê hatine werandin, wek bi hezaran Ermenî berê xwe dide rêya revê. Ew ji germiya himêza Dayik û Bab, Xûþk û Bira dibe mêvanê newal û çiya, deþt û latan…
Çavên wî bi komên kesên serjêvekirî, komên jinên ji paxilên xwe ve hilawîstî, mêr û jinên ko pêyên wan hemûyan bi mîxan nalkirî, komên zarokên bê dest û bê pê, xilmaþ dibûn.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Werin da evînê li hevûdu bireþînîn û desta ji gerdena azadiyê bernedîn

 
Hesen Silêvanî
 
berî roj ji xew rabe , bi þadî min berê xwe dida bejna þêrîna bilinda çiyayê li bin lêva esmanî bi azadî  palday , çawa bi bawerî yê qîr dike sitrana û dibêje : erê zalim û xwînmêj , dizanin ewên mêjûya wî ya reþ , her bêhin li bin befra spî dinxêvin, mîna wî rûreþin ?? Erê ma ew nizanin  çi nemaye dê di gel ava genya cukan melevanya bikin  û beq dê dev û lêvên wan tijî ber bikin û bi werîsên rastiyê girêdin !! Demê lehiya peyvan ji qelemekê evîndarê guliyên genmî û zevyên mendehuþ bi rengan û pelatînkên keyifxweþ bi þewqa tavê  dizê û awazên wefadaryê bo jiyanê û xemila bihara em li bendê dibêje û xwe bi çiqên keskên bayê azadiyê û heqiyê digire ... 

Bixwîne... Gotar

Daxuyanî: Daxuyaniyek ji raya giþtî re


Weke berdewamiyekê di siyaseta, bêdengkirin, qirkirin û girtinê de, çekdarên PYDê endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya û endamê Encûmena Niþtimanî ya Kurdî Hesam Dorsin, demjimêr 11ê êvarê roja Duþemê 1ê Nîsanê, li navenda bajarê Dêrikê bi otombîla wî revandin,

Tevî dûvçûna me bo navendên û dezgehên PYDê, wan hebûna wî li ba xwe red kir, ku ev yek bû sedema peydakirina metirsiyeke cidî li ba me li ser jiyana wî, nexasim Hesam Dorsin nexweþ e û birîneke kevin di serê wî de heye.

Di demekê de ku em vê revandinê þermezar dikin, em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî yên li Sûriyê dikin, ku fiþarê li rêveberiya PYDê û Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Behzad Dorsin, ku ji sala 2012an ve revandî ye, û Hesam Dorsin, endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya, serbest werin berdan û ji bo misogerkirina ewlehiya wan, ji ber ku ji dema hatine revandin çarenivîsa wan ne diyar e, û em bang dikin ku sînorek ji van kiryaran re were dayîn.

Bixwîne... Daxuyanî

Gotar: Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: 66 Saliya Hemza Begê Miksî


Konê Reþ

  Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re derbas dibe. Werin em wî bibîr bînin.. Ku ez û te wî bibîr neynin ma wê kî wî bibîr bîne?! Di baweriya min de, yê ku li kevnê xwe nepirse û di ser guhan re bavêje, zore ku karibe tiþtekî nû û çak ji civaka xwe re pêþkêþ bike.. Em lehengên xwe jibîr nakin..
  Di destpêka sala 1918an de Hemza Beg Miksî û Memdûh Selîm Wanlî li Stenbolê yekemîn rojnameya Kurd/ Tirkî bi navê (JÎN), weþandine.. Di destpêka çerxa 20an de, ew yek ji pêþengên rewþenîrên kurdan bû li Stenbolê.. Di sala 1946an de rêveberiya yekemîn dibistana fermî di parêzgeha Hesekî de kiriye.. 

Bixwîne... Gotar

Helbest u pexþan: Libek...


Firyal Hemîd

Libek e Gênim
li Zeviyekê
hate çandin

Piþtî bûrîna
 zivistan û beharê, 

Tîna Horê
 simbilên serdandî 
radestî patozê kirin 

Bixwîne... Helbest u pexþan

Gotar: Ji Ristezara Elindê 98.


Mizgîn Hesko

Avrêl. Nîsan. April. Bihara navîn
Bi Ferensî: Avril.
Bi Yûnanî: Aphrodite.

Avrêl yan jî“ Nîsan „ ku bixwe meha çaremîn ji salnameya zayînî ye û li gor bav û kalên me, ew Bihara navîn e. Tekez û li gor wan, di salê de, çar demsalên hene û her demsalek,xwedan sê mehên xwe ye û wiha rewþa bayî û pileya germê di her mehekê de, cudatir ji ya dinê ye û bandora vê yekê li ser zevî û demên kesixandina rezî û çandiniya tovî pir balkêþ e.

Bixwîne... Gotar

X

Helbest