Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Min jî bêriya helbestê kiriye.

 



Tengezar Marînî

Eve jî hin pîj.
Sîber ên teniştrêkan Sînorên bêdawî ne.
“Pîj ên Bîreweriyên şeveke ji hişketî”
Hizirkirin,
destpêka lêpirsînê li kilîta xwezindanîkirinê ye
naxwe kî dikare ewqas bi hêsanî
min bavêje himbêza te?


Biserdebirin.
Ev tu yî?
Eger belê,
Ez li kû me?
Dem dereng dikeve,
Tu zelal
Mijaneye nêrîn
pencere,
nefesek kûr
her tişt zelal,
hêsan,
bîhnxweş
ronahî
bayê biharê diherike
Bilbil tê bêhinvedanê.
Eger eve tu yî?
Çima li xwe û te digerim!?
Sozên şevê!
Ta bi vê kêliyê bendewar im.
Pirreng
Daristan pelan diweşîne û werdigire
Tu ez im,
ê xwe ji ber min vedişêrî.
Diger im,
Li çi?
Li kê?
Dipirsim:
Ev kî ye?
Min bêriya dewê sibehên şil,
dewê meşkan kiriye…
di nav mijê de dibiriqî
keska nazik ji qurmê kevn.
Wêneyekî te li berçavên min diçû û dihat...
wêneyekî reş û spî
dem dihat, bêhn dikir
gerim dikir, dineqişandin,
sar dikir,
bi tenê dihişt û diçû
Ez qûnaxeke tevlîhev û vekirî me.
Ji şikestinan,
têkçûnan,
ji ber wan çavên tije
şînî, xemgînî,
girî
û
kîn direvim
ji ber westanê
netêgehiştinê
nelihevkirinê,
bermayên kevin
demên jidestçûyî
di…re…vim.
Stran ji peyv ên min in û awazdanîn û bi dengê dostê min yê hêja Şêrzad Efrînî ye.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark