Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: QÊRÎNA XEYALÊN PÛÇ

 



Xizan Þîlan

bextewariya min
mîna avhewaya demsalan e
carna
diqefilim û dicirifim
germ û diþewitim
nerm û hiþk dibim
sar û dicemidim
carna
þîrîn û tehl dibim
ciwan û kal dibim
bi hêrs û sakîn dibim
dilteng û bêhnfireh dibim


carna
wek stêrkên asîmana sayî
diçirisim
wek fenera bêfîtîl û perpitî
vedimirim
di hestên pûç de têm guvaþtin
ez
wek talaz û qûma çolistaneke
ziwa me
ji xumexuma kaniya zelal
rondikên çavên melûl
diherikin
nava dilê xeþîm
bi guregura reþewrên xeman
dagirtî ye
ken û girîn
li ser rûyê temenê mesûm
qurifîn
jiyana min ya keserkêþ
mîna qelþa erdê bejî ye
xewn û xeyalên sitewr bûyî
di ber cankêþiyê de
qîreqîr in
ez bûm
leyîstokê pelên þaxa darê
yê li ber toza bagerê
berbabûyî
min bi destê xwe fermana
kuþtina xwe da
sêdara îdamê bi stûyê xwe ve
daliqand
ji parzûna birînên kewnegirtî
xwîna reþ dipale
kefenê spî termê bêguneh
qebûl nekir
her roj
li hingura êvarên xilmaþ bûyî
piþta hêviyên xûzbûyî
mizdidim
her þev
tîrêjên stêrkan diherikin
nav deryaya helbestên
hesretkêþ
ez ne rastiya xwe me
qalibê siya tesadufan im
hebûna min
di giyanê gerdûna nepenî de
veþartî ye
li berbangên ronak
bi awirên þil li dor keskesora aso
diçerixim
eþq, aramî û azadiyê
li ser çîmenên qefesa yara nazenîn
diçêrînim
ez îsyankarê qedera eniya xwe
yê þîngirêdayî me

Xizan Þîlan
2024-02-26
Stockholm

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark