Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexžan: Vedenga kižwerźn omīdan.

 


Mizgîn Hesko

Gotina xwež
Bihara dila ye
Tabloya hîn jî ker û lal
Wiha...
Ji qutiya rengan re digot...!

Ji nîvê valahiyê
Û ji kûrahiya nexžereyên axê
Žahmaranê...
Kajê tozgirtî
Ji ser bedena xopan radikir
Û ji nuh...
Ber bi destên werzan ve
Dibarî...!
Gulževînên qurmizî û mest
Vedenga kižwerên omîdan...?!


****************

Û rûpelek...
Ji hevrîžimê berbangê
Û çarîneke bi dožava tavesorkê
Žewženkirî
Wiha bêdengiyê
Sîtavên xwe...
Li kom û kolozên heyînê
Wežî bi wežî
Vedigerandin...!

Û rista ezberkirî
Ji xemreya cemalê
Her ku žev konê xwe vedike
Gelawêj...
Digihêje meqamê kemalê!

Bi hêminî...
Rist ji kûzên asoyê
Tête nohtin...
Razber e ev hebûn
Bê ser û ber e gerdûn
Û Xwedayê li jor
Rezvan...
Û sazvanê cam û piyalê...?!

***************

Gotina xwež
Merhema birîna ye
Çivîka ji perên kakêžanê
Veqetiyayî
Wiha...
Qehwerengê darîn
Û dilkê keskîniyê
Ji xwe re hêlîn dinikuland...!

Tovê bi firmêskên hezê nixumandî
Çend rojan û vejînek...
Digihêje destên seridînê...!

Sinbilên bi libên xwe tije
Wiha kubar û paye
Sernižîvî rûdêmên axê dibin
Zêrê zer e
Zadê bi vegotinên biharê avdayî
Û nemaze ku tête heyranbêjiya çinînê...?!

***************

Gotina xwež
Žekirokê cejna ye
Žerbeta di pažžanan de teyisî
Li Xameya bêcir
Pîrozbahiya spêdeyê vedaye
Û ronê ji tilîkên Elindê
Weriyayî...
Di sebeta sîngê de
Paldaye...!

Û askên bezok di mêrgên hesatan de
Berfînên nazenîn di merdaniya destan de
Û ciwanîka...
Ji zeviyên spêdeyê hilperikî
Wiha lezgîn
Û careke dinê
Vedihewe
Arana di çavan de...!

***************

Gotina xwež
Bexçeyê gula ye
Û tu....
Ey gul, eger tu nazenîn î
Kengî tu, ji rengê rûyê zîn î ?
Wiha Xanî...
Kiras û xiftanê welatê xwe dirêsî

Rîsê bi hilma meya kevnar
Rêsayî
Bi hiriya beranê boz
Badayî
Û ji keziyên bozê rewan
Û ji miska gulyên karxezala
Di kevanên çavên Memê de
Zînegulek...
Û bilindahiya çiyayê miradê
Tîrvedan
Tîrêj
Û tîr dirêjî...!

Ey durdaneya
Ji zadê zarê žêrîn
Wiha mîr...
Morî bi morî
Pir sedef û mircan
Û yek gerden
Bejna xakê dirêsî

***************

Gotina xwež...?!
Û bi hêminî
Gotin di xumên siružtê de
Tête meyandin...

Ristezar û zerpîvok e
Mizgîn î û gulbihok e

Gulav, enber
Û bîn žimakok e
Sorgul, roz
Û bask kevok e
Li ser lêvên Newrozê
Xizêm û xalxalok e...!

Di mežka rewanê de
Tête keyandin
Hunerbaz û têr leystok e
Žînê deryayê
Û asîmanekî tijî stêr
Û rojan žînok e
Risteke bi awaz û sazî
Dilberek por zêrîn
Û can pir gijlok e...!

*****************

Gotina xwež...?!
Û gotin...
Ya law û xwežkok e..!

Ey durdaneya...
Ji zadê zarê rengizîn
Di bêdengiyê de
Gul...
Sirûd vedibin
Mijankên êvaran
Perwane bi êgir ve
Disojin
Û destên ducanî
Rist dirijin...!

Razber e ev hebûn
Bê ser û ber e gerdûn
Û Xwedayê mihrevan
Rezvan...
Û danerê kilçîv û žemalê
Ji bilî beyteke darižtî
Bi yaqûtê zarê hingivîn
Çi Êdî ...
Derdan dimalê...?!


Mizgîn Hesko


01. Avdara 2024


————————————————
•    Gotina xwež, bihara dila ye= ji zargotina Kurdî.
•    Ey gul, eger tu nazenîn î = Ji beytên Seydayê Xanî.
•    Cemal. Kemal= Ji Sovîzimê. Bi Erebî.
•    Mîr= Ciladet Bedirxan.



 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark