 |
|
 |
 |
 |
 |
 |
Melevan Resûl
Silav bo te kekê Yasîn ji ber vê berhema te ya ciwan . Te rast gotiye birako , zimanê me çiqas rast û petî be , lê bêxwedan maye , mixabin piraniya nivîskar û rewþenbîran jê direvin û wekî daxekî li ber çavê xwe dibînin , heger gazinada te ji nexwendinê heye , gazinda min ji hejmarek nivîskarên bêguhdan û bi zimanê erebî heye ku naxwazin xwe bi zimanê kurdî mijûl bikin , ji lew hewldana wan ji bo têkçûna zimanê kurdî ne kêmî helwesta rijęmê ye , bi qasî ew berevaniya zimanê Erebî dikin , sistemę bi xwe ew hêvî nedikir ! bihaneyên nivîskarên kurd ewe ku wan perwerdeya xwe bi zimanê kurdî nedîtye , ya dî jî ewe ku ziman nepirsgiręke di ravekirina bîr û baweriyan de , heme çi ziman be di berhemdan û afrandinę de ew li ţûna zimanê kurdî digre , (belę waye heger mirov bi azadî ji xwere li zimanekî bigere), lê xwezî ew li vê hendamê rawestaban , mixabin ew pêde diçin û hereţe bi naqird û devlękirinę li zimanê xwe dikin , mîna peyakî oldar li gundê me hebû , wî digot : ez Kelbê ţęxę xwe me . |
|
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Gotar: Ma qey nivîskarê kurd guh dide hevpîþeyê xwe?. |
Heyder Omer
Birêz Helîm yûsif di gotarekê, ku bi du beþan di malpera diyarname de weþandiye, bi dilþewatiyeke zor numa dipirse: „ Çima kes guh nade nivîskarê kurd?(1), û dibêje: „ Dema mirov li rewþa çapemeniya kurdî, tevgera siyasî û civakî ya kurdan dinêre, ev paþguhkirina berhem, dîtin, þîrove û helwestên nivîskarên kurd bala mirov dikþîne û dikare bibe cihê pirs û gumanan“.
H. Yûsif bi pirsê tenê nake, belê ji hêlekê de bêdengiya nivîskaran li hemder vê rewþê wek gunehkarîke mezin dibîne, ta radeya, ku helwesta wan dixe bin sîwana þibhe û gumanan: „Ez ê vekirî bibêjim ku ev bêdengî û xemsariya van nivîskaran asta cidiyeta nivîskariya wan, li cem min, dikire bin sîwana þubhe û gumanan“. Û ji hêla din de jî berxwe dide, ku bersiva pirsê bide. Wê hîngê tiliya xwe hem ber bi siyasetmedarên kurd de û hem jî ber bi civaka kurd de dirêj dike. |
|
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Þevbuhêrkên kurdî li þamê |
B. Þiyar
Di 29-5-2009 de komîta amadekar ya þevbuhêrkan þeva xwe ya 82 an li darxist . wiha her meh di hefteya dawî de þevek hemûreng ji çand û hunera kurdî li dardixe. Mêvanê vê þevê ji bajarê evînê bû nivîskar û helbestvane tê nasîn bi navê (bavê Helbest ) Mijara wî ya vê þevê Rêbazên wêjeyî di helbesta kurdî de .piþtî belavkirina babetê li beþdarên þevbuhêrkê re bavê Comerd -endamê komîtê - Bixêr hatina mêvanê þevê û beþdaran kir. |
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Gotar: êzîdiyên cizîrê; tirbespiyê, amûdê, serê kaniyê û hesekê - 1 - |
Konê Reþ
Pêþgotinek pêdivî: ( Berriya Mêrdînê, bela biþewite berrîk bi ripin e, sê konên reþ î Kurmancî lê vegirtin e, yek jê ê Hemê Mûsê ye, yek jê ê Zor Temir Paþa, bavê min e, konê sisiyan ê kinik Derwêþê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban, tirrad elgom, ew kilê herdu çavê min e…)
Di sibata 2009 an de, cûm çiyayê Kurmênc, nav kurdên ku bi ola xwe Êzîdî ne. Li gundên wan geriyam, çav bi þêx Husênê þêx Hesenê Birîmo, þêx Omerê þêx Bekir û mamoste Mehmûd Keleþ ketim û bi wan re axifîm. Hem jî çûm serdana mezargehên wan û dawî min lêkolînek li dor wan berhevkir… |
|
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Helbestvan Husên M. Hebeþ Beþdarî Festîvala helbesta cîhanî li Colombia dibe |
Aref Gabeau:
Di 03/ 07 de helbestvanê kurd Husên M. Hebeþ beþdarî Festîvala helbesta navnetewî ya ku li (Medellín /Colombia) li dardikeve dibe Festival Internacional de Poesía de Medellín (Colombia).
Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekeme helbestvankî kurd ji bo vê Festîvalê tê vexwendin. Festîval deh rojan dirêj dike û helbesvan ji hemû aliyên cîhanê tê de beþdar dibin. |
|
Bixwîne... |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Gotar: Çima kes guh nade nivîskarên Kurd -2 |
Helîm Yûsiv
Zimanê kurdî li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê:Bi hatina sala 1946 an re, sala serxwebûna Sûriyê, dawî li "Hawar" û "Ronahî" û pê re jî li qonaxa Bedirxaneyan, hat. Ji 1946 an heta 1968 an, di van bîst û du salan de, yek rojname yan kovar an jî belavok bi zimanê kurdî, ne li Sûriyê, ne jî li rojavayê Kurdistanê, derneket. Balkêþ e ku di van salan de – 1957 – yekemîn partiya siyasî ya kurdan li Sûriyê hate damezrandin. Tev ku di nav damezrênerên vê partiyê de çend rewþenbîrên ku ji bakurê Kurdistanê daketibûn Sûriyê – Osman Sebrî wekî mînak - hebûn, lê dîsa jî zimanê belavokên partiyê yê fermî zimanê erebî bû. Hejmara partiyên ku ji wê partiyê welidîn niha gihiþtiye zêdeyî 13 partiyan. Hemû partî, bi çep û rastên xwe, hetanî bi qirikê di nav nakokiyan de bûn, lê di hilbijartina zimanê erebî de, wekî zimanê siyasetê, li hev kiribûn. |
|
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Berhemên Nû: Romana; “Tirsa Bê Diran” ya Helîm Yûsiv ji weþanên Sema derket. |
Hozan Emîn - Duhok
Ji weþanên Dezgeha Sema ya Çandî û Hûnerî, li Dubey, romana nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv, bi wergera nivîskar Fewaz Ebdî, bi zimanê Erebî hate weþandin. Romana ji 205 rûpelan pêk tê, berga wê ji tabloya þêwekarê Norwecî, Idward Munîyeh e, li çapxana Duhok, bi jimara sipardina 2068 Pirtûkxana Bedirxan - Wezareta Rewþenbîrî – Herêma Kurdistana Iraqê, mafê cape wergirt û çap bû. Ev berhem di bernameya çapê ya dezgeha Sema ya 2008an de bû ku bê weþandin, lê mixabin ji ber hin sedeman ew pîlan pêk nehat, heta vê gavê û ji zincîre weþanên dezgeha Sema jimara 27 an çap bû. |
|
Bixwîne... Berhemên Nû |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Gotar: Sunetkirina jinan 1/2 |
Amadekirina Ezîz Xemcivîn Sunetkirina jinan- Bi ingilîzî Female genital mutilation (FGM). Wate: Jêkirina parçeyên hestedar (giþt an hinek) ji organê zayendî li bal mêyê... Sunetkirina jinanSunetkirina keçikê: Sunetkirina keçikê bi çar awayan dibe: a- Jêkirina bergê zîlikê digel serzîlik an jî zîlik bi tevayî. b- Jêkirina zîlikê digel her du çermikên piçûk (hindek an jî bi tevayî). c- Jêkirina hemî bilindbûnên organ (digel zîlikê jî) û her malçerm bi çermê laþ ve serast dibe û hem tengkirina qula organ dikin. d- Jêkirina zîlikê digel her du çermikên piçûk û sotandina þûna wan bi daxdanê, ji vî awayî re sunetkirina Firû’nî dibêjin. |
|
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
-Ez bê hemdî xwe tevlî vî karî bûm. -ez xwe di bînim wek bervadanekî di ber mafên mirovan, û azadiyên serekî di welatê Sûriyê de. - komîta me ya kurdî komcivîneke sivil, û serbixwe ye. - Komîta me, berevdaniyê dike di ber mafên mirovan de, û azadiyên serakî. -em bûne komîta pêþî di nav komîtên kurdî de li Sûriyê, yê ku me encûmenên kargêrî hiþkerekirin. -Em pismamê hevin, çi ji daxwazên me,û çi ji rengê karê me!!!!????. -Hebûne yasayên awaret di Sûriyê de, di ke ku em bi tirs wek ku em dinav gasînek ji bimban de kardikin. -kesê ku mafê xwe nasneke, wê nikarbe berxwedanê di berde bike. -Ta îro hin ji partiyan, me dibînin wek cîgirtyê xwe. -Hîn tevgera kurdî ew pêwendî bi me re ne kiriye. Mixabin!. |
|
Bixwîne... Hevpeyvîn |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Gotar: Rojnemegirya devikî li bal kurda, mêvanxane, û tenûr |
Xalis msewer
Di dirêjya dîrokê de, çi mirov çi civak, nedikarîbûn bêyî nûçe û dengûbasan jiyana xwe berdewam bikin. Ji demeke kevinde, çaxê mirovek di bû rêwî, û bi ser rêçikên çol û çiyan diket, divabû riya xwe ya têve diçe, baþ nasbike, û pêwîst bû jî ku, ji rêwî û gerokên rê û rêçikan, li rewþa riya xwe baþ bipirse, ta zanibe bê ka çi xeternak li ser riya wî heye, û wan rêwiyan bi çavê xwe, li wan der ûnavçeyan çi bihîztine û çi dîtine çi nedîtine?. |
|
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Filkilor: Kerkê kerbajo bes hevalê min bajo (LÎSTIKA ZAROKA) |
Luqman silêman luqman_sileman@live.se
ev lîstik yek ji lîstikê zaroka ye li devera Dêrika Hemko û dibê ku li deverin dîjî zarok pê dilîztin di dema wê de. Ev lîstik di her demê salê de li nik zaroka pê dihate lîstin bê goman di dema ku zarok hîn bi lîstikê Filkilorî di lîstin çimkî îro zarokê me bi wa lîstikê Filklor yê berê nizanin... Ev lîstin ji du beþan pêk tê. Hijmarek taybet ji vê lîstikêre nîne yanî ta bi bîst kesa di karin ji xwere bilîzin.. |
|
Bixwîne... Filkilor |
|
 |
 |
 |
 |
|
 |
|
|