|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Daxuyaniyek ji raya giþtî re |
Weke berdewamiyekê di siyaseta, bêdengkirin, qirkirin û girtinê de, çekdarên PYDê endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya û endamê Encûmena Niþtimanî ya Kurdî Hesam Dorsin, demjimêr 11ê êvarê roja Duþemê 1ê Nîsanê, li navenda bajarê Dêrikê bi otombîla wî revandin, Tevî dûvçûna me bo navendên û dezgehên PYDê, wan hebûna wî li ba xwe red kir, ku ev yek bû sedema peydakirina metirsiyeke cidî li ba me li ser jiyana wî, nexasim Hesam Dorsin nexweþ e û birîneke kevin di serê wî de heye. Di demekê de ku em vê revandinê þermezar dikin, em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî yên li Sûriyê dikin, ku fiþarê li rêveberiya PYDê û Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Behzad Dorsin, ku ji sala 2012an ve revandî ye, û Hesam Dorsin, endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya, serbest werin berdan û ji bo misogerkirina ewlehiya wan, ji ber ku ji dema hatine revandin çarenivîsa wan ne diyar e, û em bang dikin ku sînorek ji van kiryaran re were dayîn. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Daxuyaniya þermezarkirina tawan destdirêjiyên Turkiye û Îranê ser Rojava û Baþûrî Kurdistanê |
Ev çend rojin ko dewleta Turkiye û artêþa xwe ya xwînrêj, çendîn êrîþên hovane û li serhev bi dironên bomberêj kirî û bi firokeyên cengê dibin ser gelek ji bajar û herêmên Rojavayî Kurdistanê, ko dam û dezgehên jêrxaneyî û xizmetguzarî dikin armanc, bi taybetî wîstgehên av û elektrîkê, zeviyên derhênana gaz û petrolê, ko gelek ziyanên mezin gihandine wan, û ew ji kar xistin, zehmetî û giraniyên bêtir ji ên berê xistine ser jiyana xelkê, barên wan girantir û girantir kirin e, herweha bi dehan þehîd û birîndar ketin, jin û zarok jî di nav wan de hene . |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriya (YNRKS) bomberankirina Turkiye Rojavayî Kurdistanê serkone dike |
Artêþa Turkiye ya dagîrker, ev sê rojin, û bê rawestan, gelek deveran li Rojavayî Kurdistanê bordûman dike, çendîn dam û dezgehên jêrxanî dike armanc, weke xelekin nû ji zincîra wan tawanên giran ên ji sala 2017-2018 ve heya niha pê radibe, ji wan deveran: - bajarê Kobanê. - westgeha elektirîk li Qamiþlo. - sayloya genim li Qamiþlo. - aþê rojhilatî li Qamiþlo. - Çend bîrên petrolê. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Daxuyanî ji civîna Yekem a Komîta Navendî ya Partiya Pêþverû |
Di dîroka / 13 / 12 / 2023an de komîta navendî ya ku ji kongirê Þazdemîn a "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" hatiye hilbijartin civîna xwe ya Yekem li darxist. Civîn di heyameke hevaltî û bi berpirsiyariyeke bilind karnameya karê xwe gotûbêj kir û ev xal li xwe girtin : - Pêþindana biryarên kongir û gotobêjkirina wê di pêþketin û pêþxistina karê rêxistinî di hundir desteyên partîzanî de , û li gor resenên rêxistinî û pirensîbên dîmoqratî yên ku tizûka navxweyî û biryarên kongir pesend kirine. Herwiha tekezî li ser regezên lêpirsînê hate kirin ji bo parastina partiyê ji diyardeyên neyênî yên ziyanê dighînin rêxistinê û rewabûna partîzanî. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Daxuyaniya dawî ya kongireya Þazdemîn a Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê |
Di dîroka (8-9-10 / 12 / 2023an) de "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" kongireya xwe ya Þazdemîn di bin van siloxanan de li darxist : - Demoqratî ji Sûriyê re û mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re. - Danûstandin di navber sûriyan de þêweyê herî li pêþe ji çareserkirina qeyrana Sûrî re. - Parastina aþtiyaneya jehjiyatî û xurtkirina pirensîbên jiyana hevbeþ di Sûriyê de. - Erêkirin bi rêjîmeke ne navendî ku taybetmendî û hemerengiya netewî di herêmên kurdî de li xwe bigire. - Biryara kurdî ya serbixwe girînge ji bo lihevkirin û yekrêziya helwesta kurdî . - Biryardanek distûrî bi nasnameya netewî ya gelê kurd li Sûriyê. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Bîranîna qirkirin û fermana Þingalê |
Komeleya Kurdî-Elmanî li herêma Schleswig-Flensburg di bîranîna qirkirin û fermana Þingalê de ya ko berî neh salan bi destê xwînmijên Daiþê bi serê Kurdên Êzîdî pêk hat, pirotesto û þermezar dike. Di evê bîranînê de em wekû komele bang li cîhana azad û dewletên xwedan biryar dikin û em dibêjin: Êdî ev stem û komkujiyên ko li dijî miletê me dibin birawestînin. - Sersaxî ji bo malbatên pakrewanan - Têk biçe hizirên tundrew û bi taybetî yên Dewleta Islamê li Îraq û Þamê (Daiþ) û wekîniyên wê. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Daxuyaniya YNRKS Derbarî roja rojnamegeriya Kurdî û derbasbûna 125 salan li ser damezrandina wê |
Ji dehên salan ve, û li seranserî Kurdistanê, bi her çar parçeyên xwe ve, salane, roja bîst û dudwê meha Nîsanê wekû Roja Rojnamegeriya Kurdî, hatiye destnîþankirin û bi navkirin, ew jî weke rêzgirtinekê û bilind nirxandinekê ji wî karê gelekî hêja û dîrokî re, yê ku Mîr Miqdad Midhet Bedirxan pê rabibû, bi derxistin û weþandina yekemîn rojnameya Kurdî, û bi zimanê Kurdî, bi navê Rojnameya ”Kurdistan”, li bajarê Qahîrê, paytexta Misrê, di roja 22.04.1898an de; û li piraniya bajar û herêmên Kurdistanê belavkiribû, digel ku, di wê serdemê de derfet gelekî kêm û hindik bûn, û rewþ û merc jî gelekî sext û zehmet bûn, rê û alavên ragehandin û çûn û hatinê jî gelekî hindik û bi zehmetî bûn, û gelek dem dixwarin; di wê serdemê de, firoke kêmbûn, posta bi lez tunebû, ne Radyo, ne televizyon, ne Internêt, ne jî E-Mail û Feysbûk û hemerengên wan ên din, nebûn. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: DAXUYANIYA DAWÎ YA XEBATÊN KONGIRÊ ÇAREMÎN YÊ TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ - SÛRIYA |
Di 27.1. 2023an de, Tevgera Çaksaziya Kurdî - Sûriya kongirê xwe yê çaremîn li bajarê Qamiþlo bi beþdariya nûnerên hevrêzên tevgerê li derveyî welat (Herêma Kurdistanê – Tirkiye – Ewropa) bi rêya sê platformên serhêl di bin duruþmên jêrîn de lidar xist: - Ji bo avakirina Sûriye weke dewleteke federal û xwedî gelek netewe û ol ji bo hemû gelên wê. - Efrîn,Serê Kaniyê Parçeyeke nayên veqetandin ji herêmên kurdî li Sûriyê. - Mafên gelê Kurd û demokrasiya li welat ji hev nayên veqetandin. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Daxuyaniya dawiyê ya konferansê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya |
Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, li roja þemiyê 3/4/2021, yekemîn konferansê xwe li ser tora Online, ji ber ku nikarî rûbirû lidar bixe ji ber rewþa tenduristiyê ya tirsnak li cîhanê ji encama belavbûna bela Korona, ku bi giranî ziyan gehandiye gelek welatên cîhanê, û hin bendên tund li her kesî hatine standin. Þerê felaketî yê ku rejîmê li ser miletê Sûrî bi giþtî û gelê Kurd bi taybetî sepand, û paþî encamên trajîk yên li pey wê, tevî ku herêmên kurdî rastî çend êrîþên terorîstî û dagîrkirina herêmî hatin, ku bûn sedemên koçbarkirina bi mîlyonên sûriyan, di nav wan de bi sedhezaran mirovên Kurd, ku welatê xwe çolkirin û penaberî welatên Ewropa bûn, ji wan bi dehan kesên nivîskar û rojnamevan, ji ber vê yekê Yekîtiya Nivîskaran xwest ku nûnerayetiyekê ji bo nivîskaran li welatê diyasporayê ava bike, bona rêxistinkirina kar û xebata nivîskaran li gorî îmkanên heyî ji bo pêþkêþkirina xizmetkariyên rewþenbîrî û zimanî, her wisa nivîskaran xwest ku konferansê xwe lidar bixin ji bo timamkirina karûbarên duyemîn kongirê Yekîtiyê yê þeþ salan dereng ket ji ber amadenebûna piraniya endamên wê yên li welatên Ewropî. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Daxuyaniyek bi helkefta koça dawî ya Seydayê Tîrêj |
Îro, 19 sal di ser koça dawî ya Seydayê Tîrêj re dibûrin, Seyda weke îro, di 23.03.2002an de serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veþartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî, û ew roj, li Rojavayî Kurdistanê, bû rojeke bi nav û nîþan …. Seydayê Tîrêj, di sala 1923an, li gundê Nicim, ê ko dikeve rojavayî
bajarê Qamiþlo, ji dayik bûye, ew heþt salî bû, li gundê Sêmitikê Newaf,
û li ser destê Mela Ibrahîmê Golî, Quraan û çend pirtûkên ayinî
xwendin, piþtre li Amûdê di dibistana fermî de pênc salan xwend; |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Ji Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye |
Gelê me li Rojavayî Kurdistanê çavên wan her li guftûgoya Kurdî-Kurdî bûn, û li hêviyê bûn ko di demeke nêzîk de rêkeftin di navbera herdû aliyên guftûgoyê pêk bê, û yekîtiya rêza tevgera Kurdî encam bide, lê ev bûyerên dawî ko li Rojavayî Kurdistanê çêbûn, didin xuyakirin ko pêvajo ber bi rêyeke nebaþ de diçe, û metirsiyê dixe dilê herkesî, nemaze ko çend nûsîngehên partiyên ENKS, bi destên kesin tûndrew ko her çendakî xelkê ditirsînin, hatin þewitandin, û heya niha kes ji wan nehatiye girtin, lê hemû kes zanin û dibêjin ko ev tawanker ser bi PYDê û PKKê ve ne, ji ber ko berî niha jî bi van karan rabûne, û rêvebiriya xweser heya niha deng jê nehatiye, û tiþtek derbarî van kiryaran nekiriye; |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Daxuyanî: Daxuyanî Ji bo 36 saliya koçkirina seydayê Cegerxwîn |
Me, wek Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, her sal di vê rojê de, û bi taybetî li bajarê Essen, li Elmanya, me ahenga roja helbesta Kurdî li dar dixist, ko heman roja koçkirina helbestvanê mezin û behremend, helbestvanê herî navdar li Rojavayî Kurdistanê, seydayê Cegerxwîn e, xwediyê rola fireh û gelekî bi bandor di þiyarkirin û xurtkirina hestê netewî di nav gelê Kurd de, ew bixwe di gelek senger û çeperan de dixebitî, û têkoþînek bê rawestan dikir, çi di warê wêje û helbestê de, û çi di warê siyasî de, loma gelek caran hatiye zindan kirin, û sergon kirin jî, xweragir bû li himber rêjîmên diktator ên herî dijwar, û herdem di pêþiya xwepêþandanên dijî wan de bû ... |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|