 |
|
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Na ji kuþtina jiyanê re! |
Þêrîn EbdoSilogan gotinek e, ka kirin û pabendiya mirov bi evê gotinê? Li bin sîwana evê siloganê "Jin jiyan e" jiyan tête kuþtin, jin xwe dikuje û tête kuþtin! Li bin sîwana evê siloganê gulên nûpiþkuvî di buhara xwe de têne jêvekirin û xemla jiyanê winda dibe.. Li bin siya þuþtina rûmetê xencera nezaniyê di sînga jînê de tête çikandin.. Seyr e! Em di serdemeke vekirî û pêþketî de dijîn lê hizir, hiþ û ramanên hin mirovan hêj di serdema nezaniyê de çalak in, hêj civaka me di serdema kevirî de dijî. |
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Dr. Xelîl Omar Dengê reyandina Tûjo ji hewþa baþûr hat û pê re dengê Eliyê Keleþ hat: – Malê, ma qey kesek tuneye, ko vî kûçikî ji min raqetîne? – Tîdî mîrato, ma tu bavê Sînan nasnakî? Nofê ji hundur derket û bi kûçik re xeyidî. – Ev ne kûçik e, ev gurê har e, nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re derbasbe! Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey bi gopêl kûçik ji xwe diqewrîne. – Fermo kirîbo, wextî Hecî ji êþ bê, fermo derbasbe, serçavên xwe biþo û firreke ava cemidî vexue! ..Xêre, vê qiyalê, tu ketiye rê? Kevaniya malê ji bavê Sînan pirsî û kurtêlkeke nan avêt ber Tûjo. |
Bixwîne... Çîrok |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Nûçe: 23 Rêxistinên sivîl, mafnasî, û yên jinan, nameyekê bo Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Hêzên Sûriya Demokrat diþînin, û daxwaza bidawî anîna doseya revandin û leþkerkirina zarokan dikin |
 - Rêzdar: Bêrîvan Xalid, û Rêzdar: Ebd Hamid El-Mihbaþ, herdu serokên hevbeþ ên Rêvberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê. - Rêzdar Mezlûm Ebdî, serokê giþtî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD). Em hejmareke rêxistinên ku me li ser vê nameyê îmze kiriye, berê xwe didin we, wekî aliyên ku rêveberiya herêmê dikin, û ji we dixwazin ku hûn ji dil bo girtina doseya revandin û leþkerkirina zarokan kar bikin, û wan li malbatên wan vegerînin, herwiha kes û komên di nav we de, ên ku zarokên ne gihayî direvînin û dikin leþker ji hev bixînin, û wan li ser van binpêkirinên mafên mirov ku digihêjin asta sûcên cengê, siza bikin. |
Bixwîne... Nûçe |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Saziyên nivîskarên kurd û piþtguhkirina ziman |
Qado ÞêrînBi texmîna min, li Rojavayê Kurdistanê pênc saziyên nivîskaran hene, çi þerme. Her pênc bi serok û merok in, endam û çalakî û daxwiyanî û xirecir in, hema hema hemû daxwiyaniyên wan bi erebî ne, çi þerme. Hin caran li dij hev derdikevin, wek ku þerekî sar di nav wan de hebe, carinan newêrin þerê navxweyî derxînin medyayê, çimkî wê xelk wan pîs bikin. Gelek caran ji kîna hevûdu re bi çalakiyên þermok radibin. Ez çalak im, dêmek ez heme. Eger ne wisa ye, ka kîjan saziyê pirtûkek, wek nimûne, ji nivîskarekî/ê re çap kiriye, yan jî alîkariya nivîskarekî kiriye? Tune. Wek ku agahdar im, nikarin alîkariya endamê xwe bikin. Êdî hebûna wan ji bo çi ye? |
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Ez Û 6mîn KONFERANSÊ FOLKLORA KURDÎ Li ZANKOYA ZAXO! |
Konê Reþ Ev sêyemîn care ku diçim Zaxo, Zaxoka Badînan.. Cara yekemîn di sala 2008an de bû, min semînerek li dor Bedirxaniyan di bexçeyê qaymqamiyê de da, cara duyemîn sala 2019an bû, min du pirtûkên xwe bi navê (Beriya Mêrdînê û Kurdênejibîrkirinê), li Zankoya Zaxo imzekirin. Û ev beþdariya min di konferansê navdewletî de li dor folklorê kurdî li Zankoya Zaxo, di rojên 11-12 gulan 2022an de, cara sêyemîn e. li ser vê daxwaznameya Centera Kurdî bo Vekolînên Folklorî ji
Zankoya Zaxo, di 9ê gulanê 2022an de, ji Qamiþlo min berê xwe da Zaxo:
(Silav û rêz mamosta Konê Reþ.. Senterê Zaxo bo vekolînên kurdî li
Fekolteya Zanistên Mirovayetî/ Zankoya Zaxo li rêkkevtî 11 û 12 gulana
2022yê dê konfransekê navdewletî li dor folkilorê kurdî gêrît. Lewra em
weku Senterê Zaxo bo vekolînên kurdî heweyên hêja daxwaz dikeyn ku li
konfiransî amade bibin. Hûn dikarn bi navunîþanê "Folkilorê Kurdî li
Rojavayê Kurdistanê" di penelekî da piþikdarîyê biken. Her sax bin/ Zakho Center Kurdish Studies/19/4/2022). |
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Nûçe: Þevger pênc dîwanên xwe li Hewlêrê wajo kir |
Idrîs Hiso – Hewlêr
Þevger bê çalakî aram nabe, dawî çalakiya wî jî ew bû ku, 13.05.2022 li nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya li Hewlêrê bi amadebûna hejmarek ji çalakvan, rewþenbîr û nivîskaran 5 dîwanê helbestê wajo kir ew jî ev bûn: Dîwana 1 Al û Dewlet, dîwana 2 Xewna Azadiyê, Dîwana 3 Dara Mirada, dîwana 4 Derdên Kevin û dîwana 5 Birîn, dîwan hemû jî ji aliyê çapxaneya Gazî – Duhok 2022 hatine çapkirin. Di heman çalakiyê de Þevger ji aliyê Partiya Yekitî û herwisa ji aliyê rêxistna Canî Roj ve hatiye xelat kirin. Bêhtire ji 30 ye, wî ji walatê xwe koçkiriye, lê destê wî ji Kurdistanê nabe, bêhtirê dema xwe li welatê xwe derbas dike.
|
Bixwîne... Nûçe |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Di 90 Saliya Kovara Hawarê de Werim Em Kovarê Nas Bikin! |
Konê Reþ Mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 - 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiþtin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temenê xwe. Wî jî, di roja 15.5.1932an de hejmara pêþî ji kovara xwe (Hawar)ê bi tîpên latînî, li Þamê çap kir û di nav Kurd û biyanyan de belavkir.. Bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand Kurdan û got: (Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke þexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê..). |
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Berhemên Nû: HEJMARA HEFTEMÎN YA KOVARA BERNAMEGEH DERKET |
 Di vê hejmara me de Ýkram Oðuz bi Kurmanciya xwe ya zelal behsa zarokatiya xwe û dengbêjên bavê xwe kiriye, Occo Mahabad mijara damezrandin û pêþketina çapxaneyên kurdan ji do heta îro nirxandiye, Nihat Gültekin bala xwe daye li derdora Çiyayê Elegezê û rewþenbîrê me yê dilnazîk Maksîmê Xemo, Lokman Polat bi pirs û vegotinan di edebiyatê de mijara trajedî, romantîz û erotîzmê hildaye dest. Di vê hejmarê de gellek gotar, çîrok û helbest li benda xwendin û nirxandina we ye. Hûn dikarin di vê hejmarê de van nivîsan bixwînin: |
Bixwîne... Berhemên Nû |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: (Sazkirina cîhana romanî di Romana Kobanî a Can Dost) |
Rêber HebûnRoman li dor Kobanî dizivîre , behsa dema þerê navxweyî li sûrî dike , û bandorê wê çaxê 2011 li ser rojavayê Kurdistanê, civakê wê û bi taybet li ser Kobanî, nivsîkar Can Dost pala xwe dabû li ser bîr di avakirina vê romanê de, berî xwe da zaroktî, malbata olî û herwiha ronî da li ser bandora reftarên êlî li civaka wê deverê û nerîna wan ji kesên nenas re , yên nav li wan dikirin Mihacir, ango bi kurdî Penaber, helbet þêweya nivîsa wî bala mirov bêhtir dikþîne , bi taybet dema ew xwedevan ji xelkê deverê be, bêhtir wê têkeve kûrahiya hestek e dagirtî arezû û nalîn , li ser çawaniya ramandinê, bandora þer li ser xelkê , têkiliyê ciwanên dilgerm û kêm zane bi hevdû re û herwiha bi xuristiya çaxê, bi berzbûna rewþek e nû û serpêhatiya desthiladariya kurdî yê nû li rojava de, û dan û standina wê bi partiyên ne ligel ramanê wê û herwiha gelek xalên yên bi vê kêþeyê ve girêdayî. |
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: HINEK RONAH LI SER ROJNAMEYA (KURDISTAN) |
Cemîl IbrahîmRoja 24.04.2022an, li Sîwana Kurdan, li bajarê Essen-Elmanya, komîteya çalakiyan ya Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd, simînarek ji bo bi bîranîna roja Rojnamevaniya Kurdî, li darxist, ez yek ji sê bêjeran bûm, ko ew kiribûn mêvan, min di vê simînarê de ev gotar pêþkêþ kir û min ew xwend: HINEK RONAH LI SER ROJNAMEYA (KURDISTAN) Xuþk û birayên hêja, amadebûyên birêz Ev dem û hemû demên we xweþ û baþ bin |
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Rojnameya Kurdistan pêþenga rojnamegeriya kurdî ye |
Hiþmend Þêxo
Di serdema pêþketina þoreþa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêþeng radibe di pêþxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû Tevger , Partî , Komele û rêxistin bi nerîn û siyasetên rastbîn , helwestên wêrek û çalakbûna ragihandina xwe xurt û li pêþin , Lewre ragihandin þêweyê herî sereke ye di karê tevgera rêzanî û xebata demoqrat û aþtiyane de. Rojnamevanên cefakêþ : Silav li we Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi (124) salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya Kurdistan derdixe û dûrî xaka Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike.. |
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Lêkolîn: Roja rojnamegeriya Kurdî li hemû pênûsên Kurd pîroz be! |
Dr.Ebdilmecît ÞêxoBi vê boneya pîroz çirûskek li ser kovara (JÎN). Kurtelêkolîn Kovara (JÎN), (7.11.1918 - 2.10.1919) Kovara (Jîn) ji hejmara 1-25 di navbera salên 1918-1919 an de bi du zimanan Kurdî û Turkî û bi du zaravên Kurdî (Kurmancî , Soranî ) û bi tîpên Erebî wek zimanê ne fermî ya (Komela pêþketina Kurdistanê) hatine weþandin. Sernivîserê kovarê yê pêþîn ji hejmara (1 ê-20 ê), yekek ji damezrênerê (Komela pêþketina Kurdistanê), Hemzeyê Muksê bû û ji hejmara (21 ê-25)an Memduh Selîm bû. |
Bixwîne... Lêkolîn |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Nivîsa wêjeyî wek navgînek e rûbirûbûnê |
Rêber Hebûn
Hevçûyîna berve rizgarkirina xweserî tiþtekî divê pêkwere eger rê teng bû di rûbirbûna sextebûnê û kesên wê, ji ber ku di saya zordariya desthilatiyên serkotker de, çare li pêþ civakê nîne ji bilî ku yek ji herdûkan bipejirîne, û ewa koletî an serhildanê. Naxwe nivîsa wêjeyî vala nabe ji metirsiyên ku têne kûrahiyan, û mirova li ser ramandinê bi dîmenan ve dihêvojin, û hestên ku mirov bi zehemtiya rewþ û tengbûna asoya çareseriyê, û herwiha libabûna di nav pêlên hestên wijdanî de ta bibin çirûsînek e heyî li çûna mirov berve rizgarîbûnê, ji ber ku tiþtê tên e di rûbirbûna wî de ji hêza dadgehên hêrekeriyê û samên wê ne, û wî dihêlin bêhtir bikeve di rûbirûbûna wana de,û di hundirê wî de alavên hevxistinê bilind dibin, ji ber ku hêzên guhertinê bi hemî þêweyên xwe ve û tevî êþ û bêhêviyê li berxwe didin li rex amadebûn û berdewamiya berxwedaniyê ji bo dîtina cîhanek e baþtir di warê sinc û bedewiyê de.
|
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
Gotar: Siwarên þevê (Ji Zêrîn a keça Sebrî Fxrî re) |
Bêwar BrahîmZêrîn, wê þeva tund û dirinde jibîr bike, û mijgulên çavên xwe yî nermîn bi xewnên zaroktiya xwe bixemilîne. Ew þeva ne rengê þevên me bû, ew þeveka revyayî bû ji þikeftên xatirxwestina nêzîk û ne dûr. Buharên me bi þevên xemlîn û hunguvîn dagirtîne, bi heyvên çarde þevî ronîkirîne, li benda berbanga wan þevan be berxka bavê xwe û pala xwe bi çenteyê xwendina xwe yî ronak germ bike û hûrik hûrik wê þeva taristan jibîr bike. þeva girtina bavê xwe bi ken û girnijîna xweyî nermîn li ser kevîkên vê jiyanê bike hêviyeka bi hêz çendî ev hêvî basikçikestî û lukumî be jî wê ji ser dêmê þev û rojên xwe nemalîne Zêrîn, li ber sira bayê porê te yî bi hilma azadiyê dagirtî di nav xwe de difûrîne mistên her du destên xwe bi xaka gorbuhiþtiyên bapîrên xwe dagire û bi sira vî bayê re bibarîne. |
Bixwîne... Gotar |
|
 |
 |
 |
 |
|
 |
|