|
|
|
|
|
|
|
Gotar: HIRÇEK LI SER KUJER XWE DIGRÎ |
Zagros osman
Þeva bûrî min di xewna xwe de Hirçek dît, Gewdê wî bi qasî ê Fîlekî Taylendî bû, Serê wî ji ê Gayekî mestire bû, Sinbêlê wî ji Pirça Nêrîyekî pantir û dirêjtir bû, Hirçê me ji Sêrkê reviya bû, daketibû Kolana Tik Tokê bi Kurdî dipeyivî, qala siyaset û miyasetê dikir, ji naveroka Mijara wî xuya bû ku ew ji hêla Hirçên selefî ye, min baþ li Gotara wî guhdarî kir, min dît Hevalê me xwe berda kur û dûr, wek ku rê xweþ dike da ku a dilê xwe bibêje, Dostikê me ji Sêrkê reviya ye ne ji bo rizgar bibe, lê ji bo Bêhiþ û Kawikan bixapînê taku dijberiya Israîl bikin û piþtivaniyê bidin Filestîniyan.
|
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Kurd di navbera welatparêzî û neteweperweriyê de |
EBDILBAQȊ ELȊ
Mirov bixwe heyinekȋ civakiye, di nava komelgihekê de ji dayik dibe, ȗ tê afirandin, ȗ di nava wê de dijȋ ȗ bi derdora xwe re dikeve têkilȋ ȗ pêwendiyan, bi wê komelgehê ve tê girêdan ȗ ew xwe pê dibȋne. Wek tê gotin mirov kurê jîngeha xwe ye, jîngeha ku mirov hembêz dike wȋ bi teybetmendiya xwe çap dike, mora xwe li ser jiyana wȋ dide, mirov bi jîngeha xwe ve tê girêdan, dibe hêmanek ji jîngeha xwe. Ango girêdan "ayidiyet" pêwȋstiyeke civakȋ xweristiye, pêdivȋyeke hebȗniye ji jiyana her kesekȋ re, mirovatiya xwe ji hebȗna xwe di nava komekêde werdigire, ev girêdan weke nasname ji mirov re tê naskirin. Lê gelo girêdan "ayidiyet" çi ye, û nasname çi ye?.
|
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Dostaniya herdu gelan (Kurd û Ermenî).. Zabêl Ez Ermenî Me! |
Hacî Kardoxî
- Serpêhatî û jiyana Sarkîsê Kêvo wek filmê Rambo ye! - Di romana ZABÊl de em dibînin ku çiqas zilmû zordarî li milletê Ermenî hatiye kirin! - Rizgarbûna Sarkîsê Kêvo wek mucîze ye ku ji nav keriyên gurên har xilas bûye. Îro min romana ZABÊL, Ez Eemenî me ku nivîskar Ezîz Xemcivîn pêþkêþî me xwendevan kiriye bi dawî anî. Roman ji aliyê weþanxaneya SÎTAV ê ve hatiye çapkirin û ji 159 rûpelan pêktê. Di romanê de bi dehan serpêhatî henin. Roman bi zimanekî wejeyî, herîkbar ku xwendevan bi hêsanî têdigehî hatiyenivsandin. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Eger Kafka nebûya…? |
Tengezar MarînîMilena Jesenisska li dor berhemên Kafka weha dibêje: „Rast, tazî û bi êþ, tije tinazên hiþk û dîtina hestiyar a mirovekî, gerdû ewqas zelal dît, ku nekaribû xwe ragire û neçar ma dimire"Kafka di 3.7.1883an li Prag, ji bav û dêyeke cihû jidayîk bû. Wate ew endamê 2 mînoreteya bû, Cihû û elman. Ew zaroyê mezin yê malbatê bû. Bav û dêya wî demên dirêj li firoþgeha xwe dibuhurandin, wî û 3 xwiþk xwe bêhtir demên xwe li malê bi ser de dibirin. Bavê Kafka jî mirovekî cirnexweþ û hiþk bû, weha jî kartêkirineke neyênî li zaroyên xwe kir. Ev di nameya Kafka ji bavê wî re, diyar dibe, ka ew bavekî çendî despot û zulumkar bû. Bavê wî dixwest kurê wî di xwendinê de jêhatî be, lê di daxwazên xwe hiþk bû, lewra kêþe di navbera kur û bêv de peyde dibûn. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Di bîranîna pakrewanbûna Diktor Ebdilrihman Qasimlo de |
Hiþmend Sêxo*(Diktor Qasimlo mamosteyê gelê xwe) Diktor Ebdilrehman Qasimlo di sala (1930) de li bajarê Ormiyê li Kurdistana Îranê hatiye dunyayê , xwendina xwe ya seretayî û navîn li Ormiyê û Tehranê xwendiye , û piþtre di sala (1948an) de çûye bajarê Istenbûlê da ku xwendina xwe ya Zanîngehê tewaw bike , piþtre biryar stand ku xwendina xwe li Ewrupa tewaw bike. Dema ku ew li Istenbûlê wî nivîskar û rojnamevan "Mûse Enter" û xwendekarên kurd ên welatparêz naskirin , piþtre çû Ewrupa ji bo tewaw kirina xwendina xwe. Qasimlo li Firansa û piþtre li Tiþîkoslofakiya zanistên rêzanî û civakî xwend lê qet ji êþ û azara gelê xwe bidûr neket. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: 50 Saliya Zinara Erebî û Dîwanxaneya Melayên Qamiþlo |
Konê Reþ Qamiþlo bi veþartokan dagirtiye.. Gelek navdar û cegerdarên Kurd, Ereb, Siryan, Cihû û Ermen tê re derbas bûne û mora xwe li dîroka wê xistine. Kesî - wek ku pêdiviye - li dor wan ne nivîsandiye, di tariyê de mane û bûne ji veþartokên bajêrê Qamiþlo. Nivîsandina li dor bajarekî wek Qamiþlo jî, ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye. Nivîsandin name ye. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin, li dor bajarekî mîna Qamiþlo be. Ji ber ku hin caran ez li veþartokên Qamiþlo digerim, wan veþartokan ji zardevên pîrejin û kalemêran digirim.. Îro 24.6.2024, bi helkeftina ku 50 sal di ser Zinara Erebî re derbas dibe, bi min xweþ e we agahdarî Dîwanxaneya Melayan li Qamiþlo bikim. Ewa ku di salên 1973-1974an de li Qamiþlo çalak bû.. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Rola kovara (Ronahî) di çand û bizava çapemeniya Kurdî de Hejmarên(23,24,25) Xelek:12 |
Dr.Phil.Ebdilmecît ÞêxoEm dikanin di hejmara (23) an de van çîrokên gelêrî bixwînin:1-Fenên dêw (çêrokbêj),2-Þeva gayê zer (Ebdilkerîm Mela Sadiq),3-Dayin(Biþarê Segman),4-Memê Alan,Mem û Zîn (Celadet Bedirxan),lê emê di vir de tenê li ser van du çîrokên duhatî rawestin:1-Fenê Dêw.2-Þeva gayê zer. Çîrokbêj di çîroka (fenên dêw) de dinivîse:Di demekê de;kurek mirovekî kor hebû,mirovê kor li parsê digeriya,rojekê ew ji gundan vedigeriya û ew li ser rê ve di newalekî de û li ber zinarekî rûniþt,lê di zinêr de derîk vebû, dêwekî serê xwe di deriyê re derxist û ji mêrik pirsî,tu li vir çi dikî ? |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Bîranînên Jineke Kurd |
Ezîz XemcivînFewziya Qiço di temenê heftê saliya xwe de û di rewþewke valabûn û tenêtiya li havîbûnê hinek bîranînên xwe û serbûriyên demên corbicor nivîsandine, hem jî di pirtûkeka piçûk de belav kirine. Þad im, bi rastî jineka Kurd bi temen mezin dest bi nivîsandinê bike û pirtûkekê jî çap bike. Fewziya xan ew bîranîn li gora zanîna xwe bi hest û dilîniya dêyekê hûnandine. Fewziya bi þêweyê civatî axaftin li pey axaftinê rêz kiriye, dibe jî ezmûneya wê ya nivîsînê hêj nû ye, çendîn mirov di nivîsandinê de kûr biçe ewqasî dê karibe bêtir bide.. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Di 32 Saliya Rewþen Bedirxan de, Gotinek |
Konê Reþ Îro (01.06.2024), 32 sal di ser Koçkirina Rewþen xanim Bedirxan re derbas dibe, bi min xweþ e ez van kar û xebatên wê bi we bidim naskirin: Mîrzade Rewþen Bedirxan wek rewþenbîreke Kurd a jin; ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û alîkarî bi kurmamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di kovara Hawar de. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet, nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.. Di sala 1955an de bi Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Dr. Nûrî Dersimî, Hemîdê Hecî Derwêþ komeleyeke bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Þamî damezirandine.. Û ew yekemîn jina Kurd e di astê Kurdistanê û sirgûnê de, ku di sala 1955an de, rêveberiya dibistana (Leyla Elexyeliye), li Þamê kiriye.. Û yekemîn jina Kurd e ku di sala 1957an de, li paytexta Yûnan/ Atina Ala Kurdistanê a Rengîn di konferansa dijî imperialismê de bilind kiriye: |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Berê pênûsê li xwediyê xwe ye! Zabêl ez Ermenî me! |
Þêrîn Ebdo Ramanek di malzaroka romanekê de ducanî dibe, ji ducaniya xwe de êþ, talankirin, komkujî û bobalatên mezin dirêsîne wek teþiyekê giloka tunekirin û qirkirina miletê Ermenî li hev dipêçîne.. Li bin sîwana navûnîþana man û nemanê de zincîra janên Ermeniyan bi hev dikevin û zayîna “Zabêl ez Ermenî me!” bi pênûs û hizira nivîskarê hêja Ezîz Xemcivîn pîroz û îmze dibe.. Wek xwendevan piþtî ko min romana “Zabêl ez Ermenî me” xwend, ez dixwazim bibêjim: Ku nivîskar di berhema xwe de erkekî giran û mezin hildide ser milê xameya xwe ko tiþtên di romanê de hatine ziman bi pelgeh, pêzanîn û dîrok ve dewlemend be.. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Romana Zabêl Ez Ermenî Me! Li ser azar û êþê hatiye nivîsandin |
Hesen MihemedYek ji romannivîsan dibêje: Romana ku nikaribe qorziyek tarî ji civakê , ji dîrokê, ji jiyanê rohnî bike ne Roman e. Bi rastî jî li teniþta afirandin û belavkirina spehîtiyê, yek jî erka nivîsandinê ye ku ronahiyê bide cihên tarî di jiyanê de. Duh min xwendina romana kek Ezîz Xemcivîn / Zabêl… ez Ermenî me/ bi dawî kir Roman li ser babeteke biêþ û kovan û Herweha bi zimanekî tijî êþ Hatiye nivîsandin Bi cih li ser qirkirina gelê Ermenî sal 1915 bi destên Osmaniyan, hatiye nivîsandin Azar û êș û wendabûn û þerpezebûn, ax û nalînên, tî û birçîbûn ku bi wê cînosaydê re rûdaye tîne ziman Hovîtiya mirovan li aliyekî herweha dilovaniya mirovan li aliyekî din. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Diyalog…alava birêvebirina hemerengiya civakê |
Ebdilbaqî ElîPirjimarî ȗ hemerengî wek xemleke civakî çawa tê birêvebirin? Gelo ger ku cîhan birengekî tenê ba wê çawa bihate dîtin? Ger mirov bi yek regez ,yek reng ,yek ol ,ȗ yek ziman ba wê jiyan çawe birêve biçwane? Komelgeh ȗ civak lașekî mezin ,fereh ȗ têkele ,mirov ,teba ,balinde , ȗ her tiștê zindî ,xwedan can ȗ dijî bi du regezan ( nêr ȗ mê ) çêbȗne. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ziman, ziman û ziman |
Tengezar MarînîTiþtek di zimên de heye, pir seyr e, ew jî eve: dema mirov li welatê xerîbiyê, rastî dengên zimanê xwe tê, yekser li dor xwe dinere û ber bi wî mirovî ve diçe. Mîna yekî pêbawer xwe nêzîkî xwedanê wî dengî dike. Ziman ji mejî û hiþ re girintir e ji giringiya roniyê û dîtbîniyê ji çev re. Zimanzanekî elman î bi navbang, Wilhelm von Humboldt (1768-1835) dibêje: "Welatê rastteqîne ziman e. Ew bêrîkirin diyar dike". Ziman, hem mal e, nasname ye, hebûn e û dil e. Em dinerin, êrîþa li dijî kurdan bi sivikatiya bi zimanê wan dest pê dike. Bizava zimanjibîrkirinê bi metodên zanistî û plankirî têne bi rê ve birin. |
Bixwîne... |
|
|
|
|
|
|
|
|