Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger




 Rola kovara (Ronahî) di çand û bizava çapemeniya Kurdî de Hejmarên(23,24,25) Xelek:12            Romana (Zêro) dê bibe keskesorek di wêjeya kurdî de            Bîranînên Jineke Kurd            Ezbenî! Em Bendewarên Þadiyê Ne!            Encamên pêþbirka kurteçîroka kurdî            PENABERIM            Piçûkê Janê            Ji canî Me`þuq re            Þiroveyeke kurt bo helbesta „Ez te dixwazim a Hilde Domîn. (Hîldê Domîn)            Di 32 Saliya Rewþen Bedirxan de, Gotinek            Dema rêveberî ne ji milet be (PKK wek nimûne)            Rola kovara Ronahî di çand û bizava çapemeniya Kurdî de (Xelek 11) (hejmarên 20.21.22)            Nanê tenûrê            Demsal û Cotkar            Festîvala Zaxo Ya Cil û Bergên Kurdî Dîrokî bû û Ji Encamê Tivinga Berno bû

Gotar: Rola kovara (Ronahî) di çand û bizava çapemeniya Kurdî de Hejmarên(23,24,25) Xelek:12


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Em dikanin  di hejmara (23) an de van çîrokên gelêrî bixwînin:1-Fenên dêw (çêrokbêj),2-Þeva gayê zer (Ebdilkerîm Mela Sadiq),3-Dayin(Biþarê Segman),4-Memê Alan,Mem û Zîn (Celadet Bedirxan),lê emê di vir de tenê li ser van du çîrokên duhatî rawestin:1-Fenê Dêw.2-Þeva gayê zer.
Çîrokbêj di çîroka (fenên dêw) de dinivîse:Di demekê de;kurek mirovekî kor hebû,mirovê kor li parsê digeriya,rojekê ew ji gundan vedigeriya û ew li ser rê ve di newalekî  de û li ber zinarekî rûniþt,lê di  zinêr de derîk vebû, dêwekî serê  xwe di deriyê re  derxist û ji mêrik pirsî,tu li vir çi dikî ?

Bixwîne... Gotar

Gotar: Romana (Zêro) dê bibe keskesorek di wêjeya kurdî de


Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya Zaxoka delal dikim ku ez û hêja Ezîz Xemcivîn di himêza xwe de civandin û bû egerê hevdîtin û hevhimêzkirna me û her wiha bû dîdevana diyariya romana hêja ya bi navê (Zêro ) ji bo min ku bi destê helbestvan û nivîskarê hêja û bihagiran Ezîz Xemcivîn hatiye nivîsandin..
Roman di sala 2012 an de li bajarê Hesekê yê dikeve Rojavayê dil Rojavayê Kurdîstanê bidawî bûye û di sala 2019 an de li Weþanên Sersera hatiye çapkirin.
Bi rastî ez nizanim û nikarim çawa ez ê pesnê van hestên pak û gerim ku divê romanê de hatine nivîsîn bidim ji ber ditirsim ku ji derheqê wan de dernekevin, lewra ez pêþî lêborîna xwe ji hêja Ezîz Xemcivîn dixwazim ji bo herkêmasiykê ji aliyê nerînên xwe di derheqê romana ( Zêro ) de dixwazim.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Bîranînên Jineke Kurd


Ezîz Xemcivîn

Fewziya Qiço di temenê heftê saliya xwe de û di rewþewke valabûn û tenêtiya li havîbûnê hinek bîranînên xwe û serbûriyên demên corbicor nivîsandine, hem jî di pirtûkeka piçûk de belav kirine.
Þad im, bi rastî jineka Kurd bi temen mezin dest bi nivîsandinê bike û pirtûkekê jî çap bike.
Fewziya xan ew bîranîn li gora zanîna xwe bi hest û dilîniya dêyekê hûnandine.
Fewziya bi þêweyê civatî axaftin li pey axaftinê rêz kiriye, dibe jî ezmûneya wê ya nivîsînê hêj nû ye, çendîn mirov di nivîsandinê de kûr biçe ewqasî dê karibe bêtir bide..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ezbenî! Em Bendewarên Þadiyê Ne!


Konê Reþ

  Ezbenî! Çima þadî di rê de winda dibe?! Navnîþanên ku ji mêj ve, me di kolan û çardiryanên welatê xwe de danîne rastin; Çira û Xetîr vêketîne.. Derî û pencere vekirîne.. Cil û bergên nû li me ne.. Û baþ box û beranên me hatine serjêkirin..!
  Mixabin! Çavên me qerimîn û þadî ne hat..! Ne me ew ji bîr kir û ne ew winda dibe.. û wiha em di welatê xwe de, di nav êþ, jan û sirgûnkirinê de, çavnêrên wê ne.. Her ku deriyek vedibe, em dibêjin; belkî þadî têre derbas bibe! Her ku mûmek vêdikeve, em bi hêvî dibin ku li ber ronahiya wê þadiyê bibînin..

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Encamên pêþbirka kurteçîroka kurdî


Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europayê bi hevkariya Komla Aso li bajarê Herne yê Almanyayê ahengeke taybet lidar xist ji bo rêzgirtin li çîrokên serkeftî di pêþbirka kurteçîroka kurdî.

Di ahengê de, lîsteyeke kurt ji sêzdeh çîroknivîsên kurd yên ji deverên cuda cuda yên Kurdistanê hate ragihandin, û di nav de sê serkeftiyên pêþîn ku bi xelatên darayî hatin xelatkirin: serkeftiyê yekem Salih Demîcer li ser kurteçîroka xwe (Berxa Kovî), yê duyem Raman Hesê li ser kurteçîroka xwe (Sêdara Spîndarê) û ya sêyem: Mîdiya Berkat li ser kurteçîroka xwe (Maça Dawiyê).

Bixwîne... Nûçe

Lêkolîn: Þiroveyeke kurt bo helbesta „Ez te dixwazim a Hilde Domîn. (Hîldê Domîn)


Tengezarê Marînî

Di xwendina yekem ya vê helbestê de, rasterast peyv an têgeha AZADÎ li nav hiþê me dide. Dibe di van deman de û di dema ku azadî tête bisînorkirin, Azadî wek silogan tête bilindkirin.
Her weha mîna helbesteke evînê diyar dibe, ji ber Hilde Domîn bi derbirîna hestên xwe bi þêweyekî vekirî naskirî ye. Azadî pir dergehên din ên þirovekirinê bo xwêner vedike.
Hilde Domin bi xwe jî, helbestvaneke cihû bû û di dema Naziyan de, reviya û li komara Dimînîkan bi cih bû, û navê xwe Domîn ji wir jî wergirt.
Hilde Domîn helbestvaneke di jiyana xwe de, ji bo hemî cureyên azadiyê xebat û têkoþîn kir.

Bixwîne... Lêkolîn

Gotar: Di 32 Saliya Rewþen Bedirxan de, Gotinek


Konê Reþ

  Îro (01.06.2024), 32 sal di ser Koçkirina Rewþen xanim Bedirxan re derbas dibe, bi min xweþ e ez van kar û xebatên wê bi we bidim naskirin:
  Mîrzade Rewþen Bedirxan wek rewþenbîreke Kurd a jin; ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û alîkarî bi kurmamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di kovara Hawar de. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet, nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.. Di sala 1955an de bi Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Dr. Nûrî Dersimî, Hemîdê Hecî Derwêþ komeleyeke bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Þamî damezirandine.. Û ew yekemîn jina Kurd e di astê Kurdistanê û sirgûnê de, ku di sala 1955an de, rêveberiya dibistana (Leyla Elexyeliye), li Þamê kiriye.. Û yekemîn jina Kurd e ku di sala 1957an de, li paytexta Yûnan/ Atina Ala Kurdistanê a Rengîn di konferansa dijî imperialismê de bilind kiriye:

Bixwîne... Gotar

Gotar: Dema rêveberî ne ji milet be (PKK wek nimûne)


D. Ebdulhekîm Beþar

Êdî em nema hewceyî þirovekirinê û anîna belge û nîþanan in ji bo em diyar bikin ku rêveberiya li bakurê rojavayê Sûriyê di bin fermandariya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK de ye, bi riya endamin ku navê Kadro li wan tê kirin. Ew kesên ku kêmtirîn karîna zanistî li rex wan tune ye ku wan bighîne asta rêvebirina dezgeh û saziyên sivîl. Piraniya wan dem û salên dirêj li çiyayên Qendîlê bûrandine û perwerdeya leþkerî ya þerê girîlayî  dîtine, di civakeke edyolojîk û leþkerî ya girtî de, ne guncayî bi giyanê serdema nû re ya li ser bingeha xebata siyasî ya aþtyane û danûstandina bi çandên cuda re ava dibe.   

Bixwîne... Gotar

Lêkolîn: Rola kovara Ronahî di çand û bizava çapemeniya Kurdî de (Xelek 11) (hejmarên 20.21.22)


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Di van hejmarên jorîn de;em  dikanin van çîrokên gelêrî bixwînin:1-weyna rovî li rovî(çîrokbêj),2-jin û mêr û çîroka marekî Fêris(wergerandin ji Êngilîzî)(?),3-Conî û Cimêma(wergerandin ji Êngilîzî(?)4-Diz û dûvê kerê wergerandin ji Êngilîzî(?). 5-Fermana gur (Sibhiyê Diyabekirî)(hej.20).
Em  di  hejmara (20 )ê de  dixwazin tenê li ser du çîrokên gelêrî rawestin:
Çêrokbêj di çêroka(weyna rovî li rovî) de weha dinivîse:Gundek xerap hebû;tê de dîkek û tajîk hebûn,carekê dîk çû ser dîwarekî û li wir bang da,lê roviyek nêzîkî wî jî hebû û ewî dengê dîk bihîst û bi dîkê re got:Muxtar! Were min qonax bike!Dîk ji rovî re got:Hema li piþt dîwêr gizîr heye,ewê te qonaxî bike,rovî kêf kir,ewî got:Belkî li piþt dîwêr mirîþk hene,lê ya rastîn li piþt dîwêr tajî razaye,gava rovî giha cem tajiyê,ewî dît ko melekmot li wir paldaye,rovî bazda û ew kete qulekê,ewî dît ku roviyek din di wê qolê de heye,lê roviyê ku di qolê de bi wî re got:Ha bira çi bêhnefiþk li te ketiye?

Bixwîne... Lêkolîn

Gotar: Festîvala Zaxo Ya Cil û Bergên Kurdî Dîrokî bû û Ji Encamê Tivinga Berno bû


Konê Reþ

  Eþkere ye ku sê tiþt nasname û hebûna miletan destnîþan dikin û dibin simbola jihevcudakirina her miletekî ji miltên din, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser xaka wê dijî.. Zimanê ku her miletek pê diaxife û cil û bergên wî miletî ne. Anku cil û berg yek ji regezên nasnameya gelê Kurd e..
  Wek ku diyare, ji berî çend salan ve, roja 10 Adarê, ji rex Hikumata Herêma Kurdistanê ve, bi navê Roja Cil û Bergên Kurdî di nav Kurdistaniyan de hatiye binav kirin. Di vê rojê de li her derê Kurdistanê û cîhanê, Kurdistanî cil û bergên kurdî li xwe dikin, xwe bi cil û bergên bav û kalên xwe berz û paye dikin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Berê pênûsê li xwediyê xwe ye! Zabêl ez Ermenî me!


Þêrîn Ebdo

Ramanek di malzaroka romanekê de ducanî dibe, ji ducaniya xwe de
êþ, talankirin, komkujî û bobalatên mezin dirêsîne wek teþiyekê giloka tunekirin û qirkirina miletê Ermenî li hev dipêçîne..
Li bin sîwana navûnîþana man û nemanê de zincîra janên Ermeniyan bi hev dikevin û zayîna “Zabêl ez Ermenî me!” bi pênûs û hizira nivîskarê hêja Ezîz Xemcivîn pîroz û îmze dibe..
Wek xwendevan piþtî ko min romana “Zabêl ez Ermenî me” xwend, ez dixwazim bibêjim: Ku nivîskar di berhema xwe de erkekî giran û mezin hildide ser milê xameya xwe ko tiþtên di romanê de hatine ziman bi pelgeh, pêzanîn û dîrok ve dewlemend be..

Bixwîne... Gotar

Gotar: Romana Zabêl Ez Ermenî Me! Li ser azar û êþê hatiye nivîsandin


Hesen Mihemed

Yek ji romannivîsan dibêje: Romana ku nikaribe qorziyek tarî ji civakê , ji dîrokê, ji jiyanê rohnî bike ne Roman e.
Bi rastî jî li teniþta afirandin û belavkirina spehîtiyê, yek jî erka nivîsandinê ye ku ronahiyê bide cihên tarî di jiyanê de.
Duh min xwendina romana kek Ezîz Xemcivîn
/ Zabêl… ez Ermenî me/ bi dawî kir
Roman li ser babeteke biêþ û kovan û Herweha bi zimanekî tijî êþ Hatiye nivîsandin
Bi cih li ser qirkirina gelê Ermenî sal 1915 bi destên Osmaniyan, hatiye nivîsandin
Azar û êș û wendabûn û þerpezebûn, ax û nalînên, tî û birçîbûn ku bi wê cînosaydê re rûdaye tîne ziman
Hovîtiya mirovan li aliyekî herweha dilovaniya mirovan li aliyekî din.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Diyalog…alava birêvebirina hemerengiya civakê


Ebdilbaqî Elî

Pirjimarî ȗ hemerengî wek xemleke civakî çawa tê birêvebirin?
Gelo ger ku cîhan birengekî tenê ba wê çawa bihate dîtin?
Ger mirov bi yek regez ,yek reng ,yek ol ,ȗ yek ziman ba wê jiyan çawe birêve biçwane?

Komelgeh ȗ civak lașekî mezin ,fereh ȗ têkele ,mirov ,teba ,balinde , ȗ her tiștê zindî ,xwedan can ȗ dijî bi du regezan ( nêr ȗ mê ) çêbȗne.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ziman, ziman û ziman


Tengezar Marînî

Tiþtek di zimên de heye, pir seyr e, ew jî eve: dema mirov li welatê xerîbiyê, rastî dengên zimanê xwe tê, yekser li dor xwe dinere û ber bi wî mirovî ve diçe. Mîna yekî pêbawer xwe nêzîkî xwedanê wî dengî dike.
Ziman ji mejî û hiþ re girintir e ji giringiya roniyê û dîtbîniyê ji çev re.
Zimanzanekî elman î bi navbang, Wilhelm von Humboldt (1768-1835) dibêje: "Welatê rastteqîne ziman e. Ew bêrîkirin diyar dike".
Ziman, hem mal e, nasname ye, hebûn e û dil e. Em dinerin, êrîþa li dijî kurdan bi sivikatiya bi zimanê wan dest pê dike. Bizava zimanjibîrkirinê bi metodên zanistî û plankirî têne bi rê ve birin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Hêviyên Veþartî


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Mehmûd Birîmce helbestvanekî Kurd e ji Efrîna zamdar e,hilgirê bawernama Lêsansê di zimanê Erebî de ye,ew derhêner û hûrlênirînê  berhemên zimanê Erebî ye, lê bi ser vê de jî; ew mamostê zimanê Kurdî li peymangeha bilind ya zanîngeha Helebê li Ezazê  bû û  ew niha jî li dezgeha xêrxwaziya  Barzanî li Efrînê mamostê zimanê Kurdî ye.
Helbestvan Mehmûd bi du zimanan Kurdî û Erebî  helbestan dinivisîne,
berhevoka bi navnîþana (Hêviyên Veþartî) (35) helbestan di dilê xwe de  diparêze û ronahiyên (35) stêrkên  geþdar û xemxwar di ezmana gelê xwe  û civakamirovperweriyê de berdide,ristevan zane ku helbest êþdar e,lê ew  bawer dike jî ku helbest jiyan e,ew zane jî;ku êþa xwe û ya miletê xwe ne bê derman e û ew çareseryê di xwîn û cegerê xwe de bi stêrên hîm û latên welatê xwe av dide û ew bi rengên keskesorê re mîna dareke zêtunê dikene û eger li nik Feylesof  Siqrat dermanê xezeb û torebûnê  bêdengî ye,lê li cem Mehmud dermanên xezebê; qêrîn û berxwedan in.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ronîdanek li ser Pirtûka Teþeyên Nezmê*


Þiyar Silêman

Mijara wêjeyê bi giþtî û bi taybetî ya helbestê, êdî ne weke berê sade û asan e; em nema dikarin helbestê wek bav û kalên xwe pênase bikin ku ew tenê terazû û serwa û hin bêjeyên lihevhatî ne. Ji ber ku wêje û helbestê gelek serdem û qonaxên dîrokî derbas kirine ta gihane roja me ya îro ku çandên cîhana nûjen bi felsefeyên hunerê yên cihêreng dagirtî ne. Ev ketwar li ser xebatkarên di zanista wêjeyê bi giþtî û helbestê bi taybetî de ferz dike ku li gelek têgehan vegerin û bi guhertinên serdema nû re biguncînin. Ji bo gihiþtina vê armancê pêwîstî bi naskirina awayê pêþketina helbestê heye, ji ber ku naskirina çawaniya pêþdeçûn û guherîna her zanistekê, hewcedarî naskirina alfebaya wê ya destpêkê ye (Mendûr, 2017, r.9) (. Zanista analîzekirina helbestê jî ji vê rêbazê ne cuda ye, lewra çawaniya hûnana helbestan û vekolîna wan ji aliyê ruxsar û naverokê ve wek mijareke giring, bûye cihê guhdana tevahiya gelên cîhanê û bi awayekî zanistî nêzîkî wê bûne.

Bixwîne... Gotar

Lêkolîn: Rola kovara Ronahî di çand û bizava çapemeniya Kurdî de.. Hej.(17,18,19, ) Xelel:10


Dr.phil:Ebdilmecît Þêxo

Di van sê  hejmarên jorîn de em kanin van çîrokên jêrîn bixwînin;1-(Ehmed Çeleb),çîrokbêj (hej 17).2-(Sîropîvaz),çîrokbêj.3-(þêr û miþk û rovî),Birahîm Îsa(hej.18).4-(jin jî hene û jinok jî hene) Çîrokbêj 5-(lê ne bê tiving ),Melayê Þozê.6-(Kirasê bextiyariyê).Evdilezîz Metwar.(hej.19).
Emê li vir bi kurtî naverokên çend çîrokên vebjartî û balkêþ li ber çavên xwendevanan rêxin;çîrokbêj bi vê hevoka di nav çêrokbêj û gel de  pir naskirî çîroka xwe dest pê dike:(Carek ji caran rehmet li ser dê û bavê guhdaran;)paþê ew çîroka xwe dibêje.Çîrokbêj çîroka xwe di bin navnîþana (Ehmed Çelebî) de  weha dest pê kiriye:Carekê þivanê gundekî û gavanê gundekî dîtir gelek dostên hev bûn,ew heroj li çolê hevdu didîtin,

Bixwîne... Lêkolîn

Nûçe: Serok Barzanî pêþwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niþtimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) kir


Roja sêþema 07.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêþwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niþtimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) kir.
Li hevdîtinê de rewþ û merc û pêþhatên dawî yên siyasî li Sûriye û navçeyê hate guftûgo kirin û her wiha ronahî xistin li ser rewþ û debara welatiyên Kurd û asteng û giriftên li ber aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriye kir.
Paþeroja Kurd li Sûriye û hevkêþeyên siyasî û navdewletiyên bandore li ser rewþa Sûriye mijareke dine vê civînê bûn.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Festivala Semayê li Duhokê, Yekemîn Þahiya Kurdistaniya ye, Piþtî Cenga Çaldêranê/ 1514


Konê Reþ
 
  Piþtî ku Dr. Lezgîn Çalî ez agahdarî Festîvala Semayê li Duhokê kirim bi çend rojan, birêz Mihemedê Necmedînî ji komîta festîvalê ev daxwazname bo min rê kir:
  (Silav û rêz, mamosteyê rêzdar Konê Reþ (Selman Osman Abdo)!
 Hîvîdarim di xêr û xweþîyê da bin. Ez Mihemedê Necmedînî, ji rêkxistîya Semayê ya Kurdistanê bi we re me. Rêkxistîya Semayê a Kurdistanê, rêkxistîyeke nehukmetîye li Herêma Kurdistanê, ji bo vejandina ferhanga kurdî hatîye diristkirin. Ew çalakîyên ferhengî li dardixe.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Kurdistan…. bûkxatûna rojnamegeriya kurdî


Ebdilbaqî Elî

Wek berhem ȗ semyanê çend sal xebat ȗ tekoșîn bȗk xatȗna Berdirxaniyan bi xemlek botanî ,bi dêmên qeșeng ,riwê beșȗș ȗ devliken serî hildide ,pencere belê dergehên kurdayetiyê li çar kinar ȗ seranserê kurdistanê vedike ,bayê hînik yê buhara zozanê cizîrê li her kurdekî kurdperwer di weșîne.
Ava zelal ȗ qerisî di germiya havîna bendewariyê de bi gewdê kurdên tiyê azadiyê de berdide.
Mîrê cizîra botan Miqdad Midhet Bedirxan pișî çend hewlên nebiserketî ,yên ku di riya çand ȗ rojnamegeriya kurdî de șikerst anî neçar ma ku hewlên xwe veguhêze cihekî dî ,ew hewldan li bajarê Qahîra paytextê misrê berhem aniye ȗ berî sed ȗ bîst ȗ șeș salan weke îro di sala 1898 an de bingeha rojnamegeriya kurdî damezirandiye.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Spasî û pesin ji Malbata Cegerxwîn


Bi navê xwe, wek keça helbestvanê kurd (Cegerxwîn). Ez li ser navê malbat, nevî û neviyên wî ji dil û can spasiyên xwe pêþkêþî kurdperweran dikim. Keç û lawên gelê me yê Kurd, li welat, li parçeyên Kurdistanê û li Derveyî Welat, yên ku wek yek Destî li pêþberî heqaretên bi qestî yên li dijî helbestvanê Kurd Cegerxwîn rawestiyan, ku tevahiya jiyana xwe ji bo doza netewa xwe û gelê xwe di bin nîrê koçberiyê û sirgûnê de ma û li derveyî welatê xwe rawestiya.
Ji ber vê yekê me hest bi wê yekê kir ku malbata me mezin e, ji ber ku hemû mirovên birûmet ên gelê me xwiþk û bira ne. Tiþtê ku me êþand, tiþta ku hat serê me û yek ji sembolên tekoþîna Kurd û tekoþîna Kurdewarî bû berteka ku ev hemû bersivek bû ji bo kesên ku dixwestin yek ji tavên me yên Kurdî bixin û hewla vemirandinê bidin. Ev yek ji bo wan ne mimkûn e, ji ber ku gelê me yê Kurd dizane ku kî ye sedemên paþverûtiya wan û kî ne yên ku hebûn, rûmet û serbilindiya wî diparêzin.

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 81 Saliya Rojnameya Roja Nû


Konê Reþ

Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weþan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû. Ev rojname berî 81 salan di roja (3)ê gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye weþandin, 81 hejmar jê hatine çapkirin, hejmara dawî (81), di 27ê gulana 1946an de hatiye çap û belavkirin.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Rexnelêgirtin û wêjenasî.


Mizgîn Hesko

Bêguman, ne rexnevan im ku bikaribim buhayê vê mijarê bidim, giraniyê bidim hin despilîn û têgihên wê. Ango wiha bi rêk û pêk, wê vekolin û wiha jî bi çavdêrî û li gor hin pîvanên rexenya wêjeyî pê de kûr û dûr biçim.
Bi her halî û di wêjenasiyê û zanista hunerî de, rexnekirin, rexnelêgirtin û bi min û dubare li vir jî li qelem didim, ew tête bi wateya xwe a herî xweþ: nirxandina wêjeyî.

Nirxandina wêjeyî...?! Bi wateya tewîlkirin, jihevxistin û hevaxaftin û hwd. Wiha jî û proseya gumanê/ texmînkirinê/  xwedan deriyekî vekirî ye û qet bi dawî nabe.

Bixwîne... Gotar

Gotar: Ziman bi hizrê, felsefê û helbestê bi hêz û seqa dibe.


Tengezar Marîni

Felsefe çi dide û çi dike?
Pirsek ji wan pirsên mezin ên felsefê ew e: Felsefe mirov bextewar dike?
Her ji destpêkê ve, ev guman hebû, ku pêdiviya mirov î bi felsefê tune ye û felsefe bêsûd û beyhûde ye, lê baweriya kesên xwedan hizir dibêjin: Pir sûdeya felsefê heye. Eger em hinekî li wan kêþeyên em di jiyanê pê re rûbirû dibin. Pir kêþ û alozî di bingeha xwe de felsefî ne û bê felsefê çareser nabin. Lê ev xal pir nezelal e û sedem jî ew e, ku kêþeyên felsefî mîna zanistê an teknolojiyê ye, lê ew jî dikare çareser bibe.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Ahenga imzekirina romana (Zabêl Ez Ermenî Me)


Dostên hêja:
Yekemîn ahenga navîþkkirina pirtûka min (Zabêl Ez Ermenî Me!) dê li bajarê Bad Fallingbostel lidar bikeve, ya/ê ko bixwaze amade bibe, bi hatina we ez ê pir kêfxweþ bibim.

Li navenda Yekîtiya (Mala) Êzdiyên Heidekreis
Oerbker Berg 6,
29683 Bad Fallingbostel

Bixwîne... Nûçe

Gotar: Çirûskin Ji Ramanên Osman Sebrî


Rûxweþê Zîvar

Eger em hiþê kurdî di dîroka kevn û nû de têxin bin hûrbîneke çavgeþ, emê bibînin ku ``Osman Sebrî`` ne tenê xebatkarekî mêrax û torevanekî dilêr bû, lêbelê, ew ramangîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pir hindikin.
Vaye dema ku piran ji me, ger em nebêjin me tevan, hiþên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, þerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewþa kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî þerê kolegîriya ji kesan re dikir,lêbelê, wî bê dudilî þerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot``raste, dema kolîdar ji welatê me bi derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî  ye``.

Bixwîne... Gotar

Nûçe: Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) dest bi xebatên xwe yên hilbijartina Parlamentoya Ewropayê dike û partiyên din ên Elman li dijî wê dibin yek.


(Donaueschingen – Welatê me) Îro Þemiyê 27.04.2024 partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ji bajarê Donaueschingen li baþûrê Almanyayê dest bi kampanya xwe ya hilbijartinên Parlementoya Ewropayê kir û li wir jî merasîmek axaftinê bi amadebûna seroka partiyê, Alice Weidel, û hejmarek ji serkirdeyên partiyê, di nav tedbîrên tund ên ewlehiyê yên rayedarên almanî de. Di heman demê de, partiyên din ên Alman, çi desthilatdar û çi jî opozîsyon, li kêleka salona ku merasîm lê hat lidarxistin, bi sedan kes beþdarî bilindkirina pankartan û dirûþmeyên rexnekirina siyasetên AfD û ramanên rastgir ên tundrew, çalakiyek protestoyî li dar xistin.

Bixwîne... Nûçe

werger: Romantîka“ Rheine“ û mîtosa ( Afsaneya) çemê Rheine ê navîn.



*Wergrandin ji Almanî: Mizgîn Hesko.

Derazînkek ber bi beþên wergerandî û hin dîtinên taybet / Ji aliyê Mizgîn Hesko /.

Bêguman, rola mîtos û avsaneyan di wêjeya miletan de, pir bi hêz û balkêþ e. Ew yekek ji mîrateyên mirovan ên bingehîn in û bi derbasbûna demê re û di pêvajoya dîroka mirovaniyê de, ew ji devekî ta devekî din û ji nifþekî û ta bi nifþên din, bi riya ezberkirnê hatin parastin. Li hin kavilên wêran û jibermayên þaristaniya miletên kevnar jî û wekû dastana Gulgamiþ, hin beþên nivîskî jê hatin dîtin û tevî hezarên salan, wan tabloyên nivîskî, dikarîbûn pir agahiyan rabigihînin.

Bixwîne... werger

Gotar: Roja rojnamegeriya Kurdî li hemû pênûsên Kurdî Pîroz be ! 22.Nîsan 1898-2024


Dr.Phil.Ebdilmecît Þêxo

Xwendevanên welatparêz!Bi bûneya cejna rojnamegeriya Kurdî ez dixwazim we hemûyan pîroz bikim û gelek silavên niþtimanî ji we û ji hemû desteyên rojname,kovar û dezgehên ragîhandinê  re ji (Çiyayê Kurmênc)û ji nav zeviyên  darên zêtunê ji we re biþînim û herweha jî ez  hezdikim bi dilekî geþ û bi wireyên bilind wêneya mamosteyê me yê her mezin,damezrênerê rojnama(KURDISTAN) Mîr Miqdad Medehet Bedirxan û rûpela yekê  ji hejmara yekê û rûpela yekê  ji hejmara dawiyê  ji rojnamê wek rêzgirtin  ji bîranîna vê cejna pîroz re li vir biweþînim.  

Bixwîne... Gotar

Gotar: Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN


Konê Reþ
 
   Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paþ xwe hiþtiye û berê xwe daye Qahîre.. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê/2an, ji bo pêþketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku di rojek wek îro 22.4.2024an de, berî 126 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weþandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe þûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..).
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Qahîre/1898.

Bixwîne... Gotar

Gotarên kevin

04.05.24
· Kurdistan…. bûkxatûna rojnamegeriya kurdî
03.05.24
· Spasî û pesin ji Malbata Cegerxwîn
· Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û 81 Saliya Rojnameya Roja Nû
02.05.24
· Vînos
· Ji rêzimanê
01.05.24
· Rexnelêgirtin û wêjenasî.
· Di nav xalan de
· EFRÎNA RENGÎN Û XEMGÎN
· Ziman bi hizrê, felsefê û helbestê bi hêz û seqa dibe.
· Ahenga imzekirina romana (Zabêl Ez Ermenî Me)
30.04.24
· Çirûskin Ji Ramanên Osman Sebrî
· Ha ez ev im
· Behar Qutbû
· Perî
29.04.24
· Têkçûn
28.04.24
· Mirin e
· Sawa Hestan
· Ramîsanek
· PEYALA ELENDÊ
· DIL KELKILÎ
· Evîna Payîzî
27.04.24
· Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) dest bi xebatên xwe yên hilbijartina Parlamentoya Ewropayê dike û partiyên din ên Elman li dijî wê dibin yek.
· Dûr
26.04.24
· Romantîka“ Rheine“ û mîtosa ( Afsaneya) çemê Rheine ê navîn.
25.04.24
· Hîn di rê de.
· Roja rojnamegeriya Kurdî li hemû pênûsên Kurdî Pîroz be ! 22.Nîsan 1898-2024
· Weke hev ne weke hev
· KESERÊN BUHARÊ
· QÊRÎNA XEYALÊN PÛÇ
22.04.24
· Rastiyek

Nûçeyên Kevin

X

Helbest