Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ziman bi hizrê, felsefê û helbestê bi hêz û seqa dibe.

 


Tengezar Marîni

Felsefe çi dide û çi dike?
Pirsek ji wan pirsên mezin ên felsefê ew e: Felsefe mirov bextewar dike?
Her ji destpêkê ve, ev guman hebû, ku pêdiviya mirov î bi felsefê tune ye û felsefe bêsûd û beyhûde ye, lê baweriya kesên xwedan hizir dibêjin: Pir sûdeya felsefê heye. Eger em hinekî li wan kêşeyên em di jiyanê pê re rûbirû dibin. Pir kêş û alozî di bingeha xwe de felsefî ne û bê felsefê çareser nabin. Lê ev xal pir nezelal e û sedem jî ew e, ku kêşeyên felsefî mîna zanistê an teknolojiyê ye, lê ew jî dikare çareser bibe.


1. Felsefe Hişmendiya tendurust han dide.
Dibe hinek bibêjin, em naxwazin serê xwe bi ravekirinê û şirovekirinê naêşînin, lê ya rast, eger hişê mirov fêrî prosesa şirovekirinê nebe, neçalak dibe. Felsefe weha dike, ku mejî ta bi hêza xwe ya dawî di bizav û tevgerê de be.
Felsefe, hezkirina cindîtiyê ye, ev bi kar tê û gelek caran sînorê jîngeha xwe ya rûhî. Felsefe bi pirsan avis e û ew e rêya rast bi pêşdeçûna hizirmendiyê. Ev diyalog a bi xwe re, bi proseyan re, bi alozî û pirsgirêkan re, hiş ji xewê radike. Ya rast hêza xwe ya herî bilind dide kar.
2. Felsefe rê ji mirovî re xweş dike, ku pirsgirêk û aloziyan ji pir hêlan ve bibîne û çavdêriya wan bike.
Mirovê bi felsefê xwe mijûl dike, di werçerx û serpêhatiya xwe de tê tîne der, ku pirsgirêk aloz in. Dibe li destpêkê ne wisa diyar be, lê di serederiyê di gel pirsê alozî derdikevin. Eger ne bi felsefê be, nikare rû bi rûyê pirsên mezin bibe. Di pêvajoyê de li kêşeyan ji pir hêlên ciyawaz ve tête nihêrîn. Di şiroveyên xwe de, mijûlvanê felsefê pêdivî pê nema dimîne, ku xwe bi rast û nerast mijûl bike. Ji ber armanc vekirina diyalogê di navbera kêşeyê û çareseriyê ye.
3. Felsefe dikar bibe alîkar bo peydakirina jiyaneke bextewer.
Ev pirs û gelek pirsên din di hişê gelek mirovan de peyda dibin:
1. Bi rastî felsefe dikare mirov bextewer bike?
2. Bextewerî çiye?
3. Jiyana xweş tê çi wateyê?
4. Çawa mirov dikare bextewer bibe?
5. Wê mirov çi bike eger bextewer be?
6. Eger Bextewrî nebe, wê çi şûna wê bigre?
7. Wê mirov çi bike?
4. Felsefe tişta nebaş nîşan dide.
Ji hebûna felsefê ve, mirov dipirse: Ka ev felsefe ji bo çi ye? Çi sûdeya wê heye?
Ev pirs di cihê xwe de ne, lê zor dibe dema tenê mafê hebûnê di pisporiya zanistê û bikaranîna wê de were, Ev bixwe kêşiyeke felsefî ye, dema mirov tenê bi karanîna zanistê ve girê bide. Lê felsefe ji bo çiye? Li vir pirseke din tê: Ew çiye ya cîhanan ji hev cuda dike? Çawa mirov dikare têgehan bi tekûzî bikar bîne? Çawa mirov hizir dike?
Pirsên mirovahiyê, pêkvejiyanê, pirsênsiyasî bingehên zanista felsefê ne. Çawa mirov dikare jiyanekê baş bi rê ve bibe? Bedewî/çiwanî çi ye? Armanca mirinê çiye? Eger em berê xwe bidin van pirsan dê bibînin, ku ev pirsên felsefî yên klasîk. Bersiva wan jî ne ileh dive mirov fîlosof be, ta bersiva wan bide, lê felsefe dikare bihêle ku mirov li ser bersivan wan pirsan hizir bike, dikare bibe rênîşander û alîkar, ku mirov hizir bike? Çima pêdiviya me bi felsefê heye? Pirsên jiyanê jî xeleke sereke ye bo felsefê „ Jiyan çiye?Realîte ewe ya heyî, an jî tenê em xewnana pê dibînin? Piştî mirinê çi ji mirov tê? Mirov çi xwedêder e? Mirov ji kû hatiye? Çarenivîs çiye? Giyan zindî dimîne, namire? Hişmendî çiye? Ez çi me? Ez dikarim çi zanibim? Û gelek ên din. Felesefe berê mirov dide mirov bixwe. Ji ber em li cîhanek metirsîdar dijîn û pêrgî pirsên rewştane û sincî dibin. Felsefe van pirsan û di her warekî de, pirsên cihêreng diafirîne.
Dema em pirsa nebaş bi lêv dikin, ew peyva dijberî xwe jî hildigere, wate baş/ Xêr, ku di bingeha xwe de pirseke sincane, rewiştane ye. Ev Rewişt bi xwe jî parçeyek ji felsefa Empiric/ cihbicihkirinê ye.
Eger mirov were pirsekê bike:
Çawa mirovê xerab çêdibe? Ji xwe weke me got, ev pirsa dijber jî hildigire, wate pirsa Xêr çiye? Û çawa mirov dibe mirovekî baş/Salih?
Eger em li dirêjahiya dîroka felsefê binihêrin, dê pirsên cuda û ciyawaz bibînin
7. Felsefe kêfxweşiyê li ba yê têkildar çêdike!
Felsefe ji bo çiye?
Felsefe çi dike?
Dikare çi pêşkêv bike?
Gelo ez jixwehizkirin e? an jî alîkariya bo mirov bi xwe re alîkar be?
Ev pirs û gelek pirsên din, me dibin wê herêma nîvtarî ya mejî dide bikaranîn û çalak dike, dako bimîne. Wate pirsa hebûnê hebûnê. ( Ez hizir dikim, ez heme. Rene Descartes)
Çima felsefe kêfxweşiyê çêdike? Ev pirs pir tiştan di serê me de dibe û tîne.
Aya çendî xweş e, dema em dibînin diyalokê hizrî di nav feylsofan de çêdibin.Heryek dixwaze gotin û têza xwe teqez bike?
Çendî mirov di felsefê de kûr dibe, bêhtir xwe nas dike û dixwaze hîn bêhtir zaniyariyan bi dest xwe bixe û bîr û hizran bi ên di wî warî de biguhere. Tişta baş di felsefê de, mirov azad e, ji kû dest pê bike, çendî di babetî de qol bibe û kengî tu bixwazî dest jê berdidî.
Ji xwe berê jî mirov tê tîne der, ko feylesof nivîskarên zîrek in û bi hûrgilî li ser mijar û babet û buyer û dem û cihan radiwestin.
Li dawiyê pirs dibe: Giringiya Felsefê di kû de ye?
1. Felsefe giring e, ji ber pirsên pêşdeçûnê, tirsa ji paşerojê, jîngehê û gelek pirsên din tîne hundurê civakê.
2. Felsefe tişteklî praktîk e, ko mirov pirsgirêk û bîrdoziyên wan fêr dibe. Li pey pirsan diçe.
3. Felsefe rexnegirtin e. Ji xwe em dizanin „No body ist Perfect“ Eger ne ji feslsefê be, dê „her kes derziya di çavê ên din de bibîne, lê şûjinê di çavên xwe de nabîne“. Ji xwe ew netenê rexnegirtin e, belê xwerexnekirine jî.
4. Felsefe bo herkesî ye: Ji xwe ev ji navê wê diyar e PHILO= Evîn Sophia= Cindîtî. Hikmeh/Pend. Bi felsefê mirov dikare qeydên li ser hişmendî û mejî bişkîne. Ji şaşiyan fêr bibe.. Asoyên diyalog û danûstendinê fereh bike. Berdewamiya wê heye



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark