Þîlan Doskî Elegez(Camuþvana Mezin) navê gundekî Ermenistanê ye. Akinciyên wê ku Kurdên bi ola xwe Êzdî ne di salên 1877-1878an di dema þerê Rûs û Tirkiyê de miþextî Ermenistanê bûne.
Giyanasê Rûsî, Tzvelev, Nikolai Nikolaievich(z. 31 Çile (li gorî pasaportê 3ê reþemehê)sala 1925an li Tambov – m. 19 tîrmeha 2015an li Sankt Petersburg)kulîlkek bi navê zanistî yê Linaria kurdica var. alagezica Tzvelev.(Benzerik/Bengzerika Elegezê)tomarkirî ye. Danheva giyayê wê di 15ê gilavêja sala 1932an li herêma Elegezê ji hêla E.Bush & N.Bush bûye.
Ev nav sala 2006an di nûçeyên birêkûpêk yên Nebatên
bilind Moskow, Lênîngrad (Novosti Sist. Wysch. Rast. 38: 219.) de hatiye
weþandin. Ev nav hevwateya navê zanistî yê Linaria kurdica Boiss. &
Hohen.(Benzerika Kurdî (Bengzerik))û navekî pejirandî di dîroka
giyanasiyê de û di lîsteya navên zanistî yên dar, gul û giyayên
Kurdistanê cih digire.
Giyanas Tzvelev giyayek din jî bi navê
zanistî yê Stipa pulcherrima var. alagezica Tzvelev. (Ormix/Palaxa
Elegezê)tomarkirî ye ku ev nav jî di kurtiya Flora Kafkasyayê(Konspekt
Fl. Kavkaza)de hatiye weþandin û danheva giyayê wê di 20ê gilavêja sala
1932an li çiyayê Elegez di bilindahiya 1900m., de bûye. Ev nav hevwateya
navê zanistî yê pejirandî Stipa pulcherrima K.Koch. e ku di dîroka
giyanasiyê de du nav bi navê Elegez ji hêla giyanas Tzvelev ve hatine
tomarkirin.
Di cîhana Mêþ û Mûr an de malbateke piçûk a Mêþan bi navê
Athericidae heye ku bi navê Mêþên avê tên naskirin. Cureyê Atherix
alagezica Paramonov. ji evê malbatê ye ku navê wê Mêþa Elegezê ye ku ev
nav ji hêla Pispor û Mêþ û Mûrnasê Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst û
Awistralya Sêrgê Cak Paramonov(Sergey Jacques Paramonov z.4 mijdara
1894an li Xarkêv- Ûkraynayê –m. 22 rezbera 1967an li Kanberra-
Awistralya) ve hatiye tomarkirin. Ev nav sala 1926an di Soc. Entom.
(Parçeyên ji bo naskirina heywanan) de hatiya weþandin.
31.12.2023