Rêber HebûnZorengên civakî ji karê desthilatên totelîter in, li gel wê yaseyên xwe kirin şevpestên ku nayên jinavbirin, lekeyên xwe li ser berketiyên takekesan û guhertinên wan dihêlin, ta li ser alîgirtinên wana jî bi demê ve, ji ber vê emê nikaribin rastiya parçebûnê di nav cemaweran de nasbikin ji ber girêdana wan bi ricîmekî desthilatdar ve bi xurtî xebitî ji bo belavkirina kanîbûnan û tarûmarkirina kedên zanyarî, hinek mînak li ser vê yekê kiryarê dewleta netewî wêranî û talankirinê (talankirina Kiwêtê ji aliyê Sedam Husên ve û berî wê êrîşa li ser Polendayê ji aliyê Hitler ve û herwiha talankirina Lubnanê ji aliyê Hafiz Elesed ve.)
ma gelo rizgariyek rastîn û makî heye ji jehr û nexweşiyên yên ku
desthilata serkotker ji bijardeyan re vegûhêztibû, yê ku Gustaf Lobun wê
mîna tewanbar ew binav kiribû.
Ew desthilata berî xwe dide
têkbirina xewin û hêviyên cemawerên xwe bi azadî û guhertina demukratîk
ve dema dest bi ajotina milletan dijî hevdû dike, û rewşa gelên
rojhilata navîn û cîhana Erebî pêdiviya xwe bi zêde ramandin û lêgerîn
heye li dor diyardeya ajotina cemawerî ji ber vê yekê encamên bi ziyan
dighîne netewan,û ciyawaziya roparta olî ya ragehî ji yê netewî tevî ku
pir caran dibin e yek di hinek armancan yên girêdayî bi xapandina
cemaweran û qefaztina li ser xwestekên wêna yên naverokî yên berz dibin
bi demukrasî, mafên mirovan û serweriya zagona sivîl, û lîstokên
desthilatê naye rawestandin li ser hesabê bêzariya cemawer û bê pîlana
wê û tunebûna hebûna vîneke cemawerî zîrek wê dihêle li hember hevdû de
bin ne tenê ji berjewendiya desthilatê lê ji berjewendiya ecnîdeyên
dewletên herêmî ve yên ji veguhêztina çi rabûneke cemawerî bi aliyê xwe
ve ditirsin.
Ew bi hevanîna misoger û neçarbûyî di navbera
ricîmên dewletên rojhilata navîn û bi taybetî ve yên ku Kurdistanê
parve dikin, bi heman nakokiya berjewendiyên xwe ve dixebitin ji bo
hişmendiya bavanî ya totelîter bihêlin û destketiyên xwe yên tofî
biparêzin, eger çi bê xwestin û destên xwe dirêjî dewletên mezin xwedan
girîngiya stratîcîk dikin ji bo xebata hevbeş bi xapandin û kedîkirina
cemaweran li gor pêdivî û berjewendiyên hevbeş, û hebûna mêjiya cemawerî
di gêjbûnekê de dimîne ji kirdeyê şaristanî ya zanyarî û bê kanîbûna wê
ku dev ji wê hişmendiya dûrkar û ramandina olî bi wateya wê ya siyasî
ya kevinşopî berde ji ber vê yekê mayîna wê hişmendiyê dibe asteng jêre
ku derbasî qonaxa aştîbûna demukrasî bibe bi wateyê xwe yê naverokî ne
pergalî, û awanteya heyî di nihad û neberketîbûna wê de tirsê hîştibû
mîna metirsiyekî giran be berçav e li ber çav û hizran , berhinde
sirûşbûnên cemaweran û kêmbûna bîraweriya wan bi têgehên hevjiyana
aştiyan e hîştibûn biçin bi aliyê xwestekê wê desthilata serkotker û
tiştê ku ew desthilat derdixîne ji sawêr û xewinên lawaz, bi rêya wê
cemawer dibin agirdûmanên amasbûyî ji şerên hundir û derve di heman demê
de, berhinde mêrên ol berserketin di anîberkirina rageh û obeyan, mîna
serkeftina desthilatdaran û yên ku serweriya tewriya şoreşgerî dikin
dema cemaweran dihêlin bikevin sengerên beranberî hevdû, wana ji
zorengên bê dawî dihêle ,û çendîn mildana kerî dijwar bû ji bo pêkanîna
armanc û mebestên serokan bi bandorê gotarbêjiyên wanî cingînî û ew bi
dîtina cemawerên yên ku kiryar û desthilatiyên wana dipejirînin
biserketibûn (Serkeftina Erdoxan di hilbijartina serokkomariyê 2023 de)
ta ew cemawerên yên raman û bîrdoziyên wan bi hêsanî û xweşî mêtibûn û
eger ricîmekî dîktetor an zorkarekî hat roxandin lê naye wê wateyê ku ew
ramana a ku cemawer mîna avê vexwaribû tê roxandin jî , ji ber jêre bû
mîna bawerî û rêbazekî, û bû boçûnekî ji nifşên serokkomarî yên ku ew
derdî radikin, berhinde bangên roxandina ricîmên beloq mîna guhertina
cilên hundirî ne, ji ber ku roxandina ramana totelîter û jinavbirina
nezaniya xelkê û jêbirina giyanê kerîbûnê ew yê divê bê hilweşandin bi
vejînbûna şoreşekî hizrî giştî çi guman an lîstok hilnagre.
-
Nezanîkirin ricîmekî desthilatî ye totelîter e , ew ne eynî wê ew nezanî
ye bi wateyê wê ya kevinşopî lê wateya xwe yê naverokî ew dûrketin e ji
çi jêderekî zanyarî li cem cemawer pakiya hizr û derbasbûna ramanên
azad li hişmendiyê sax dike.
- Nezanîkirin ew ricîma
radestbûnê ye ji raman û felsefa serokê xêvzan e û nîşan re, di nav
keriyekî mirovî dilive û cemawerê yên ku li pey kesekî ve mîna pez
dimeşin, û şagirtên wî rêberî sofî ne,bê hiş in ji çi ramanî derveyî
ramanê wî dûr in, û dîtinekî ji derveyê dîtina wî naye peydakirin,ew
ricîmeke ji reftarên reweştên olî hatî ye, bi bişanhildana xwediyên
pariyê, û nikare ti astî ji demukrasî û vebûna li ser a din pêkbîne, û
ew mildan û pejirandin e ji çi tiştê ku desthilata bîrdozî derxistibû
ye, yê ku ew xerman e yê li dor kesayeta rêberê feylesof berz kiribû,
yê peyker û wêneyên wî li eywan û meydanên mezin hatibûn e danîn,
berhinde ricîma totelîter bi vî rengî bibû tirsa mezintirîn, û
windabûna takekesan di nav vekokên binçavkirinê an kuştinê an bazdanê de
û ew dibû gefekî li pêş pêvajoka cemaweran di jiyana xwe de.
-
niyazên pesinbûyî pêdiviyê xwe timî bi hişên ronakbîr hene bi zanînê
bawer in,û li ser ricîma tirsa pîroz biserdikevin, û dibe ku şoreşa herî
bi pêtîbûn û rastîbûn ew e yê ku ji baweriya mirov bi hiş ve dibişkive
û kanîbûna wî bi pêkanîna erkên zehmet bi hemahengiyeke komî bîngeha
xwe dan û standin e, pêdiviyê me bi niyazên demkî nîn e yên ku ji hestên
belavbûyî nehatiye xwendin derketî, berhinde ji civakên tirsê ew
dîtinên zanyarî kêm in yên ku bi kar û barên pêşerojê ve mijol in bêhtir
ji tiştên girêdayî bi demborîn û nediyarbûnê, û bi hiş û giyan ve pêş
dikeve dewsa hildana nîşanên qedexekirinê, mîna baweriyekê bi rizgariya
ya ku di zanîn û evînê de heyî û bi bedewbûn û bilindbûna hebûna
endezyarî ve diyar dibe.