Seîd yûsifEv roj destana mêra ye
Efrîn meydana þêra ye
Piþta te deþt û çiya ye
Piþta te çayê Kurda ye
Dijminê te ne yasa ye
Dagirkere ne rewa ye
Em bê dostin bê heval in
Li vê dinê em bê yar in
Li vê dinê em sêwîn e
Ser xaka xwe em rêwîn e
Bi dayik û xwedî war in
Ser erda xwe em bê par in
Ev dema kesê binamûs e
Mafê Kurda çarenûs e
Dijminê me olperest e
Ti car nabe xwedî bext e
Mebesta wî Kurd perçe be
Nebe yek l’ riwê zemîn ê
Ka bedirxan û þêx seîd
Kanî Þêx Mehmûdê Hefîd
Ka Qazî û Þêxê Nayrî
Seyid Riza, Ihsan Nûrî
Ka ew Barzaniyê nemir
Pêxembere, pêt û agir
Dijminê te pirr xedare
Weke ma’re tim bi jehre
Ger nebin yek bo doza xwe
Qet nabînin serxwebûne
Hêlbe Efrîn bik raperîn
Hêlbe tenê, jînê vejîn
Hesekê 18/3/2023