Sakar Kamil / ŞariyaQonaxên jiyana Êzdiyan dikarim bêjim hemû bi firman û qirkirin û nehametiyan re derbazbûn, dîroka Êzdiyan bikole zemenekî kêm jî nabînî jiyaneka tena û aram Êzdiyan derbazkiribe.
Dawî fermana Êzdiyan li 3 yî tebaxa 2014 an de li Şingalê qewmî ji aliyê dewleta bi nav îslamî (Da`iş)ê, di vê fermanê de Êzdî rastî cînosîd, komkujî, derbiderî, nehametî û tawanên regezî û bedenî bûn û ji hemûyan nexweştir keç û jin hatin revandin û firoştin di sûkan de weku her tiştekê din yê kêm buha.
Di vê cînosîdê de li pey amarên berdest bitir ji 350 hezar ji
Êzdiyan aware û penaber dibin, awereyî herêma Kurdistanê û xwecihî
kampan bûn, Eve heşt salên rebeqin di çadirgehan de jiyana xwe dibine
ser ji neçarî li ber tava Rojê li Havînan, Serma û Befir û Barana
Zivistanan.
Çadirgeh bo zemenekî kêm dihêne çêkirin û piştî asayîbûna
rewşa şeran dîsa ew penaber vedgerine ser mal û halê xwe, Lê rewşa
Şingal heta niha jî tevliheve û alozî hene, û jimareke hêzên çekdarî lê
tevdigerin eve jî egerekê aşkiraye xelkê Şingalê yê di çadirgehan de
venegerin Şingalê, Nakokîyên siyasî yên navxweyî, herêmî û navdewletî jî
egerekê din yê serekeye.
Rêkxistiyên nehikumî jî hêdî hêdî
xwe vedikêşin ev yeke jî wê barê awareyan girantir û rewşa wan aloztir
bike ji aliyê jiyarê ve.
Xelk jî bi omêde rewşa Şingalê asayî bibe û
êdî dergehê çadirgehan qepatbikin û vegerine ser mal û halê xwe li axa
bav û kalan, û dûrbibin ji bûyerên sotin û agirên çadiran û nefeseka
hênik ji bayê sarê Êvaran tijî hinavên wan be û hest bi êmnahî û aramiyê
bikin.
Êzdî bi xwe jî ji astê kesayetî, civata rohanî, berpirs û
saziyên mîrî û nemîrî û rêkxirawên navdewletî yên mafên mirovan karbikin
û fişarê li hikumeta herêmê û Bexda bikin û daxwaz ji civaka navdewletî
bikin rewşa Şingal êdî aram bibe û dawî bi nakokiyan were,
Fere
civaka navdewletî jî her çi zûtire rewşa Şingalê asayî bike ji aliyê
siyasî, êmnahî û herêmî ve û dawiyê bi awareyîya Êzdiyan bîne û ola
kevnara Êzdiyan biparêze ku rehên wê vedgerine kûrtirîn kûrahiyê di
dîroka însanetîyê de.
Lê eger rewş bi vî awayî bimîne wê civaka
Êzdiyan rastî mirineke Sipî bibe û buhayên însanetîyê binpê dibin ev yek
jî dibe sedem civaka Êzdiyan pirt û belav bibe û di vê rewşa aloz û
nelibar de niqo bibin.