Konê Reþ Berî dor heftiyekê, di roja 18/7/2022an de, li ser daxwaza birêz Bernard Kouchner wezîrê derve yê hikûmeta Fransî a berê û þanda pê re ku, ji du siyasetmedarên Fransî pêk dihat, dîdarek xweþ bi birek nivîskar û rewþenbîrên kurd re li navenda HRRKê a Qamiþlo pêk hat.. Piþtî ku birêz Xalid Îssa ew bi me dane naskirin û her yekî ji wan gotinek got, birêz Bernard Kouchner xwest ku fikir, daxwaz û nerênên me wek nivîskarên kurd, di vê rewþa ku em li Sûriyê û Rojava tê re derbas dibin, nas bike.. Kêfxweþ bûm ku gotina pêþî dane min. Min jî ev gotina xwe bi kurtbûn ji wan re got:
(Birêz Bernard Kouchner! Em kêfxweþ in bi hatin û dîtina we.. Hûn
bi xêr hatin bajarê me û bi xêr vegerin! Ev dîdara bi we re dîrokî ye..
Em pê kêfxweþ in.. Nexasim ku we xwe li navenda Hevgirtina Rewþenbêrên
Rojavayî Kurdistanê (HRRK)ê û nivîskaran girtiye.. Ev navenda ku tev
çalakiyên wê bi zimanê kurdî, tîpên latînî ye. Wek ku hûn dibînin evên
ku li pêþ we rûniþtîne tev rewþenbîr û nivîskarên kurd in. Tev bi kurdî
diaxifin û piraniya wan bi kurdiya latînî dinivîsin.. Ew kurdiya latînî
ya ku ji berî 90 salî ve, yekemîn car bi izin û destûra hikûmeta we ya
ku di Sûriyê de desthilat bû, dest pê kiriye û ji wê hingê ve, di her
çar perçeyên Kurdistanê de berdeste.
Di sala 1932an de, dema ku Mîr
Celadet Bedirxan, yê ku tev jiyana xwe li ser du eniyên þer, di ber mafê
gelê xwe de xerc kir; di destpêkê de bi siyasetê mijûl bû û hêza xwe di
þerê polîtîkî de derbas kir.. Paþê, piþtî ku tev derfetên polîtîkî û
þoreþgerî li ber hatine girtin, berê xwe da eniya ziman, rewþenbîrî û
rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kir.. Wî, ji berî 90 salî ve
bi destûra hikûmeta we li Þamê, di roja 15 Gulana 1932an de kovara xwe
HAWAR, li Þamê, bi tîpên latînî weþand û bi wan tîpan di rûpelê pêþî de
gotiye:
"Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji me re
riya felat û xweþiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide
naskirin..". Hawara wî bi tîpên latînî, qêrîn û gaziya kurdan bû.. da
ku kurd zimanê xwe biparêzin, pê xeber bidin û his û hestên xwe pê bînin
der.
Birêz Bernard Kouchner! Em jî roja îro, li felet û xweþiyê xwe
digerin.. Em jî dixwazin xwe nas bikin û xwe ji miletên dinyayê re bi
zimanê xwe, xwe bidin naskirin..
Belê ezbenî! Ji encamê wê
destûrdana we ku kovara Hawarê bi alfabeya latînî li Þamê bê weþandin,
roja îro, em kurdên Rojava, bi alfabeya latînî dinivîsînin.. êdî nema em
zanin kurdiya xwe bi tîpên Aramî binivîsînin.. Herwiha bi dehan
enstîtut, kovar û rojname li seranserî Kurdistanê û sirgûnê bi wê
alfabeyê têne weþandin.. Nexasim ku ji dor 10 salan ve dibistanên bi
zimanê kurdî li Rojava hatine vekirin, keç û xortên me di wan dibistanan
de bi zimanê xwe û alfabeya latînî dixwînin.. Ez jî wek nivîskarekî
kurd ji Rojava, li gor vê kirîza ku Rojava û Sûriye bi tevayî tê re
derbas dibe, di rêka we re ji hikûmeta Fransî hêvî dikim, ya ku bi
þoreþa 1789an navdare di dinyayê de, ku alîkar be bi me re û me bi van
her du xalan biparêze: yek; ku em di gund û bajarên xwe de, li ser xaka
bav û kalên xwe bi aramî û selametî bijîn, dudo; zimanê me bibe duyemîn
ziman di destûrê dewleta Sûriya nû de..).
Û di dawiya goina xwe de, min ev pirtûkên xwe diyarî wî kirin:
1 - Dîroka Qamiþlo: Lêkolînek berfireh e, 375 rûpel e.
2 - Jiyana Rewþenbîrî bi Zimanê Kurdî li Cizîrê û Serboriya Min: 210 rûpel e.