Idrîs Hiso
Youtuberê Kurd Ekrem Osman ku xwedanê tekane bernameyê tinaziyê ye li ser tora medyaya civakî YouTube di postekê de li ser rûpela xwe ya Facebook ragihand ku ew dê bernameya xwe ya bi navê NOSITIVE bide sekinandin.
Di nav bi dehan kenalên telvizyonê yên Kurdî herwisa radiyo û kenalên Youtube de hîç bernameyeke tinazî ji bilî NOsitive li gorî agahdariyên min nîn e. Lê niha jî ji ber hokarên cuda Ekrem Osman jî dixwaze bernameyê xwe rawestîne.
Derbarê vê biryara wî min pêwendî ligel wî kir û min xwest nasbikim hokarên vê biryarê çi ne?
Erkrem
Osman got: “Bernameyên tinaziyê di nav ragihandina Kurdî de nîn in, min
xwest vê valahiyê dagirim, lê karvedanên ne pêşbînî kirî derketin
holê, ew karvedan ji çîna xwedêgiravî rewşenbîr, zana û pêşengê civatê
ne.”
Herwiha got: “wan rewşenbîr û kesayetiyan famkirin ku ez
zimandirêjiyê li ser wan dikim, ne wan bi şêweyekî tinazî rexne dikim û
bi çavekî din, ew çavê ku dibîne nivîskar, helbestvan, hunermend jî wek
xeynî xwe ne, ew jî dibe di cihekî de baş kiribin û di cihekî de xirab
kiribin, ne tenê hema divê em karên wan bilind û dûr ji şaşitî û
heleyan wergirin û binirxînin, mîna ku ew qet şaştiyan nakin.”
Ji
aliyekî din ve got: “Lê mixabin diyar bû ku heta vê vê gavê jî di nav
civata Kurdî kes xwe xelet û berpirsiyarê karê xwe heger bi şêweyekî
nebaş hate encamdan, nabîne… tevî ku kes bê kêmanî nîn e.. ji ber vê û
ji ber hin hokarên din ez dê bernameya xwe bidim rawestandin.”
Bernameyê
NOsitive dixwaze nameyekê bighîne xelkê Kurdistanê, bi zimanekî sade
nêzîk ji zimanê xelkê, ku her kes bihêsanî dikare têbighê, ew name
dixwaze ji xelkê re bêje kes di ser rexneyê re nîne, xelik jî dikarin
nasbikin bê berhemê rewşenbîr, niviskar û hunermendan, di çi astê de ne,
wate dixwaze bêje berhem dualî ye, aliyê berhemdar û aliyê xwêner, ne
tenê divê xelik hemû tiştî wek ji wan re tê gotin, qebûl bikin, çi ji
rewşenbîran çi siyasetmedar û çalkvanan be.
Girînge temaşevanê Kurd
hemû core bernameyan bi zimanê Kurdî li ser ekranên telvizyonên Kurdî,
yan jî li ser tora medyaya civakî bibînin, lê mixabin kêmaniyeke mezin
di bername û dirama de heye, lewma temeşevanê Kurd berê xwe dide bername
û diramaya bi zimanên Erebî, Tirkî û zimanên din, lewma girîng e ev
şêwe bername berdewam bibin, alîkarî bi wan re bê kirin û asta wan ya
teknîkî jî bilindtir bibe.
NOsitîve, bernameyekî wek logoya xwe tûj
e, bi zimanekî tûj nêzîkî babetên civakî û siyasî dibû, lê mixabin ku
piştî berhemînana bêhtir ji 40 xelekî Ekrem Osman biryarê dide ku ew dê
bernameyê xwe rawestîne, li gorî agahdariya min, gelek bînerên bernameyê
daxwazê ji Ekrem dikin ku ew di werzekî nû de û bi şêweyekî bihêztir vê
bernameyê berdewam bike, ez jî dengê xwe wek bînerekî tevlî dengê wan
dikim.
Duhok-Kampa Gewîlan 25.06.2022