Cemîle Hesen
Penaberya kurdan ji her pênc parçê kurdistan Iro li welatê Elmanya bi êjmarek pir giring digihê je 2 milyona kes, Žensek mezin didê me welat perwer û rewžen bîra go li vî welatê dimukrat go yasa wî amanc û serbest dikê kû her miletek bi Zimanê xwey netewî an go bi zimanê daykê bi axivê , binvîsê û lêkolîna têde bikê di gel zarokê xwe jî hînî zimanê xwy žêrîn bikê li cihê penaberya xwede, ji ber kû dest hilata vî welatî ne tinê derfet didê lê belê pižtgêr û motîve dikê .Ev tižtên han li welatê mey dagîrkirî tunebûn heta duh, lê Bersifa me çiye himber vê derfeta mezin ? Bê guman pir qels ! bi pîvanên millî welat perwerî wek ziman, maye tenê hêvya Ektîvek teka teka bi serê xwe li vir û wir , hinka Elîf ba çêkirne hinek din dersên zimanê kurdî dane di korsên amator de ku cihê sipasyêye , Roman hatin nivîsandin bi kurdî lê çumkû xwendevan kêm bûn kiryarê wan pirtûka jî kêm bûn .
Gelo çima va salê dirêj di bin Azadyê û serbestyê li Europa Ev nebû
karek Komelayetî û Sosyal tevî ku kurdên me hatine ji 40 Sal û virde
nexasim di van 20 salên dawî de ji kurdistan Bakur yan Bažûrin li dawî
kurdistana Rojhilat van 10 sala hatin,
Pirsek di hižê mede mezin dibê!
Gelo çi sedema vê qelsatyê bû?
Em
werin hêla kurdistana Bakur tevî kû hin nivîskarên hêja wek Emin Boz
Erselan û ên din di warê ziman zanyê û pêdagojî de xebitîn bi kurdî lê
negihan wê asta kû bandora xwe ya ber fireh li civata kurdên penaberên
bakur bikê ên kû bêhtir ji 80% wan hîn di mejyê xwede azad nebûne ji
dewleta Turkye û ji Tepeserya kevin bi serê wan kiribûn van dest hilatên
Rasîst ên tirk go digotin li her derî Turkek himbery dinyayê, Zimanê
tirkî ji her zimanî çaktire.ji ber weha heta Iro em dibînin li vê
Elmanya bi turkî di axivin ( Pkk) jî ti rol di guhertina vê mantatîtê
de nekirin, Birawo ti li
wir di mala xwede bi tirkî di peyvê ji tirs
û zulmê çima ti li Elmanya Azad bi tirkî dibêjê ? ev tižtek seyre. wek
Agih darî , ji 2 Milîon û nîv turkên li vir dor milîonek bi Eslê xwe
kurdin.
Em werin xelkê kurdistana Rojhilat , birastî digel ev parçe
yê didwane di kurdistan de bi meznahya xwede lê belê em wan kêm dibîni
bi hijmara penaberyêde yan jî di têkelyên syasî ji bilî komîta Hevkarî a
go demek baž di bizava kurdî de li Almanya cih girt û rewžen bîrên pir
hêja di nav wande derketin lê partya nemir Qasimilo bargiranî dida hêla
polîtîkî bêtir ji rewženbîrî û Ziman zanyê di gel em dizanin li welat
gundî û bajaryên wir bizimanê xwe di axivin.Duh bû li ser girtina
mamosteya zimanê kurdî Zehra Muhemedî kurdan bi tevay žermzar kirin
Rêcîma Melayên Eyranê li dijî zimanê kurdî .
Heger em werin li ser
Rola kurdistana Bažûr û bandora wê li ser pêžketina zimanê me li
dyaspora û nexasim li Elmanya wek taybet wê kêmtir bê ji rola wê ya pir
mezin di Asîmana zimanê kurdî de Iro li tevaya kurdistan û cîhanê de bi
Fakûltê çêkirî di Unîversîtên xwe de bi dana Sertfîka Doktora (phD),
bi seda pirtûkê çap kirî bizimanê kurdî , ta ku Iro zaroyên ji sala1990
û virde welatyên kurdistan ji kurdî pêve nizanin lê gelo derfet nebû
li vir Almanya jî hin enstîtwên ziman bi fermî û Ekonomîzekirî vekê .wek
daxwazek em berçav dikin .
Lê kurdistana Roj hilat (kurdistana
Sûrî ) ji bergo kevinde bedirxanya kovarên kurdya latinî belavkirin pir
Hunermend û ristevanê binav û deng wek ceger xwîn û Osman sebrî ,
indamên xweybûnê ,pirên din .Rewža zimanê kurd gežtir kirin li gor derin
dîn , vê jî bi xwer ziman zan û çalak van di vî warî de çêkirin .
dema
kurdê Sûrye penaberbûn li Almanya wek nimûne li zimanê xwe xwedy
derketin heger li mala xwe yan jî hin korsên ziman fêrkirnê kirin li vir
û wir li gor hêza xwe û komelên xwe tižtek kirin û dikin hêvîne pêžde
herê .
Li dawî divê em ji bîr nekin di dema taristan û žerê zimanê me
de kurdên Sovyêt bermayê kurdistana Sor pir bizav û xebat kirin
diwarê Peyv û belavkirna ziman, heger di êzgeha Êrîvan de yan Lêkolînerê
Zimanzanê kurd ji wan go hink žopa wan geha
Sûrye .
Kesên li vir ji wan niha bi zimank Pak û temîz dinvisin derên lê bandorek wan hey kêm yan zêde .
Ji
ber hemî tižtê me gotî Elmanya Iro divê bibe paytextek di vejîna zimanê
mede ji ber gelk tižtan ,pêžî Azadî duvre pižtgêrya dewletê heger Em
bixwazin , ya sisya hebûna mamoste û ziman zanê bi kurdî li joxrafya
Almany .
Hêvya ev gotar bibê zingilek piçûk di balkêžya vê mijarê de .