Burhan HessoÛ
Wê Berf
Min bide ber Baranan
Bibim Kevrê kefka Kanîkê nezanan
Min bavêjin
Hemû hêlan,
Min najmêrin
Ne ji kan
Ne ji ne kanan
Û Bajarek min bide dest Bajarekî
Geh welatek min bidize ji welatekî
Wê Bazarek min bifroþe Bazarekî
Rojê Êþek
Min bispêre Azarekî
Ez ê
Bibim Goga ber Pêyên Garanan
Sapa revyayî ji Talanan
Ser Gewdê min
Wê,
Serk here Serk Bê
Dest dihevde wê bihejin
Bo kirînê
Bo firotnê ,
Ezê biborim
Wek Gamêþê liber Kêrê
Wê biheje Erþê Xwedê
nabim xurdê xwe û nankî
Kes nakire birîna min
Tev vedixun wê xwîna min
Çiya tev ji laþêm bên xwar
Dûrî welat
Ne sar bi min Sar
Ne germ dibe zar.