Zagros OsmanSibehekê Bapîrê min ji xew þiyar bû mîna hemî Sibehan dest bi sirûda kuxikê kir þun de ewî ji Dapîra min nexwest ku Çayê jibo wî deyne ser Êgir, ne weke hemî caran ku berî her tiþtî Çayê dixwest, Kalo awirek namo li min veda hînjî min mebesta wî ji wê nerîna tûj û bi þewat nasnekiriye, ya balkêþ ku Kalo kenek kir ti carî wusa ne kenîya bû, ew Mêrekî tim xemgîn û bêhêvî bû ne dikniya û rênedida me ku em bikenin, lê vê carê ew ji kena dikir ku bipeqe û destê xwe li hev dixist û digot: Hooo weh Hooo weh kê bîra wilo dibir kurooo hûn namînin ecêmayî!
me hemiyan lihev dimeyizand û bi dizî nîþan didan hev û me pistpistê
dikir çi bela Kalo ye vê sibehê dikene? ev bûyerek mezin e, Xweda tenê
zane bê çi sedema vî kenî ye .
Pîrê got: Þeva çû xew bi çavê Kalo
nebû, evê kuxika bê xwedî ew zeft kiribû bêhna wî çikand, ez jî rabûm ew
Þûþa Dermên A ku Ti jê vedixwe min danî ber Kalo rabû 2 Kevçî vexwar li
ser wan baþ bû xuya ye ku Dermanê Te li telê Kalo hat vêca bi þev pêde
ewî Þiruba kuxikê vedixwar ta giþ bi ser xwe da kir û di binê Þuþê de
azan da, Pîrê got: jibîr neke eger Ti çû nava Bajêr riya xwe bi
Dermangehê bixe û 2-3 Þûþe ji vî Dermanî werî ne jibo Kalo ew pir baþe.
Min
di guhê pîrê de got: Te kîjan Þûþe dabû kalo? Lêêê weyla min çav xwarê
bi rastî Te bi jîrbûna xwe tir li Tansû Çîller qetand haaa ma derew
çiye! Pîrê got: Wilo li min nener ez pîrka Te me piþtî min Derman da
kalo ew kêfxweþ bû û destê xwe li doxîna min peland, lê baþbû ku di xew
re çû û ez jê filitîm an na wê ya dilê xwe kiribûna .
Min ji pîrê re
got: Serseriyê porkurê Ti zane Te çi zeqnebût daye vî sêwîyê bêmicalî
belengaz hêê ?Pîrê got: Bê xwedîyo ez ji ku zanim Te çi kerrafî xistibû
þûþê.
Min got: Keçê Wîskî bû Wîskîîîîî ellawekîl !Tê dawîya dawî vî Lawikî bike Rambo.
Pîrê got: Wîskî Mîskî nasnakim, ez zanim bi vî Dermanî ew baþ dibe û hew!
Kalê
me serxweþe û daye nav distirê li çepka dixe difîkîne, destdavêje
navrana Pîrê, her Sibeh Mêvan ji Gund tên Mala Kalo vêca ku Yek ji wan
were û Kalo di evê rewþê de bibîne emê bihetikin loma min Derî kilît
kir jibo Mêvan derbas nebin, û Pîrê hînjî dibêje: Ev çi Dermane yaho?
Nuh min naskir dema min da Kalo min jî kevçiyek jê vexwar wek Takî ji
Agir xwe berda Qirikê û daket Kezbê ta Gurçikê jê pê ve Dunya li dora
min geriya û Xanî berqoqanî bû û ez ketim buhitê, Heylo heylo Þeva çû ez
di guhê Gê de bûm, Kalo û Pîrê firtone rakiribûn û hayê min ji wan tune
bû.
Kalo hebekê bi ser hiþê xwe ve hat, dest bi girî kir û got: Doh
bi þev mêrekî melomirarî keþmûlî qûntazî bêmirês, incolekî gemarokî
pertolkî û rîberdayî hat xewna min û bela xwe di min dida ez rabûmê ew
reviya û min da ser piþta wî lê neket zefta min, Wî bang li min kir û
got: Tu zanî ez kî me? Ez qirdê te me, eger Te min girtibüna wê þensê Te
baþ bibüna lê Te min negirt loma wê þensê Te bimîne wek temtêla min û
piþtî Tu bimirî ezê bibim qirdê Neviyê Te da ku Jiyna wî jî mîna A te
bê oxir be.
Min guh neda xewna kalekî xurrufî, nîv serxweþ, Lê ji wê
Rojê de her Þev xewna kalo tê min û pêre þensê min pîstir dibe, Min xwe
avêt þêxekî bo çarakê ji min re bibîne, lê wî got: Tu Kurde ne? Min
got: Erê ez Kurdim çi îþê xewna ji Kurda heye bavo? Wî got: Kuro ma Tu
nizanî bê neyara xewnên we jî bindest kirine! Sipasiya Xweda bike ku
qirdê Te di xewna de tê Te, Kesên din þiyarin û xewna Te êrîþî wan dike
li min megre tiþtên wusa Niviþt û Berbejin bi wan kêr nakin, Kê ji te re
gotibû Tê Wîskî bide wî kalê reben loo, de were safî bik, min gote Þêx
ma wê çilo safî bibe eger ku Kalê min Dermanê kuxikê û Wîskî jihev
dernexist .