lazgîn dêrûnî
Ji bo yarê dilêm text e
Bi gorî can dikim nexte
Bi hêvî ma werim rex te
Bidî min ol û him bexte
Li ser pêlên evîna te
Li dûv xweþ hilm û bîna te
Mirad û mexseda min bû
Werim koçka civîna te
Li wê koçkê bibim mêvan
Li ser desta bikim razan
Bi ramûsim dev û lêvan
Ber û sînga bikim talan
Civat û suhbeta yarê
Nexasim dem li êvarê
Ken û þad têne bazarê
Bi min xweþtir ji kafyarê
Evîndaran guneh nîne
Li ba yezdan buhiþtîne
Bi arê iþqê suhtîne
Gunehbarê xwe þuþtîne
28.12.2017 Swîsra