Li þûn warê evînate
Dikî kevnar di nav mozxana
kul û derdade toz girtiye
çîrokeke xemgîn
bi hêsirên xunc û piþkojan
tên xwendin lê bi dengekî hêdî
ta dil bi agirê çîroka xwe bê sotin..
*** *** ***
Li þûn warê evînate
Peyaleke dest ber jor
Li hêviya çend dilopa ye
Ji meya raxistî li ser lêva te
Ta serê xwe dagire
Û bibe mêvana dilê min
Û berê pêximberê ji nava xema
Bide navnîþaneke din…
*** *** ***
Li þûn warê evînate
Revendekî li siya xwe digerim
di þeveke tarîde
ku heyvê xwe daye alî
û sitêran dest bi jimara xwe kirne
ta zanibin çend ji wan
hatine xwarê
dema tu bû leylan
*** *** ***
Li þûn warê evînate
Navê te bû sitêra rojê
Û di ferhenga bêbextiyê de
Hate danîn û nebawerim
Ji îro pêve çav li navê te bigere
Him tu ji bîr dibe
Û him ji mija hêsiran..