Avdarê tu hat tu rewþa meha
Gula zerîn por didan ber þeha
Wa çû ew sibat çenga guneha
Berfa bi þewat digirt ser reha
Ax û herya sor kesk bû ji gîha
Çerxa demê dor dewran ya seha
Derdê belengaz nehê ser deha
****
Gul û kulîlka bihna xwe berdan
Nêrgiza çeleng widabû ji wan
Tanî bi dîkan jêre bandidan
Di nalîn kir deng : ez bûka cîhan
Hilm û periya dev ji min berdan
Çiqas min kir deng li vir bê xwedan
Zuhabûm bê av xwîn mija nedan
*****
Ev gulîstan tev sor gul û hîro
Îndeko rîhan xuþûl û þîro
Roj li wan wek þev kok dixwe zîro
Xweþ bû hilma wan li germa nîro
Bûne giþ wek hev bê kesin îro
Kesk û sor didan rengê zer jî ro
Xweþî çû bi rev sed xwezî bi do