|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Di 5 Saliya Koçkirina Rezoyê Osê de |
|
|
Konê Reþ
Rezo! Stûnek bingehîn bû ji rewþenbîriya Kurdî re li Rojava.. Bi saya wî rojnamegeriya Kurdî derbasî qunaxek nû bû. Dema ku wî û hevalê xwe Zagrosê Haco di sala 1983 an de kovara Stêr bi rengekî nûjentir ji kovarên mayî wek Gulistan û Gelawêj çap û belav kirin.. Rezo hezkerekî folklorê Kurdî bû.. Ew mîna þêxê rewþenbîrên Kurdan bû li Qamiþlo û di nav tevayî nivîskarên Binxetê de wek þêxê rewþenbîrên Kurdan dihat naskirin. Civîna rewþenbîrî ku ew ne di nav de ba, ew civîn seqet û ne cihê baweriyê dihat dîtin..
Her dem þagirtên wî hebûn, ew fêrî zimanê kurdî dikirin û gelek caran di buroya xwe de jî ew fêr dikirin.. Wek ku li berhemên dost û hevalên xwe guhdar û miqatebû, wiha li berhemên xwe ne miqatebû. Ew mîna sembolekê bû ji zimanê kurdî re. Erê, Qamiþlo evîndarekî zimanê Kurdî winda kir, belê bi saya keda wî û ew korsên ku wî ji þagirtan re vedikirin, roja îro bi hebûna wan þagirtan, ez bawerim wê dîmenên rewþenbîriya Kurdî li Binxetê xweþ û geþ bimîne. Bela koçkirina wî ji rewþenbîrên Kurdan re mîna likumandina hespê be. Hêviyên me bi xortên me yên nûhatî mezin e, hêviyên me bi evîndarên zimanê me mezin e û em xweþ bawerin ku, ew xwe ji þop û rêbaza rehmetiyê Rezo nedin alî. Û wiha ez bawerim wê dîmenên rewþenbîriya kurdî a resen bê parastin û geþ bimîne. Konê Reþ Qamiþlo, 04/03/2015
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|