Konê Rež
Dost û hevalên hêja! 116 saliya roja rojnamegeriya Kurdî li we pîroz be.. Di çend rojên derbasbûyî de min hin kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî ku di nav kurdên Rojava de, pižtî wežanên Bedirxaniyan, hatine wežandin, ji we re raxistin ber çavan û di pey re min hin wežanên Bedirxaniyan jî žanî we dan, da hûn serwextî ked û westandina wan lehengan bin.. Bawer bikin, dema ku rojnameya KURDISTAN bi zimanê kurdî li Qahîre dihat wežandin, çarox bi dest bav û kalên gelekan ji me nediket.. Mêzekin, bê çendî wan lehengan berxwedan û kêferat kiriye.. Sed mixabin, pižtî 116 salan hêj pirraniy çapemeniya me bi zimanê dagîrkera ye..!
Ez jî, bi vê helkeftinê, vê rojê li tev rojnamevan, nivîskar û rewženbîrên kurd yên ku bi rast û durist xebat di ber gelê me de kirine, pîroz dikim.. Û gurzek kulîlk ji Nergiziyên dora bajarê Cizîra Botan li ser gora wan Bedirxaniyên ku xebat û bizav di ber ziman û ferhenga me de kirine datînim.. Bijî zimanê Kurdî, bijî 22ê nîsanê û bijî Kurd û Kurdistan. Her sal em hev û din bi xêr û xwežî bibînin. Rojnameya KurdistanBelê, pižtî sirgûnî û koçkirina mîr Bedirxan di sala 1868an de li Žamê, kurê wî mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rêk û žopa bavê xwe kir qêrîn û gazî.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Wî di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî, bi navê KURDISTAN li Qahîre wežand û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan kir û got: (Gelî mîr û axano, kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe žûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin.)
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, " Kurdistan" jimar 4" / 1898. Rojnameya Kurdistan, rojnameyeke 15 rojî bû, cihê wežandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, cihê wežandina wan ji hejmara 6-19an li Cinêvê çap bûne; ji hejmara 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne; hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (3) di 14 ê nîsana 1902an de. Ji sala 1968an ve 22ê nîsanê, anku roja derçûna hejmara yekê ji vê rojnameyê, ev roj bûye rojnamegeriya Kurdî di seranserî Kurdistanê de. Konê Rež, Qamižlo, 22.04.2014
|