Ev bûyer me li hember metirsiyeke mezin radiwestîne , ku di pažerojê de eger zimanê kurdî li welatê me azad bibe , gelo kurd wê xwe fêrî zimanê dayikê bikin ? wê bixwe zarokê xwe bižînin dibistanan ?
Eger em kurdên Turkiyê bikin nimûne , emê nasbikin ku gel ji ber xwe ve naçe dibistanan bi mebesta xwe fêrî zimanê dayikê bike , dema mafên xwe yên rewženbîrî bistîne , birastî du rûwên vê gelemžeyê hene :
1- Desthilata Turkiyê žerekî fireh li ser ziman û çanda kurdî kir , û hewldanên mezin kirin daku žužtina qada mejiyê kurdî ji kurdayetiyê berfirehtir bike .
2- Gelê kurd li Turkiyê tu kar ji zimanê kurdî re nekiribû , dema ku dibistanên kurdî vebûn ne mamoste hebûn û ne žagirt jî dihatin dibistanan .
Jiber vê gelemžeya ku li Turkiyê bi gelê kurd re afirî derbarî fêrbûna zimanê dayikê pižtî ku mafên rewženbîrî standin , çiqas giringe ji gelê kurd re li Sûriyê , ku em ji îroroj ve dest bi karekî wisa bikin ji bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî , wek saziyek taybet ji bo fêrbûna zimanê kurdî û danheva mamosteyên fêrkirina zimanê kurdî , ji erkên vê sendîkê ku zimanê kurdî bi rengekî gelerî belavbike , û giringiya zimanê dayikê ji gel re bide xuyakirin , û navtêdanê di nav nifžên nû de bi afrîne jibo fêrbûna zimanê dayikê , digel ku navên mamosteyên fêrker tomarbike , û wan amadebike bi žêweyekî yekgirtî bihêviya wê dema ku zimanê kurdî azad bibe , û mafên rewženbîrî bidestkevin , dê mamosteyên ziman bi yekžêwe fêrkirina zimanê dayikê li dibistanên kurdî bikin .
Ji rexekî din ve , ev dibistanên kurdî bi pêwîstî mamosteya ne , (3-4) milyon kurdên Sûriyê bi pêdivêyî nêzîkî 2000 mamoste ne , ev yek jî divê ji armancên serekî yên vê saziyê bin , ku 2000 mamostê fêrker amadebike , û rêbaziya fêrkirinê bi žêweyekî yekgirtî lidarxîne , daku dibistanên kurdî dagrin û bi yekžêwe fêrkirinê bikin dema ku gelê kurd mafên xwe yên rewženbîrî bidestxîne .
Ev mamosteyên zimanê kurdî , dê di pažerojê de bibin sitûnên rewženbîriya kurdî , ev sendîke dema nuha wek dibistanek gelerîye , ku îro berî sibe divê bê damezirandin û dest bi karê xwe bike , jibo pêkanîna van armancên jêrî :
1- Tomarkirina navên mamosteyên zimanê kurdî yên ku amadene karê fêrkirinê bikin .
2- Hilbijartina rêbaziya fêrkirinê bi žêweyekî yekbûyî .
3- Lidarxistina xulên fêrkirina zimanê dayikê , nemaze ji nifžên nûhatî .
4- Hilbijartina žagirtên jêhatî ji van xulan , û amadekirina wan daku bibin mamosteyên zimanê kurdî .
5- Navtêdanê di navbera gel de belavbike bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya dezgehên têvel .
Eger ev sendîke sazbibe , û xebatê jibo van armancan bike , dema ku zimanê me azad bibe , wê amadekariyên me tewaw bibin , û tu gelemže nabin berpêk li pêžiya fêrbûna zimanê dayikê , jiber ku ev sendîke dê ronahiya hezkirina zimanê dayikê di dilê her mirovekî kurd de vêxe .
Rewža zimanê dayikê li ba kurdên Turkiyê ji mere diyar dike , ku ew raya dibêje : (divê em li hêviya mafên xwe yên rewženbîrî rawestin ta ku em dest bi fêrbûna zimanê dayikê bikin ) , rayeke žaže , gelê kurd li Turkiyê pižtî ku mafên xwe yên rewženbîrî bidestxistin , lêbelê dibistanên wan vala man , herkuda ji nû ve saziyek damezirandin bi mebesta ku handanê bide gel bo xwe fêrî zimanê dayikê bikin , pêre jî mamostan avabike .
Eger em bîrewerbin ji dema îro re û ev guhartinên ku li hawîrdora me çêdibin , divê em dest bikar bikin berî ku em mafên xwe bidestxînin , em gelê xwe amadebikin ji çûna dibistanan re , jimarek baž ji mamosteyên zimanê kurdî amadebikin daku karibin gelê xwe ji nexwendewariya zimanê dayikê rizgarbikin , ev jî di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî .