Omer Îsmail
Hevrêziyên xortan karekî pîroze di vê þoreþa sipî ya ku ji aliyê gelê Sûriyê ve hatiye kirin. û xwînrijandin û wêrankirina gund û bajaran ji aliyê rijêma Ba`as ya kevneþop ve tête berdewamî kirin.ev þoreþ ji bo azadî ,wekhevî û mafên mirovatiyê ye.daketina boþ wek pêlan wê bingehê rijêmê bilerizînê,wê kuþtinê ji alikî ve kêm bike û ji aliyê dî ve wê rêya azadiyê nêzîk bike.
vêca bi xurtî, jin û zarok,pîr û mêr hemû bi hev re dakevin qadê, da miletê Sûriyê ji êþ û janê xelas bibê,da hêvî û omîda bav û kalên me di azadî û welatekî serbixwe de bi cih were.çima îro bi xurtî danakevin qadê,sedema wê daketinê di vê þoreþa azadiyê de çiye.eger tirsê cegerê we xwaribe û xewa bindestiyê li we þêrîn hatibe,gelo azadî û mafê we yê rewa wê çawe bi cih were.xewna azadiyê,Kurdistan, mafê miletê kurd,hêvî û omîdên me,xewnên bav û bapîran yên bi sala wê li kûderê bi civin.niha dem dema pêkanîn û çespandina van mafa ye,hêviya miletan di xebatkar û þoreþvanan de ye.piþtgiriya milet ji van þoreþgêr û xebatkaran re wê hêzekî mezin bidê wan û wê binyata rijêmê bihejînê,wê welat bikê buhiþta banî.
Miletê hêja: ev dem ji gelê me re derfeteka zêrîne û hevrêziyên xortan bi mêranî va daketne kolanê, û ked û karekî pîroz dikin.eger em jiyaneka xweþ dixwazin û li pêþerojeka azad ji nefþên nûhatî re digerin,emê bi tevî hêza xwe ve li hemû dever û bajaran dakevin kolanê,,da ku bingehê zordaran bihejînin û emê dîlana serketinê li ber roja azadiyê bigirin.