Brahîm MehmûdGula darê ji bo min ne kuleke
Dar kula mine
Lê dema ki gul rû geþ dibe
Dizanim ku dar li ser xwe ye
Geþbîn dibim
Rûbar li ber min dibawiþke
ji xwe piþt raste
ku avrêjiya wî misogere
dikeve xweneke þêrîn
di himêza dada kaniyê de
Bayekî hênik xwe li min digre
Di laþê min de dilorîne
Ev çi giyanekî dilovan
Ku çûkê beytik
Xwe jê re berdide
Û dike çîveçîv
Asoyek min dinixumîne
Dilê xwe dispêrêmê
Asîmanek pêk ve dibeþiþe
Sirodek siruþtî
Di giyanê min de dibiþkive