Þêrîn Saado - Paris Wekî dawiya þevê
Li kenarên berbangê
Dema heyv û sitêr
Ji azmanan bar dikin
Belav dibin
Wilo
Hinasên min
Di girandbûna
Hûrdemên xapînok de
Diçikin bê can dibin
Ew sawîrên li bedena
Jiyaneke nûhatî de
Hatibûn nîgarkirin
Di tariya hestên þikestî de
Bê reng û eles diman..
Wekî bilbilekî brîndar
Awazên sibehan
Bi vedenga êþên xwe re
Di nuhurîne
Ez im
Li çola evîneke bê cihir
Tovên hêviyên bê hêvî
Diçînim
Lê xweþ dizanim
Ewrê payiza min
Sitewre û tu baranan nabarîne...,!!