Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Komeleya Kurdî-Elmanî pêþingeheka þêwekariyê li bajarê Þilêswîg vekir

 


Li bajarê Þilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêþingeheka hunerî ji du þêwekarên jin re vekir.
Þêwekar Sirwe Berzenjî ji Baþûrê Kurdistanê û þêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeþeng beþdar bûne.
Piraniya kevalan li ser jinê bi giþtî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin.
Ev yekem care li bajarê Þilêswîg pêþinegeheka du þêwekarên jin ji Kurdistanê, bi simbol û tevnehûnên Kurdewarî ji miletên corbicor tête pêþkêþ kirin.
Pêþingeh li avahiya (Kultur L) ji 22.03.2024an heta 19.04.2024an dê berdewam tablo bi dîwarên pêþengehê ve bimînin.
Destpêkê Herdu rêzdaran mamoste Çira Doskî û Xanim Sîlkê Vîlig (Sylke Willig) bi firehî li ser evê çalakiyê û huneriya kar axivîn, digel pênasandina herdu þêwekarên jin xanim Sirwe û Renda  kirin.
Hêja ye gotinê ye ko ji sedemên xwe ên taybet þêwekar Sirwe Berzenjî li pêþengehê ne amade bû.


Xanim Vîlig (Willig) ji þêwekar Renda daxwaz kir ko li ser xebata xwe bipeyive.
Renda li ser xwendina xwe ya ko taybetmedar e, li ser pêkanîne þêwe bi alavên elektironî û nexþekirina kevalan peyivî.

Berpirsa navenda Kultur L Xanim Jêsîka Krol (Jessica Kroll) ew jî li ser heman mijarê got:

„Navê min Jêsîka Krol e, em nuha li avahiya Kultur L in, ko ev cih taybet e ji bo pêþkêþkirina çalakiyên kulturî, ez kêfxweþ im ko evro Komeleya Kurdî-Elmanî çalakiya xwe ya ji bo du jinên Kurd ên þêwekar  li navenda me pêk aniye, ko kultur û çanda Kurdî nîþan dike.“

Di pey re xanim Sûzana Pêrtît (Susanne Pertiet) li ser çalakiyê axivî:

„Ez weke miroveka biyanî hatime evî cihî bi dîtina evan kevalan baweriyek ji bo min çêkir, ko evan þêwekaran tiþtê dilê wan xwestiye bi rengên cobicor gotine.“
Hêja ye gotinê ye, hejmareka baþ ji xelkên bajêr ji Kurd û Elmanan li ahenga pêþingehê amade bûn.


Ezîz Xemcivîn

Komeleya Kurd-Elmanî
(Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.)


























 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark