Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Belź Hebūna Me Di Zimanź De Ye

 


Konê Rež

  Eger roja 21ê Sibatê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar dikin ku, roja Zimanê Kurdî 15ê Gulanê ye. Ev roja ku ji berî 92 Salan ve, kovara HAWARê li Žamê hatiye wežandin ku yekemîn care di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin. Ji wê salê ve rewženbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe tînin ziman û zimanhezên kurd li gor vê banga Mîr Celadet Bedirxan dilivin:


(Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin -fînfoneke-  derewîn bi lêv bikin. Kuro! Eybe, žerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrežiyek girane. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).
(Kovara Hawar, hejmara (27) Žam,1941)
  Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistanê zimanê Erebî nîžana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nižana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîžana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata Netewên Yekbûyî de jî, her neteweyek bi ala xwe ya rengîn tê naskirin, wiha jî netewê kurd bi zimanê xwe yê Kurdî û ala xwe a rengîn di nav koma netewan de tê naskirin, ango zimanê Kurdî nasnameya neteweyê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.
  Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk žer bi zimanê me re kirine û dikin. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêžve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.
  Dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan žer bi zimanê me re kirine. Zimanê me wek sembola pažverûtî û nezaniyê destnîžan kirine û dikin. Û ne tenê planên bižaftina çand û ziman li ser me kurdan mežandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de pažketî û asîmîle bikin.
  Zimanê dayika me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye. Kok û rehên zimanê me li hezar salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Žeref li dinyayê belav bûye.
  Konê Rež/ Qamižlo 20.2.2024


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark