Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Wisa bêje kirîv

 


Bavê Zozanê

Keçê Seyro ka em çibikim law bi yezdan bi taûsê melek nema debar bi van dizan re dibe her sibe em ser dengê cîrana û diziyê radibin keçko,ê ku dibêje şevê dî bizina min hatiye dizîn, yê ku dibêja şevtira dî herdu mihê ku şîrê zarokan me ji wan didoşt winda bûne, yekî li wan vedgerand wê rojê eloka me ku dor 7 kîloan hebû ta derengî şevê jî li ser sifirna hewşê melistdibû ,sibihê em rabûn nebedî bûbû vê dawiyê dewsa wê ,li tingê binya bênderan ku çeqelan rovî û pirtik û gemara wê  xebartibûn me dît … 


 Belengaza Seyro  ma hemberî vê bobelatê wê çi bêje û eger piçek mêjî di serê wê de mabû ew jî ji tirsa çêleka wê çû,jixwe malûmewdanê wan ew çêlek bû çêlekek zerî girs bû sê deqê spî yên mezin di laşê wê de bûn yek li ser qirka wê bû yek li kêleka wê a çepê bû ya sisiyan li bin zikê wê bû çavên wê jî mîna deqên xarên zarokan girs û giroverbûn rengê wan reşekî tarîbû guhanê wê yekser li çavê mirov dide gundiyan digot ku deh kilo şîr dide,Seyro navê çêleka xwe kirbû  Zerê  û ji tirsa çavê gindiyan Seyro çend şînok bi benkî sipî ve xistibûn stwê wê de.
Seyro bi xemgînî li hevjînê xwe Eliyê Şero vegerand
Bavê Cindî te hewara xwe gihande min,ma ka ezê hewara xwe bighênim kî,mane ev deh roj xew bi çavê me nakevê em parastina çêleka xwe ji dizan dikin ya rast ew e ku em hewara xwe bighênin kurîvanên xwe ka ew ê çi şîretê li me bikin..Elî yekser pêşenyara hevjîna xwe Seyro erê kir,got de ka êvarê emê herin serdana kirîvê xwe mistoyê koçer hem emê şevbûyêrka xwe li bal wan derbas bikin û hem jî emê babeta xwe jêre bibêjin..
-Ser herdû çavê min hûn hatin erê bi xwedê kirîv dizî vê pêlê di van gudên me de belav bûye em jî wek we çavdêriya sewalê xwe dikin.Mistoyê koçer got û berdewam kir :Hûn bi ya xwedê û bi ya min bikin çêleka xwe bibin wê şikefta me ya li nêzî kaniyê êm û ava wê dênin ber û devê şikeftê bi wî kuçê mezin bigirin,jixwe kes bîra çêlek û şikeftê nabe ,sibe zû jî li nava gund belav bikin him ti û him jî kirîva min, ku çêleka we hatiya dizîn sibe û êvarê  dubare bike li odê li serbênderan wisa jî kirîva min  li devê tenûrê li nav pîrekan.Bila tev naskin ku çêleka we hatiya dizîn paşî du sê roja çêleka xwe vegerênin malê îda ti kesukos nema nêzî mala we û diziyê dibin,mane jixwe ve ew çêlek bû ew jî diza bir.
Ji şabûnê ji dilxweşiyê qûna mîvanên Mistoyê koçer nema erd girt pir pilana wî ket serê wan kir û nekir şevbûyêrka xwe bi dawî nekirin zû rabûn bi lez û bez wê şevê çêleka xwe birin êxistin şikeftê de êm û ava wê jî danîn ber bi wî kuçê mezin jî devê şikeftî girtin, bi hilata rojê re wê dest bi pilana xwe bikin ku çilo kirîvî wan ew şîret kirine herdû her yek ji dehma xwe de wê rêklama diziya çêlekê belav bikin..
Kirîvê wan Mistoyê koçer yek nekir dido piştî wan bi çarîkî çû Zerê ji şikeftê  derxist li ser çemê binya malan ew gurand ku bihnekê ava çêm ji xwîna wê şîlo bû lê zû zelal bû, goştê xwe jî sipehî şûşt hate malê ew û hevjîna xwe Silto xwe çikandin ew herdû qetê kijoleyê şikestî ku ji koxikê derxistibûn,hişt bihin û çiqeçiqa goştê Zerê di wê çifniya mezin de bi ser gund bikeve.
Bi zeraqa rojê re Eliyê Şero bi dizî çû serîkî li çêleka xwe zerê bide qasekî li pişt xwe nerî û bi beze derbasî şikeftê bû ,matmayî ma xwîn di laşê wî de cemidî ,pore serê wî yê mayî jî spî bû, êm bi serê xwe ye, ava wê rijyaye çêlek jî xwedê bidê.
Yekser berê xwe û bi dilekî sar da mala kirîvê xwe Mistoyê koçer bi hewar û qêrîn got:
-Kirîv çêlek hatiya dizîn.
-Mistoyê koçer lê vegerand: ha wisa bêje kirîv  
-kirîv bi rastî çêlek hatiya dizîn neko rêklamê jê re dikim
- Erê kirîv eyn wisa bêje
-kuro bi Isa bi yezdan bi taûs çêlek hatiye dizîn
- Erê kirîv eyn wisa bêje
Li hêla din ve jî rondikên rebena Seyro têra strandina hevîrê wê nekir.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark