Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyaniya şermezarkirina tawan destdirêjiyên Turkiye û Îranê ser Rojava û Başûrî Kurdistanê

 


Ev çend rojin ko dewleta Turkiye û artêşa xwe ya xwînrêj, çendîn êrîşên hovane û li serhev bi dironên bomberêj kirî û bi firokeyên cengê dibin ser gelek ji bajar û herêmên Rojavayî Kurdistanê, ko dam û dezgehên jêrxaneyî û xizmetguzarî dikin armanc, bi taybetî wîstgehên av û elektrîkê, zeviyên derhênana gaz û petrolê, ko gelek ziyanên mezin gihandine wan, û ew ji kar xistin, zehmetî û giraniyên bêtir ji ên berê xistine ser jiyana xelkê, barên wan girantir û girantir kirin e, herweha bi dehan şehîd û birîndar ketin, jin û zarok jî di nav wan de hene .



Di şeva bûrî de jî, 15.01.2024, rêjîma Îranê ya tawankar û pasdarên wê yên terorîst, bi çendîn mûşekên balistîkî û dironên bomberêj kirî êrîş kiribûn ser bajarê Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistanê, li mal û avahiyên hemwelatiyan dabûn, bi behaneyên derew û bê binyad, di encam de çend kesên bê guneh şehîd ketin, di nav wan de keçeke yazdeh mehî, û du sermayedarên bi nav û deng, û çendîn birîndar jî hene, herweha gelek ziyanên mezin gihandine mal û avahiyên hawîrdor .
Ev êrîş û destdirêjiyên dirindane ko li dijî gelê Kurd li seranserî Kurdistanê, bi taybetî li Rojava û Başûrî Kurdistanê, tên kirin,didin xuyakirin bê çiqasî gelê Kurd tûşî zordarî û çewisandinê tê, ew jî li ber çav û guhdariya civaka Navnetewî ya ko li himber van tawanan bê deng dimîne.
Ê me, wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye (YNRKS) em van êrîş û destdirêjiyên metirsîdar ko ji bal desthilatdarên Tehran û Enqere tên kirin, bi tundî şermezar û serkone dikin, û ji civaka Navnetwî, bi taybetî ji dewletên xwedîhêz, dixwazin ko bi erkê xwe rabin, û karekî ji dil bikin, da ko rê li ber van êrîşkeran bigirin, gekê Kurd û Kurdistanê ji van metirsiyan biparêzin, em ji Revenda Kurdî li derveyî welat dixwazin ko, li ku bin, bi xwepêşandanan Rabin, van tawanan şermezar û riswa bikin .
Komîteya Birêvrbir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
16.01.2024

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark