Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanī: Daxuyaniya dawī ya kongireya Žazdemīn a Partiya Demoqrat a Pźžverū ya Kurd li Sūriyź

 


Di dîroka (8-9-10 / 12 / 2023an) de "Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê" kongireya xwe ya Žazdemîn di bin van siloxanan de li darxist :
- Demoqratî ji Sûriyê re û mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re.
- Danûstandin di navber sûriyan de žêweyê herî li pêže ji çareserkirina qeyrana Sûrî re.
- Parastina ažtiyaneya jehjiyatî û xurtkirina pirensîbên jiyana hevbež di Sûriyê de.
- Erêkirin bi rêjîmeke ne navendî ku taybetmendî û hemerengiya netewî di herêmên kurdî de li xwe bigire.
- Biryara kurdî ya serbixwe girînge ji bo lihevkirin û yekrêziya helwesta kurdî .
- Biryardanek distûrî bi nasnameya netewî ya gelê kurd li Sûriyê.


- Na ji guherîna demoxrafî ya li Herêmên Kurdî.
- Cîbicîkirina pirensîbên demoqratî di jiyana partiyê ya hundirîn de.
Di kongir de hejmareke mezin ji mêvanan ji hemû pêkhat û kesayetiyên civakî û rewženbîrî û rêxistinên civaka sivîl û alavên ragihandinê û nûnerên hozên Erebî û Kurdî , Suryanî û Ažorî beždar bûn.
Kongir bi rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên sûrî û gelê kurd û sekreterê partiya me nemir Ebdilhemîd Derwîž karê xwe destpêkir. Û pižtî ku xêrhatin li mêvanan hate  kirin , rapora komîta amedekar a kongir û herwiha gotina komîta navendî ya partiyê hate xwendin.
Pižtre karnameya karê kongir ku belgeyên bingehîn (Rapora rêzanî , pirograma rêzanî , pirojeya tizûka navxweyî û raporek ji qeyrana partiyê , mîkanizmên xebata partîzanî di qûnaxa bê de li ser astên rêzanî û rêxistinî û ragihandinî û cemawerî û daravî) hate gotûbêj kirin.
 Herwiha rapora rêzanî balkižand ser rewž û pêžhatên siyasî li ser herdu astên herêmî û navdewletî :
Li ser asta navdewletî di raporê de hat ku kongirê Žazdemîn a partiya me di rewžek hestiyar de li dardikeve ji pêžketinên lezgîn ên ku jiyan dibîne ji kerjên di navber peywendiyên navdewletî de yê ku pižtî žerê sar di aramiyekê de bûn , lê di vê sedsala dawiyê de careke din nakokî li ser herdu astên aborî û ležkerî di navber hêzên navdewletî de bi derdikevin û van nakokiyan kerje vegerandin peywendiyên navdewletî , û žerê Rûsiya û Ukraniya girêkên zêdetir di meydana navdewletî de peyda kirin.
Li ser asta Rojhilata Navîn ku di gelek pevçûnan re derbas dibe û di destpêka wê de pevçûna Erebî - Israîlî. Di vê derbarê de eger çareserî ji dozên herêmê re neyên dîtin wek žerên navxweyî û doseya newewî ya Îranî , û eger çareseriyek ji doza netewî ya kurdî re neyê dîtin tu carî aramî di Rojhilata Navîn de peyda nabe.

*Li ser asta nižtimanî ya sûrî

Rapor dibîne ku dagîrkeriya Turkiyê ji parçeyên din re ji xaknîgariya sûrî re wek "Girê sipî û Serê Kaniyê" û siyasetên guherîna demoxrafî ya ku Turkiyê bi kar tîne ji destpêka dagîrkirina wê ji Efrînê û herêmên din re hižt ku rewž di wan herêman de aloztir bibe.
Li ser asta siyasî tu pêžketinên erênî çênebûne ne li ser asta pirosêsa siyasî ya ku ji Cinêvê bi rêket û ne li ser asta komîta distûrî yan di dewsa Asîtana de bi sedema tunebûna lihevkirineke navdewletî ji aliyekî de û ne pabendbûna herdu aliyên hikomet û rikberiyê ji çareserkirina qeyrana sûrî re ji aliyekî din de. , wê bandoreke neyênî mezin di rewža aborî ya sûrî de kir û zêdetirî 90% ji sûriyan di bin xeta perîžaniyê de dijîn.
Partiya me dibîne ku rêketina diyaloga Sûrî - Sûrî di nav hemû pêkhatên netewî û olî ji gelê sûrî re gaveke di aliyê çareseriyeke siyasî ji qeyrana sûrî re ye , herwiha bang li civata navdewletî dike ji bo peydakirina çareseriyekê ji qeyrana sûrî re da ku êž û azara sûriyan bidawî bîne.

* Li ser asta netewî ya kurdî

Raporê balkižand ser rewža herêmên kurdî yên dagîrkirî ji aliyê Turkiyê de weke Efrîn , Serê Kaniyê û Girê Sipî ji encama siyasetên Turkiyê û çeteyên dagîrker ji van herêman re û armanckirina berdewam ji binesaziya wan herêman re û kužtina kesên sivîl û bê guneh û peydakirina rewžeke ne aram ji akinciyên wê re û têvedana wan ber bi pêla koçberiyê ew jî metirsiyeke rastî ye ji hebûn û pêžeroja kurdî re.
Di vê çarçewê de kongir bang li Tevgera Rêzanî ya Kurdî û Rêveberiya Xweser kir ji bo çareserkirina sedemên koçberiyê ên ku ji ber ne aramiya rêzanî , ewlehî û aborî rûdane , ji vê rêveberiyê tê xwestin ku bingeha beždarbûna rêzanî li dor xwe firehtir bike û žerkirina gendeliyê bike ji ber ku metirsiyeke mezin li ser pêžeroja vê rêveberiyê heye.
Sebaret bi gotûbêj kirina rewža Tevgera Kurdî li Sûriyê kongir bang li Encûmena Nižtimanî ya Kurdî (ENKSê) kir ji bo lêvegereke gižtî ji helwestên xwe re bike û bi taybetî berdewamiya wan di nav hemahengiya sûrî ya pižtgir ji çeteyên çekdar re , herwiha bang li ENKSê kir ku tevlî karê kurdî yê hevbež bibe di rêya bi rêketina diyalogek kurdî - kurdî dûrî nerîn û ezîtiyên partîtî yên teng.  
Herwiha rapora rêzanî ya kongir balkižand ser peywendiyên birayane di navber partiya me û Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) de û amaje kir bi hevpeymana karê hevpar û bi belgeya hevrêziyê di navber herdu partiyan de û bi režnivîsa nerîna rêzanî ya hevbež a ku herdu partiyan amede kirine , hêjayî gotinê ye ku ew režnivîsa bibe pirojeyeke pêkan ji karê kurdî sûrî re li ser bingeha biryara kurdî ya sûrî ya serbixwe. Û rapora rêzanî tekez kir li ser helwesta partiyê ya mayinde ku dibîne doza kurdî bežeke ji dozên nižtimanî yên sûrî bi gižtî û pêwîste çareseriya wê di çarçeweke nižtimanî ya sûrî de were çareserkirin , û raporê tekez kir li ser hebûna pêkhateya kurdî weke pêkhatiyeke dîrokî resene ji pêkhateyên gelê sûrî  û netewa duweme di welêt de , lewre divê biryardaneke distûrî bi mafên netewî yên kurdî di çarçewa dewleta Sûriyê de were kirin.
Herwiha kongir daxwaza hemeta siyaseteke rêyalîst kir li gor taybetmendiya gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Sûriyê û biryara rêzanî ya serbixwe û lihevkirin li ser daxwazên yekbûyî ji kurdên Sûriyê re û avakirina desteyekê da ku nûnertiya tevgera rêzanî ya kurdî bike ji bo kar û peywendiyên xwe bi hêzên sûrî û civaka navdewletî re bike.

 *Di aliyê Kurdistanî de

Kongir tekez kir li ser gefên berdewam ji aliyê hêzên herêmî yên Kurdistan parçe kirine ji ber ku metirsiyeke rastî li ser pêžeroja kurdî peyda dike û ji van dewletan daxwaz kir ku žerê gelê kurd nekin bi behaneyên parastina ewlehiya xwe ya netewî , herwiha bang li herdu dewletan Turkiyê û Îranê kir ku mafên netewî bidin gelê kurd ji bo pêkanîna aramiyê di van herdu welatan de û pêkanîna gežepêdanên aborî û civakî ji gelên van dewletan re.
Li Kurdistana Iraqê jî tevî destkeftên ku di dema borî de hatine bidestxistin lê herêm hîn ji gelek pirsgirêk û astengiyan digazîne û bi taybetî pirsgirêkên wan bi hikometa yekgirtî re , lewre divê ew pirsgirêk bi žêwazekî ažtiyane li gor distûra Iraqî werin çareserkirin , herwiha kongir girîngiyê dide bêxistina peymana istratîcî di navber "Yekîtî Nižtimanî Kurdistan û Partî Demoqratî Kurdistan" de û bi hevkariya partiyên kurdistanî yên din re ji ber ku ew žêweyê yekeme ji parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û pêžketin û xurtkirina wê li hember astengiyan.
Herwiha kongir tekez kir li ser peywendiyên me bi piraniya partiyên Kurdistanî re û daxwaza pêžxistina van peywendiyan kir ji bo xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê kurd , û tekez kir li ser peywendiyên dîrokî yên di navber partiya me û Yekîtî Nižtimanî Kurdistan de ew peywendiyên ku herdu nemirên mezin Mam Celal Talebanî û Mamoste Ebdilhemîd Derwîž ava kirine divê werin parastin û pêžxistin , ji ber ku ew pêkane ji pirojeyeke netewî kurdî re ji bo xizmeta doza gelê kurd û berjewendiyên wî yên netewî.
Di dawiyê de û ji bo xurtkirina dîmoqratiyê di jiyana partiyê ya hundirîn de û ji bo pêžxistina karê partîzanî li ser astên rêzanî , rêxistinî , ragihandinî û daravî , û damezrandin ji rewžeke sazûmanî û serkirdayetiyeke pirjimarî re di karê partîzanî de kongir hejmarek rasipardin û biryar standin.
 
12 / 12 / 2023Z - 2635 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê









 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark