Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyaniya Partiya Pêþverû di bîranîna Çarem de ji koçkirina Mamoste Ebdilhemîd Derwîþ

 


Daxuyanî ji bo nerîna giþtî

Di dîroka /24 / 10 / 2023an de bîranîna Çarem a koçkirina xebatkarê cefakêþ heval Ebdilhemîd Derwîþ sekreterê "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê"
Dema ku em heval Ebdilhemîd Derwîþ bi bîra xwe tînin yekser em xebatkarekî tekoþer û dilêr bi bîra xwe tînin , xebatkarekî buhara jiyana xwe terxî gelê xwe kir û bi dirêjahiya salan di xebata netewî û niþtîmanî û karê partîzanî de berdewam bû. Herwiha di rêveçûna xebata xwe de rastî gelek êþ û azaran hat ji girtin û iþkenceyên hovane ji aliyê desthilatên nijadperest û destekên wan di Sûriyê de. Lê belê ma berz û serbilind heya roja dawiyê ji jiyana xwe. Û di vê tekoþîn û xebata dirêj de mamoste Hemîd bi siyaseta xwe ya rêyalîst û helwestên xwe yên wêrek û zelal hate naskirin.


Em di "Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê" de bi rêzgirtin li hember bîranîna Çarem ji koçkirina hevalê xebatkar mamoste Ebdilhemîd Derwîþ radiwestin û bibîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî hiþmend , û rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta niþtimanî ya Sûrî , û li ser asta netewî ya Kurdî û Kurdistanî û navdewletî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar û çarenûsî de ziyanek mezin bû ji  hemû gelê kurd re.
Di dawiyê de em soz didin heval û xebatkarên partiya xwe û hemû cemawerê gelê kurd ku em li ser rêbaza mamoste Hemîd Derwîþ in , û em pabendin bi wê dibistana rêzanî ya rêyalîst da ku gelê me dighê mafên xwe yên netewî di welatekî azad û demoqrat de.

Sed silav li giyanê xebatkarê kulneder mamoste Ebdilhemîd Derwîþ

23 / 10 / 2023 Z - 2625 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark