Gurgan ElhacJi cîwarî kela canî
Ji deryaçê ji zozanî
Ji kavilkî dilê Xanî
Ji rondik hat, keça Wanî
*
Ji bihrîkên miþextanî
Ji kûr rayê dirextanî
Ji omîdê li wextanî
Beharek nû te jîn anî
*
Dû feryadê li biyyanî
Dû leylanê beyabanî
Dû eþkencê di zindanê
Tu bû rehmek ji ezmanî
*
Bi cî kir min ji wêranê
Birim kuþkê li eywanê
Li ber textê xwe sultanê
Li porê dest bir û anî
*
Ceger hêmin di sîngê de
Bi navê te dilik lê de
Ji nûr tîpan li hêlê de
Peyamek tê ji yezdanî
*
Mijûlbûyî firiþta re
Bi Ahora Avista re
Birim berjor bi mista re
Bilind ez çûm mi hew danî
*
Fereh basik ji mir çêbûn
Firiþt û xan hemû lê bûn
Li azmanê bihiþtê bûn
Li jêr kewser çem û kanî
Dîlok:23.08.2015