Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Weþandina Kurteçîrokên bin navê «Sê Rojên Mê» ya nivîskara kurd Nûjîn Qido

 


Ji nû ji aliyê weþanxaneya (Na) li Tirkiyeyê yekemîn berhema Kurteçîrokan ya nivîskara kurd Nûjîn Qido bi navê "Sê Rojên Mê" derket. Berhem di 80 rûpelan ji sê kurteçîrokan pêk dihêt. Tablu û designa pergehê karê Mîran Ehmed e.

Qido di daxuyaniyeke taybet de di derbarê berhemedê got: "Þê Rojên Mê balê dikiþîne ser êþ û azarên jina rojhilatî ya kurd di nava nakokiyên þer û rûxandinên mezin de".

Li vê yekê Qido zêde kir ku berhem xwe dispêre bûyerine rasteqîn di 2018`an di derbarê sê jinên bi temenên cuda de li bakurê Sûriyeyê. Peyama berhemê ev e, ku neheqiyên civakê li hember jinê bi hemû alavan dihîne ziman. Ev yek tevî hemî hewldanên civakên îro ku bi awayekî þaristanî xwe bihînin holê.


Nîvskarê anî ziman: Berhem hûrgilîyên jiyana her jinekê cuda pêþkêþ dike. Çi ji bîr û ramanan ta xem û tirsên wan di dema þer de. Kurteçîrok rastiya jiyana rojane û metirsiyên li ser kesayetê û jîngehê rave dike.

Nûjîn Qido, 1996, nivîskareke kurd e, ji Efrînê ye, li Þamê jiday bûye û li Almanyayê dijî. Wê wêjeya Erebî li zanîngeha Helebê xwendiye, lê ji ber þert û mercên þer xwendina xwe neqedandiye. Ji weþanxaneya Biblomanya romana wê ya bi zimanê erebî bi navê "Telek li ser Milê Fata Morgana" jî hatiye weþandin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark