Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: DAXWIYANÎYA Kongirê 3 yem yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Suriya

 


Di 29ê tîrmeha salإشa 2023an de, li hola Efrîn li bajarê Qamiþlo,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kongirê xwe yê sêyem bi amadebûna endamên li hindurê welat û bi beþdariya endamên herdu nûneratiyên li Kurdistan û Ewrupa di riya hevgihîniya Zoomê re lidar xist.
Kongir bi rawestana xuleyek bê deng li ser giyanên pakrewanên kurd û hemî pakrewanên azadî û pênûsên azad li gel sirûda netewî Ey reqîb û piþtî hilbijartina komîteya birêvebir,kongir dest bi kar û barên xwe kir.


Qonaxa lidarxistina kongir qonaxek gelek nazik û hestiyar e ku gelê Kurd li hemî parçên Kurdistanê û li deverên dî jî tê re dibihûre, ji ber hewildanên rêjîmên herêmî li Sûriya, Îraq, Îran û Turkiya di jinavbirina gelê Kurd di warên konevanî û abûrî de hê jî berdewamin,bi ser ku birînên gelê Kurd ji tund û tûjiya Da`iþê hîn ne daxemirtine û hêjî pîlanên ciyawaz û awarte di derheqê vî gelî de didomin, nemaze hewldanên çewisandina zimanê wî ku bi rengekî fermî di zanko û peymangehan de tê qedexekirin (Ji bilî herêma Kurdistana federal) ya ku îro destkeftineke netewî mezin tê nirixandin, ev ji bilî dijberiya bê hempa li hemberî vî gelê aþtîxwaz ku tê bikaranîn, di encamê de bandorek neyînî li nivîs û weþanê dike.
Piþtî bidestpêkirina karê kongir, serokê berê yê yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif gotinek berfereh bi navê desteya birêvebir pêþkêþkir û tê de hemî çalakî, kar û xebatên herdu salên bihûrî destnîþankir û hemî zehmetî û astengiyên dibin rêgir rûbarî nivîskarê Kurd anîn ziman û daxwaza guhdanek awarte bi wêje û zimanê Kurdî bibe, her weha Yûsif anî ziman ku bi ser hemî astengiyan de Y.N.K.S bi dehên pirtûkên bi zimanê kurdî yên endamên yekîtiyê û yên serbixwe jî çapkirine, ji bilî kovara Pênûsa Azad ya werzî ku di dema xwe ya destnîþankirî de tê weþandin.
Endamên kongir bi berpirsyarî dan û sitandin li ser xalên girêdayî pêvajoya yekîtiyê û paþeroja wê kirin û giringiya pabendiya nivîskar bi doza gelê Kurd a netewî, nemaze di berhemdariya wêjeyî û çandî de, her weha guhdana bi pênûsên ciwanan .
Bi berferehî kongir reþnivîsa tozika hundirîn ya ku komîta asayî pêþkêþkir guftûgo kir û piþtî biryar bi guhertina hin xalan da, komîteyek destnîþankir ji bo serastkirinê li gorî pêþniyarên endamên þax û nûneratiyan.
Di dawî de desteyek birêvebir nû ji bo qonaxa bê re hate hilbijartin ku wê di civata wê ya pêþî de serok û cîgirê wê bên hilbijartin.

Qamiþlo
3.8.2023

YEKîTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYA



















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark