Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî ji nerîna giştî re

 


Di Çardehê heyva Cehzeranê de bîranîna (66) saliya damezrandina partiya me "Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê" ye , ku di sala1957an de bingeha wê li ser destê van nemiran (Osman Sebrî , Hemzê Niwêran û Ebdilhemîd Derwîş) hatibû danîn , piştî hevalên Helebê (Reşîd Hemo , Şewket Henan , Mihemed Elî Xoce , û Xelîl Mihemed) tevlî wan bûn dîroka Çardehê Cehzeranê hate rêçavkirin.
Piştre Diktor Nûredîn Zaza peywendiyê bi wan re dike û dibe serokê partiyê , herwiha helbestvanê mezin Cegerxwîn û Şêx Mihemed Îsa jî tevlî wan dibin û bingeha yekem komîta navendî ji partiyê re danîn û destnîşan kirin.


 Di rojên yekem de ji kar û xebata partîzanî piştgîriyeke fireh ji aliyê cemawerê kurd de ji partiyê re hebû , lewre di demeke kurt de rêxistinên wê li hemû herêmên kurdî şax berdan û belav bûn.
Partiya me xebata xwe ya niştimanî û netewî bi şêwazeke rêyalîst û hişmend dikir lewre serkirdayetî û kadirên wê hatin zîndankirin û işkenceyeke hovane dîtin , herwiha gelek guvaşên civakî û derûnî dîtin , û piraniya wan jiyana xwe bi dijwarî û bi xizanî derbas kirin lê tevî wê tu carî vîna wan lawaz nebû ji xebata di ber mafên netewî yên gelê kurd de , herwiha ji bo jiyaneke demoqrat û rêjîmeke rêzanî da ku azadî , wekhevî û rûmetê ji gelê Sûrî re pêk bîne.
 Dema ku em bi rêzgirtin vê qûnaxê û wan xebatkaran ji endamên partiya xwe bibîr tînin em tekez dikin li ser baweriya me bi dadmendiya doza gelê xwe û xebata ji bo mafên netewî yên rewa di çarçewa yekîtiya welêt de , û em tekez dikin li ser girêdana me bi siyaseta partiya me ya niştimanî û netewî ya ku ji roja damezrandinê de wan xebatkaran danîne û bi dirêjahiya salan di ber vê siyasetê de xebitîne , herwiha tê nasîn bi pabendbûna me bi biryara me ya netewî û niştimanî Sûrî ya serbixwe û derbir di ber berjewendiyên kurdên Sûriyê de û ji bo xizmet hemû Sûriyan.
Bîranîna damezrandina partiya me di siya rewşek aborî û siyasî xirab de li me dibe mêvan ku qeyrana Sûrî dikeve sala xwe ya Sêzdemîn a ku bi Sed hezaran ji welatiyên Sûrî canê xwe ji dest dan û bi milyonan penaber û derbider bûn ji 15 Avdara sala2011an de û heya bi roja îro rewşa Sûrî bi tevahî dijwartir û aloztir dibe ji encama tunebûna asoyên çareseriyeke siyasî di welêt de û piştguhkirina civaka navdewletî ji êş û azara sûriyan re û destwerdanên herêmî di mijara Sûrî de ziyaneke mezin giha welêt û gelê Sûrî bi giştî , lê tevî vê yekê em di wê baweriyê de ne ku ji hemû Sûriyan tê xwestin ku lêgerînekê ji çareserkirina qeyrana xwe re bikin di rêya diyalogek Sûrî - Sûrî re bêyî ku tu kes were bidûrxistin û bi beşdarbûna hemû pêkhatên civaka Sûrî yên bawermend bi çareseriya siyasî dûrî şer û tundiyê.
Metirsiyên gelê kurd jî ne kêmtirî gelê Sûrî ne , lê belê jê zêdetirin ji ber ne venasîna bi nasnameya wî ya netewî û gefên li ser kurdan mixabin bi Du aliyên hundirîn û derveyî de dibe , lewre danheva rewşa hundirîn di navber aliyên tevgera kurdî de da ku karibin bi rola xwe rabin di berevaniya di ber doza gelê kurd û avakirina Sûriyak demoqrat lihevhatî bi xwe û cîranên xwe re ku bibe beşek ji aramî û aştiya herêmê.
Ji we nayê veşartin ku ev heyama neyênî , êş û azara Sûriyan hişt ku em tu ahengan bi vê babetê çênekin weke çawa me di salên borî de dikir û ji ber qeyrana hundirîn a ku partiya me jê digazîne lewre komîta navendî biryar da ku tu şêwazên ahengan bi vê babetê tune bin , herwiha em ji hemû hevalan daxwaza kedeke zêdetir dikin ji bo çareserkirina vê qeyrana navxweyî û nehêlin ber bi aliyên din de biçe û ji hemû kiryarên ku qeyranê di nav partiyê de gur dike û yekîtiya wê ya siyasî û rêxistinî armanc dike bi dûrkevin.
Em di wê baweriyê de ne ku yekîtiya partiyê girîngtirîn tişte ku kar di ber de were kirin dûrî rênc û qerezan û divê kar ji bo peydakirina heyameke erênî ji diyaloga navxweyî di partiyê de were kirin.

Qamişlo / 11 / 6 / 2023 Z - 2635 K

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark