MIÞ`ELÊ OSMANDi navbera xwîna tarî
Li Seqiz
û sirgûniya dirêj
di nexþeya xaçkirî de
Jînaa..xewnên Azidiyê yên nixumandî
Li ser sînor
Þiyarkirin
Li geliyekî tije hestî
Bi kuþtina min
goreke þil dikolin
her çiqas sozek
yan jî xewnek hebe
Her û her pelên ziwa
dikevin
Lê pela min
li ser destên te
dikeve
destan bihejînî
da ku pela min
þiyar bibe lêê
Temenê min wekî
dîwarekî hilweþiyayî
wêrankirî
dest bi rêwîtiya dawî kiriye
Jîna..Dengê dilê te
giyanê min î birçî dilivîne
Dengê dilê te
tariya þevê
hildiweþîne
Çiqas jiyan li pêþiya min
bigirin
destên min hiþk bikin
Êþ û eþqê bi hev re vejînin
Ez li mirinê napirsim
Tu bi xwe welatê min î
Lê dîsa her li dengê dilê te
Guhdarî dikim
Çavên te
Bisk û keziyên te
ji min re stiran in
Ji xelkê re þûr û mertalin
Axîna xewna beharê
diherike
Mîna hûrbaraneke xemgîn
bi ser min de dibare
di damarên min de
Zîz dibe
çivîkên zozanan direvin
kulîlkên baxçeyan dibiþkivin
Û dilê min mîna guleke þermok
rawestiyayî
bi hêla ewir û xendek
û çiyayên dûr direve
Direve.