Îro êvarî, li bajarê qamiþlo , dilê nivîskarê mezin Mihemedê Seyid Husên rawestiy, piþtî ko demeke dirêj bi êþa vîrosa Korona re bûrand, wî bi karê nivîsandinê, bi gelek berhemên xwe ên çapkirî, ko di van bîst salên dawî de hatibûn belavkirin, pirtûkxaneyek zengîn li dû xwe hiþtiye, ew berhemên wî ko bi zimanê Kurdî nivîsandibûn, ew weke nivîskarekî jêhatî dabûn xuyakirin, ji ber ko zimanê wî yê nivîsandinê xurt bû, ferhenga wî berfireh bû, rewþenbîriya wî kûr û têr û tije bû ...
Koça dawî ya dostê me Mihemedê Seyid Husên, ji bo me, ziyaneke mezin bû, me di rojnameya Pênûsa Nû de, dosiyek bi zimanê Kurdî û Erebî, li ser ezmûna wî ya nivîsandinê belavkiribû, mane ew yek ji rewþenbîrên me ên xwedî nêrîna kûr û mêrane bû, û herdem rastgo bû ...
Bi xatirê te bavê Reþîd...
Bera serê malbata te, mal û merivên te, dost û hezkiriyên te xweþ bin...
Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
11.02.2022 .