M. Emîn Sadûn.Dema mirov bas û qala miletekî dike, berî her tiştî zimanê wî miletî tê beravê hizira mirovî; gelo...ew milet bi çi zimanî diaxive, tîpên ku ew ziman pê têne nivîsandin çawe ne? Jimara wan pîtan çendin û têrmên wan çilo ne...û gelek pirsên dî jî li ser zimanê wî miletî têne bîr û gumana mirovî û mirov jî di nava bexceyê wî de dikeve raman û pirsyaran. Ne tenê ev jî, lê nexşeya welatê wî gelî jî tête ber çavên mirovî; gelo...ew milet li kûderê dijî û erdenîgariya wî çawe ye? Gelo, çiya û deşt û newal û av û çem û kanî û derya û daristan li wî welatî hene?. Û kî milet cîranên wî gelî ne?Belê ev pirs û gelek pirsên dî jî li cem mirovî peyda dibin û serê xwe di hişê mirovî de hildidin. Ji ber wê jî û ji ber giringiya zimên di jîn û jiyana gelan de, wek tê naskirin; ziman werîsê nependî ye yê ku, mirovî bi bawerî bi xak, çand, dîrok û şaristaniyê wî ve girê dide. Ev bi xwe ye dihêle ku,
dijmin û dagîrkerên welatan, dema xakekî dagîr dikin berî her tiştî
berê xwe didin ku, zimanê wî gelê li ser wê xakê dijî tune bikin û
bihêlin ku, ew gel zimanê xwe jibîr bike. Ji ber dema miletek zimanê xwe
ji dest dide, hingî ji ra û qurmên xwe ve tête birîn û qutkirin ku, ew
bi xwe serkaniya bîrdanka çand, pêma, folkulor û dîroka wî ya resen û
kevnar bi xwe ve girê dide û di vava hişemendiya xwe ya nehînîdî de
vedişêre. Erê, dema miletek zimanê wî li cem wî nema giring û pêwîst
bimîne. Hingî girêdana wî bi xak û çanda wî ve jî lawaz dibe, û canê
berevanî û xweragiriya di ber wê xakê de qelis dibe, û zû dişe û bi
hêsanî wê xakê berde û bi cih bihêle û pişta xwe bidîyê de û bi rehetî
jê dûr bikeve. Û herweha ziman berê nixurî ye yê ku, di hêlîna hevjîniyê
de, di navbera mirov û siruştê de bergirt û çavê xwe li ser vê xakê
vekirye. Hin nêrîn pêşbînî dikin ku, mirov di zikê dayîka xwe de deng û
liva tevgera dayîka xwe dike û fêrî zimanê wê dibe. Ji ber wê jî
dibêjin; zimanê zikmakî anku di zikê dayîka xwe de hînî wî zimanî bûye.
Jiyana
mirovî ya destpêkê li ser rûyê xakê û hevrikiya wî bi surişta hovane
re, rastî gelek astengî û zehmetiyan hat. Ji ber vê yekê jî tê gotin
ku, ziman şoreşa pêşîn e ku, çirûska wê di malzaroka kêferata mirovî ji
bo hebûn û nebûnê jenîye û pêketiye, û bi vêketina wê çirûska roniyê re
gelek pirsgirêk û aloziyên mirovî hatine destnîşankirin û çareserkirin.
Ziman
rêşanîder e, ji parastina çanda netew û gelan re û sebeta parastina
hizir û bîr û ramana ye û dîsanê ew serpêhatî, şûn û şopa hiş û mejî li
ser rûpelên dîrokê dixemlîne û diparêze.
Ziman zengilê meritsîyê, li
ser kevana newala helandin û wendabûnê lêdide. Dema miletek xemwarî û
guhdanê bi zimanê xwe neke, bê guman wê taybetmendiya xwe wek miletekî
nêvnas wenda bike û her tiştê xwe yên cuda jî wê ji dest bide.
Gotin
di vir de têrê nakin, û bilindkirina dirûşm û siloganan jî feyde nakin û
zimanî ji wendabûn û tunebûnê qurtal nakin. Ew mirovê ku li zimanê xwe
xwedî dernekeve; bila ti carî nebêje ez xemxwar û xizmetkarê doza gelê
xwe me û yê ku bi zimanê kurdî nexwîne û nenivîsîne, bila nebêje ez
hezkerê xaka kurdistanê me. Û yê ku piştgiriya hewldanên ferzkirin û
xwecihkirina zimanê kurdî neke, bila nebêje ez parêzvanê mafê kurda me û
evîndarê xaka welatê xwe me.
Dawiyê yê bergiriyê di ber zimanê kurdî
neke, bila ji xwe bawer neke ku, ew kurdistaneke serbixwe û azad
dixwaze û kurdistan di dilê wî de cihgirtiye û dijî.
Zimanê me nasnameya me ye, hebûn û ne bûna me ye.
Ziman xweş û şêrîn e.
Ziman hebûn û jîn e.
Ziman welat û zîn e.
(15) ê Gulanê roja wegirtina cil û bergên zimanê kurdî ye.
Agehdarî.
(15) ê Gulanê roja bilindkirina Ala zimanê kurdî ye.
Em
di vê rojê de, roja zimanê kurdî , hêvîdar in ku, rûpelên dost û
hevalan xwe bi xemil û xêla ciwaniya kirasê zimanê zikmakî bixemilînin û
li zimanê xwe yê zengîn û dewlemend xwedî derkevin.
Di vê roja
balkêş de, silav li giyanê xemxwar û evîndarê zimanê kurdî be, û
silaveke taybet li giyanê Mîrê rêbaza zimanê kurdî, Mîr Celadet
Bedirxan, û hogir û hevrêyên wî re, yên ku her tişt kirin ji bo ku ala
zimanê kurdî di nava zimanê zindî de li cîhanê bilind kirin.